Saturday, July 11, 2026
  • العربية
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
Rojnameya Ronahî
No Result
View All Result

Projeyên Koparatîf; Avakirina û bihêzkirina aboriya civakî a komînal e

27/07/2025
in JIN
A A
Projeyên Koparatîf; Avakirina û bihêzkirina aboriya civakî a komînal e
Share on FacebookShare on Twitter

Esma Mistefa/Qamişlo

Endama Aboriya Kongra Star li Bakur û Rojhilatê Sûriyê Rozelîn Bekir diyar kir ku Pirojeyên koparatîfên jin, roleke sereke di pêşxistina aboriya jin û civakê de dilîze û got, “Armanc avakirina aboriya civakî a komînal û bihêzkirina aboriya jin e”.

Di asta Bakur û Rojhilatê Sûriyê de xebatên ji bo pêşxistina aboriya jin tên kirin, yek ji wan xebatan jî pirojeyên koparatîfa jin in. Têkildarî vê mijarê Endamê Rêveberiya Aborî a Kongra Star Rozerîn Bekir bersiva pirsên Rojnameya me dan.

Jin di hemû qadên jiyanê de rolên sereke werdigirine ser milê xwe, di aliyê bihêzkirina aboriya jin û bi taybet xebatê koparatîfa jin de li ser asta herêmê Xebateke çawa tê meşandin?

Ji destpêka herikîna xebatê Kongra Star di Şoreşa Rojava de Li kêlek xebatê rêxistinî aboriya jin hat birêxistinkriin û ji bo pêşxistina jin di aliyê aborî de gelek xebat hatin destpêkriin. Bingeha xebatê aboriya jin bi çandiniyê dest pê bû û hêdî hêdî pirojeyên xwe geşkirin û zêdekirin.

Komkirin û civakbûyîn jî ji destpêka civaka xwezayê ve, tê zanîn ku li derdora jinê tê gerandin. Em jî li ser van esasan bi pêşxistina xebatê aborî û pirojeyên koparatîf, careke din civakbûyînê  li ser esasê alîkarî û hevgirtinê didin avakirin. civak qezenc dike û bi xwe xwe pirojeyên xwe didin avakriin. Em jî Kongra Star bi rêya komîn û meclisan aboriyekî komînal di nava civakê de birêxistin dikin.

Rêbertî wiha dibêje “Aboriya herî saxlem bi destê jinê tê avakirin” Di heman demê de bal dikşîne ku yekemîn jin ji aboiyê derxistin û duyemîn jî karker û cotkar durxistin. Em jî li ser esasê vegera li mîrasê vê yekê kar dikin. Hişmendiya ku li jinê hatiye sepandin ku li dûrî aboriyê ye, jin nikare xwe bi xwe birêve bibe û pirojeyên xwe avabike; em radikin.

Di roja heyî de divê jin ji her kesî bêhtir cihê xwe di nava aboriyê de bigre û sîstema komîna bi pêş bixeye, ji ber a herî zêde zirar ji hişmendiya serdest û zayendperest di dîrokê de dîtiye, jin e.

Di aliyê din de em xwe weke berpirsyarê xweza û ekolojiyê dibînin, parastina jîngehê jî yek ji erkên me ne, ne tenê jin hemû civak berpirsê parastina ekolojiyê ye. vê yekê jî em di pêşengtiya jinan de dikin, ku niha xwezaya cîhanê gellek zirar û desdirêjî lê hatiey kirin. Aboriya jin jî xwe li hember parastina vê yekê berpirisyar dibîne ji ber wê jî em cihê xwe di Bilatforma Jin a ekolojîk ya Bakur û Rojhilatê Sûriyê de digrin. Parastina ax, av û xwezayê yek ji stratejiyê xebatê me ye.

Projeyên we yên koparatîf di asta hemû herêman de çi ne û hûn çawa dinirxînin?

Xebatê koparatîf de gelek pirojeyên demkî û dem dirêj hene. Li ser asta herêmê di van demên dawiyê de nêzî 50’î projeyên me yên koparatîf hene. Di asta yekemîn de pirojeyên çandiniyê herî zêde hatine pêşxistin, her wiha di nava bajar û navçeyan de pirojeyên rojane karkirin tê de hene. Ji wan firin û tenûr, cihên dirûnê ne. Di heman demê de pirojeyên zêdekirina daran heye, her sal erdên ku dar lê werin çandin zêde dibin û tên xizmetkirin. Ji wan jî herî zêde darên zeytûn û fêkî ne.

