Argêş Vîyan/Qamişlo
Parlementera Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (Partiya DEM) ya Erziromê û endama desteya edeletê ya parlementa Tirkiyê Meral Daniş Beştaş diyar kir ku merasîme îmhakirina çekan a koma Aştî û civaka Demokratîk ne radestîbûn bû û wiha got: “Ev pêvajo, pêvajoya çareseriya sedan salan e.”
Li gorî agahiyan, di civîna 18’ê Tîrmehê de gelek mijarên derbarê navê komîsyonê û avakirina wê bi rêya zagonan û bi tevlîbûna serokê parlamentoyê hat nîqaşkirin. Tê ragihandin ku eger biryarek li ser çawaniya avakirina komîsyonê were dayîn, dê amadekariyek nivîskî derbarê prensîb û rêgezên wê de were kirin. Piştî van civîn û amadekariyan, Kurtulmuş dê avakirina komîsyonê ji raya giştî re ragihîne. Partiya Wekhevî û Demokrasiya Gelan (Partiya DEM) Hevberdevka Kongreya Demokratîk a Gelan (HDK) û Parlamentera Erziromê Meral Danış Beştaş, Parlamenterê Antalyayê Saruhan Oluç û Parlamenterê Stenbolê Cengiz Çiçek wekî endamên desteya plankirî destnîşan kirine.
Di derheqê xebatên û pilansaziya desteya edeletê, Parlementera Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (Partiya DEM) ya Erziromê û endama desteya edeletê ya parlementa Tirkiyê Meral Daniş Beştaş ji rojnameya me re axivî.
‘Pêvajoya Aşitî û Civaka Demokratîk gehiştiye qonaxeke gîring’

Parlementera Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (Partiya DEM) ya Erziromê û endamê desteya edeletê ya parlementa Tirkiyê Meral Daniş Beştaş da xuyakirin ku pêvajo gehiştiye asteke girîng û wiha dest bi axaftina xwe kir: “Weke tê zanîn piştî bangewaziya Rêber Apo ya 27’ê Sibatê ya “Banga Aşitî û Civaka Demokratîk” gavên pir giranbiha hatin avêtin. Rêber Apo bi riya dîmenê amadebûna dilgirtiyên Imraliyê bangeke ji bo pêşxistina pêvajoyê kir. Li gorî wê bangê gerîlayên Tevgera Azadiyê di 11’ê TÎrmeha 2025’an de li şikefta Casana ya girêdayî Silêmanîyê merasîmekê çekê xwe şewitandin. Yanî tê wê wateyê ku gerîla pêngavek dîrokî avêt. Li gorî wê bangê jî, di rojên pêşiya me de, hevdîtinên nû wê çêbibin. Piştî wan pêşketinan di nav civakê de gelek şîrove û nirxandin hatin kirin. Em jî weke DEM partiyê ji bo pêvajo baş bê fêmkirin civînên gel amade dikin. Rêjeyeke zêde ya gel piştgrî dide wê pêvajoyê. Pêwîste aliyê hikûmeta Tirk jî, hîn gavên berbiçav bên avêtin. Ji ber ezmûnên pêvajoyên berê gel zêde bibawerî nêzî desthiladariyê nabe. Lê baweriya xwe bi Rêber Apo tînin. Taybet piştî pêvajoya 2015’an de gelek bûyerên bi êş hatin jiyankirin. Gel bi hêviye, lê di heman demê de jî xwediyê tirseke mezin e.”
‘ji bo derheqê azadiya Rêber Apo de gav bên avêtin, em ê xebatên xwe xurt bikin.’
