Ahmet Aktaş
Li goreyî fermiyetê, tê gotin Barrack, Balyozê/Şahbenderê DYEyê li Enqerê ye û nûnerê Trump ê Sûrî ye. Lê di meriyetê de, ji nûnertiya Trump û berjewendê DYEyê pirtir, weke nûnertiya R.Erdogan dike û ji bo berjewendê Tirkiyê dixebite! Hîn li Balyozxaneya Enqereyê baş bi cih nebû bû, bi lez çû Şamê cem M.Colanî, Balyozxaneya DYE yê ji mêjve girtî bû vekir û mîna erkdarê du balyozxana kar dike. Li van deveran jî ranaweste, diçe Urdinê, Bexdayê û Hewlêrê, weke ku di nava van bajar û welatan de rîs dihûne! Ka, em werîn mijara xwe, ya yekser têkildarî doza gelê me ye! Heta nuha, ti gotinên xêrê ji bo doza me ji devê vî kesî derneketiye û ti kirinên wî yên erênî jî diyar nake, dişibe Jeffrey.
Berovajî, gotin û kirinên wî yên bêxêr gelek in; li dijî Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Rojava-Bakur Rojhilatî Sûriyê radibe, ev jî tê wateya dijberiya îradeya gelên me yê Rojava û vê herêmê. Bi neyartiya gelê Kurd tinê jî ranaweste, bi vê helwesta xwe ya nerînî û nebaş ya bêxêr, fesadî û fitneyê dixe navbera hemû pêkhateyan; gelan, eşîran û baweriyan; herî dawî hovîtiya li ser gelê Durzî li Siwêdayê nîşaneya vê yekê ye! Bi vêne jî ranaweste, pesindariya M.Colanî û R.Erdogan û hevalbendên wan jî dike.
Hema li pey van gotin û helwestên wî yên xerabkar, ji aliyê hêzên Colanî HTŞ û hevalbendên wî DAIŞ, EL NUSRAyî û hwd.çeteyên kujer û xwînrij ve, li ser gelên beravê yên Elewî, Xiristiyan û Durziyan êrîşên xedar pêkhatin, êrîşkarî bi tevayî ranewestiya ye, cih bi cih dewam dike. Belê, li dijî van êrîşên dijwar û xwînxwar ên hat ser van pêkhateyan, ji bilî çapemenî û reyadarên dewleta Tirk, di asta navneteweyî de nerazîbûnek berfireh derket holê.
Ji ber vê helwesta hêja û dorfireh, Barrak ê fotokopiyê Trump û James Jeffrey, gelek tengav bû, ji naçarî hema bi lez devê xwe guhezt û hinek gotin li dijî Colanî kir. Her wiha li goreyî agahiyan, hinek ji çapemeniya DYEyê dibêjin “Heke Colanî vê helwesta xwe ya xerab a dijî pêkhateyan sererast neke, wê di demek kurt de têkbiçe û ji hilweşandina Libyayê xerabtir were serê wî” !
Li aliyê din, divê helwesta çapemeniya hevalbendên Receb Erdogan jî neyê jibîr kirin, ji ber ku bi xurtî piştgiriya van êrîşên komkujî û nijadkujî kirin û her çend hinek kêm bûbe jî her dewam dikin. Li rex vê mijarê di çapemeniyê de, pesindariya Nêçîrvan Berzanî pir tê kirin û li gel vêya tê gotin ku di van rojên dawî de Barrack, hewcedarî Mezlûm Ebdî bûyî û li Urdinê hevdû dîtinin, lê Mezlûm daxwaza wî ya qirêj red kiriye. Her wiha tê gotin ku di nêz de li Parîsê, Macron jî li gel wan, carek din lihev rûdinên. Belê wisa diyar dibe ku Barrack, bivirê Trump li kevir da, siyaseta wan û hevalbendê wan Receb Erdogan û Hakan Fidan vê carê nemeşiya, derbeyek mezin xwarin.
Colanî xwestiye, R.Erdogan biçe hewara wî! Berevajî wan, siyaset û helwesta Rêveberiya Xweser û HSD-Mezlûm Ebdî bi rûmetir û serkeftîtir bû û wê her serkeftî bin!