Ji bo hîn zêdtir projeyên koparatîf encam bibin û zêde bibin di salên borî de hin biryar bi taybet ji bo çandiniyê hatin standin ku piraniya erdên çandiniyê em ji bo sebzeyên havînê jî bikar bînin. Li ser wê esasê li hemû herêman zêdetir sebze hatin çandin. Di heman demê de da ku ev piroje bi ser bikeve, pêwîstî bi koladnina bîran hebû, ew jî hate pêkanîn.

Xala esasî ku pirojeyên koparatîf her koparatîfek meclisa wê çêdibe û bi hev du re biryarên xwe distînin û biryar digrin. Bi vê yekê dikarin li ser esasê kom li hev du bicivin û xebatên xwe bidin meşandin.

Di van projeyan de çiqas jin û malabat cihê xwe tê de digrin. Armanca we ji vê xebatê çi ye. Her wiha astengiyên tên dîtin çi ne?

Di nava van pirojeyan de bi sedan malbat û jin cihê xwe tê de digrin, di van demên dawiyê de nêzî 400 kes cihê xwe di pirojeyên ku me anîne ziman de cih digrin, jê sûdê werdigrin û ji wan re dibe weke jêdereke madî a jiyanê. Bi rêya van pirojeyan aboriya xwe a malbatê îdare dikin û sûdê dibînin. Li hemû herêman proje û komîteyên me yên aborî hene.

Armanca me ji vê xebatê em bikaribin jinan di xebatê aborî de bi pêş bixînin, her wiha jin xwediyê aboriya xwe be. Ji ber aboriya jin beşek ji pêşketinên Şoreşa Jinê ye, divê jin jî xwe di wî warî li gorî ku tê xwestin xwe pêş bixîne.  sîstema aboriya komînal bê pêşxistine. Di van salên derbasbûyî de gelek jin hatin perwerdekirin û demê re bûn pêşengên birêvebirina aboriya jin. Ya din bi jin bi pêşxistina aboriya xwe serbixwe dibe û pêdiviyên xwe yên jiyanê û malbatî bêyî ku xwe ayidî kesekî bibîne; pêk bîne. Di heman demê de armanca me a sereke sîstema aborî a komînal di civakê de bi pêş bikeve, ev yek jî bi rêya çandiniyê hat destpêkirin û niha jî pirojeyên mezin hatine avakriin. Ev yek dibe bingeh ji xweserbûn û xwebûna jinê di hemû ware jiyanê de, dibe destek û alîgir di rêvebirina şexsî û civakî de.

Her wiha em ê bi van xebatan aboriya xwe a xwecihî û têrkerî bêyî ku em hewcedariya derve bibin, wê bê avakirin. helbet em ji van proje û koparatîfan jî encamên erênî di aliyê bicihkirina pêdiviyên herêmî de dibênin. Emê bikaribin bi van piroje û xebatan piştgirî û pêşxistina berhem û sûka civakî bikin.

ShareTweetPin

Herî Dawî

‘Çavê li deriyan, xwelî li seriyan..’
Serbest

Di serdemên pevçûnan de hewildan û însiyatîfa çareseriya demkoratîk

11/07/2026
Welatiyên Dêrikê: Gelê Kurd tayînkirinên perlemantoya Sûriyê red dike
NÛÇE

Welatiyên Dêrikê: Gelê Kurd tayînkirinên perlemantoya Sûriyê red dike

11/07/2026
Çima dewleta Tirk dadgehkirina Îmamoglu li paş dixe?
NÛÇE

Çima dewleta Tirk dadgehkirina Îmamoglu li paş dixe?

11/07/2026
Ji bo bîranîna Şehîd Tofan Dêrik wê pêşbirkek lidar bikeve
ÇAND Û HUNER

Ji bo bîranîna Şehîd Tofan Dêrik wê pêşbirkek lidar bikeve

11/07/2026
Niştecihên Qamişlo li dijî guhertina navê Kobanê xwepêşandan kirin
NÛÇE

Niştecihên Qamişlo li dijî guhertina navê Kobanê xwepêşandan kirin

10/07/2026
Roja Nifûsa Cîhanî
CIVAK Û JIYAN

Roja Nifûsa Cîhanî

10/07/2026
  • HAJMARA PDF
  • Kovara Mizgîn
  • Arşîv

Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
  • العربية

Hemû maf parastî ne.