Saturday, July 11, 2026
  • العربية
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
Rojnameya Ronahî
No Result
View All Result

Bangên avakirina lêpirsîneke navdewletî û cezakirina sûcdaran 

27/07/2025
in JIN
A A
Bangên avakirina lêpirsîneke navdewletî û cezakirina sûcdaran 
Share on FacebookShare on Twitter

Lîloz Hisên/Qamişlo

Jinên bajarê Qamişlo komkujiyên ku derheqê pêkhateyan tê kirin şermezar kirin û wiha anîn ziman: “Divê lêpirsîneke navdewletî ji bo cezakirina sûcdaran û pêkanîna edaletê pêk were herwiha bi awayekî bilez van komkujiyan bidin rawestandin.”

Ji dema hilwişandina rêjîma Baas heya niha, bi hincetên derewîn desthilata Şamê ya veguhêz pêkhateyan qir dike. Di destpêkê de bi hinceta bermahiyên rêjîma berê pêkhateya Elewî dan qirkirin û bi awayekî hovane jin, mêr, zarok û kesên bi temen mezin bê guneh bi awayên dijî mirovahî kuştin, paşê berê xwe da gelê Durzî bi hincetên cuda dûrî rastiyê û desrxistin xîtaba nefretê ku pêkhateyan li dijî hev ra dike.

berya 15 rojan desthilata Şamê bi hêzeke mezin berê xwe da bajarê Siwêdayê ku tê de gelê Durzî dijî, dixwest ku bi yek rengî hukmê xwe li ser wan ferz bike, lê îrade û hêviyên gelê bajar berovajî pilanên hikumetê ye, ji ber ku ew jî banga Sûriyeke nenavendî û demokratîk bê avakirin; dikin. Komkujî û qirkirinên hovane bi serê vî gelî pêk hat û heya niha berdewam e, tevî raghandina agirbestê, lê bi pilanên qirêj hîn desthilata Şamê hêzên xwe gur dike ji bo êrişan li ser Durziyan pêk bînin.

Derbarê vê mijarê de Komîteya Jin di Desteya Perwerde û Fêrkirinê ya kantona Cizîrê Sefa Siltan destnîşan kir ku komkujiyên li dijî Durziyan û tevahî gelê Sûriyê tê kirin sîstematîk in û wiha got: “Ev komkujî tevna Sûriyê bi giştî hedef digre, êdî wê bibe sedema şerê navxweyî di navbera hemû pêkhateyan de rû bide. Bajarê Siwêdayê ev demeke li hember êrişeke mezin tên ku jin, mêr, zarok û kesên bi temen mezin hedef digre herwiha malên sivîlan û nexweşxaneyan bomberan dikin ev kiryara binpêkirineke li dijî mafên mirovahiyê ye.”

‘Mîna rêjîma berê desthilata veguhêz tev digere’

 Sefa Siltan diyar kir ku di çarçoveya bûyerên ku em tê de derbas dibin hîn rewş ne zelal e û wiha anî ziman: “Hikumeta Sûriyê ji destpêka hatî ser serweriyê destûrek nivîsand bi şiklê yek rengî û pêkhateyên dîtir dûrxistin û mîna rêjîma berê tev digere. Em hêvî dikin ku desthilata Şamê li nêrînên gel guhdar bike û temsîla wan bike, Sûriyeke cihêreng ku her kesî qebûl bike bê avakirin. Divê destûrek bê avakirin ku mafê hemû pêkhateyan misoger bike di bin siya welatekî azad û demokrat de.”

‘Hikumetek yek reng di welatê pirreng de, tehlukeye’

Rêveberiya Weqfa Jina Azad a Sûriyê Siltan Xişo destnîşan kir ku li Sûriyê rewşeke pir hesas û xeter tê jiyan kirin û wiha got: “Hikumetek ku bi yek reng û dengî welatekî ava bike û di nava welat de zêdetirî çend pêkhate, ol û

mezheb hebin û pirreng be, tehlukeyeke. Ji dema desthilata veguhêz hat ser hukimê dewletê bi hincetên derewîn qetlîama li ser pêkhateya elewî anî, piştre jî berê xwe da gelê durzi ku dixwaze heman komkujiyan pêk bîne, ji bo hikumetek yek rengî raghîne û pêkhateyên dîtir dûr bixe. Êrişa ku hikumeta veguhêz pêk anî bi xwe re gelek komkujî anî bi awayên cuda zarokên bê sûc, sivîlên ku qet ranehiştine çekan, jin û kesên bi temen mezin hatin kuştin çi bi şewitandin, serjêkirin û kuştina meydanî heman hişmendiya DAIŞ’ê.”

‘Em banga avakirina komîteyeke navdeweletî ji bo lêpirsînê dikin’

Siltanê Xişo di dawî de bang kir ku komîteyeke navdewletî ji bo lêpirsînê bê avakirin û sûcdarên komkujiyan bên darizandin û wiha gotina xwe qedand: “Komkujiyên hatin kirin tirsekî di nava pêkhateyên din de çêdike herwiha baweriya gel bi hikumetê winda dibe û dihêle pêkhate jî ji hev ne bawer bin. Divê desthilata Şamê qebûl bike ku Sûriyê pirreng e nabe bi yek rengî dewletê ava bike, her kes bi zimanê xwe deng û rengê xwe, karibe nêrînê xwe bîne ziman; jiyan bike. Bi vê yekê gerek hikumet gavan bavêje.”

ShareTweetPin

Herî Dawî

‘Çavê li deriyan, xwelî li seriyan..’
Serbest

Di serdemên pevçûnan de hewildan û însiyatîfa çareseriya demkoratîk

11/07/2026
Welatiyên Dêrikê: Gelê Kurd tayînkirinên perlemantoya Sûriyê red dike
NÛÇE

Welatiyên Dêrikê: Gelê Kurd tayînkirinên perlemantoya Sûriyê red dike

11/07/2026
Çima dewleta Tirk dadgehkirina Îmamoglu li paş dixe?
NÛÇE

Çima dewleta Tirk dadgehkirina Îmamoglu li paş dixe?

11/07/2026
Ji bo bîranîna Şehîd Tofan Dêrik wê pêşbirkek lidar bikeve
ÇAND Û HUNER

Ji bo bîranîna Şehîd Tofan Dêrik wê pêşbirkek lidar bikeve

11/07/2026
Niştecihên Qamişlo li dijî guhertina navê Kobanê xwepêşandan kirin
NÛÇE

Niştecihên Qamişlo li dijî guhertina navê Kobanê xwepêşandan kirin

10/07/2026
Roja Nifûsa Cîhanî
CIVAK Û JIYAN

Roja Nifûsa Cîhanî

10/07/2026
  • HAJMARA PDF
  • Kovara Mizgîn
  • Arşîv

Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
  • العربية

Hemû maf parastî ne.