Meral bibîrxist ku tevî hewildanên Rêber Apo yên ji bo çareseriya pirsgirêka Kurd, gavên ji bona azadiya fîzikî ya Rêber Apo ji aliyê hikûmeta Tirk ve nehatiye avêtin û wiha domand: “Xala yekemîn ya gîring li ser bê sekinandin şert û mercên Rêber Apo yên mafê heviyê ye. Ji ber ku yê ku pêvajoyê bigihêne serkeftinê Rêber Apo ye. Da ku Rêber Apo bikaribe vê pêvajoyê bi hemû cîhanê bide fêmkirin, pêwîst e bi raya giştî, dezgehên ragihandin û kesayetên girîng yên pêvajoyê re eleqedar be û bikaribe peywendiyan ava bike. Hîn hevdîtin li gel Rêber Apo berdewamin û Rêber Apo heya dawiyê hêza bêhempa tevî tecrîda mayinde jî kar û xebatê xwe berdewam dike. Pêwîst e demildest derfetên Rêber Apo bên sererastkirin. Em ê bi civînên desteya edeletê de jî, rewşa Rêber Apo bikin rojev. Rêber Apo peyama ku bi dîmen jî da, anî li ser ziman û got; “Azadiya min, azadiya civakê ye. Ger ku civak azad bû, wê demê ez jî azad im.” Tevî tecrîd û zextên giran jî Rêber Apo azadiya xwe ya kesayetî ti caran beriya berjewendiyên gel neda pêş û herdem azadiya gel da pêşiya azadiya xwe. Piştî pêvajo hat destpêkirin hin girtiyên siyasî ku cezayên wan xelasbûn e hatine berdan.”
Lê ev ne gaveke ku em bêjin pir girîng e, ji ber ku hîn zagon nehatine guhertin. Nêzîkatiya li hemberî girtiyên sîyasî û zext jî hîn berdewamin. Em ê ew desteya ku tê avakirin de, hemû rewşa girtiyan gotûbêj bikin. Em ê heya bigihin xalên serkeftinê em ê xwedî pêvajoya Rêber Apo daye destpêkirin derbikevin.”
‘Pêwîst e di hindirê vê heftiyê de desteya edaletê bicive.’
Meral Daniş ji bona avabûn û meşandina karên desteya edeletê ya ku ji bona pêvajoyê xalekê girînge got amadekarî xelas dora xebatê ye û wiha axaftina xwe bi dawî kir: “Ji bona avakirina komisyona edeletê ya bingeha parlementê de bê avakirin de em gehiştin ber bi dawî yê. Em ji bona nûnertiya DEM Partiyê bikin 2 parlementerê din jî ez jî di nav de hatin hilbijartin; Parlementerê Antalya Saruhan Oluç û parlementerê Stenbolê Cengîz Çîçek. Tê payin ku demên pêşiyê de endamên desteya ku tê avakirin, yên nûnerê DEM Partiyê bên zêdekirin. Li gor nêzîkbûnên desthilatê ev deste tenê gerîlayên ku çekên xwe danîne we mijûl bib e, lê, li gor me pêwîste erkên wê desteyê berfirehtir bib e. Ew desteyê de, hemû partiyên siyasî yên parlementa Tirkiyê û partiyên ku komên wan di nav parlementê de nîne di nav xwe de dihewîn e. Nêzîkbûna neyînî ku partiya di nav parlementa Tirkiyê de cih digire ya b navê IYÎ Partî got em ti endama ji bona wê desteyê nadin xuyakirin. Lê partiyên din yên muxalefetê weke CHP û hwd. nêzîkbûnên erenî ji bona avakirina wê desteyê dan xuyakirin. Ew desteye bi rêveberiya serokê parlementoya Tirkiyê Numan Kurtuluş ve bê kirin. Ji bona zagona ku girtiyan berdin jî lihevkirinek heya niha nehatiye kirin û dê ew deste ji bona zagonê jî pêşniyarê xwe pêşkêş bik e. Hêvîya hemû civakê bi avakirina wê desteyê we girêdayi ye. Deshilat dibêje em ê rojên pêş li ser guhertina zagonê jî biryarekê derbixin. Du rojevên girîng yên wê desteyê hene yek; rewşa Rêber Apo û girtiyên sîyasî ya duyem jî: gerilayên ku çekên xwe şewitandin pêşî vekirina derfet û kirina sîyasetê ye. Ew gumanên derheqê jiyan û xebatê wan de pêwîste ji aliyê wê desteyê bê mîsogerkirin. Ger wisa bû ev pêvajoya bi pêşengiya Rêber Apo hat destpêkirin, dê bikeve qonaxa serkeftin ê.”






