Wednesday, July 15, 2026
  • العربية
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
Rojnameya Ronahî
No Result
View All Result

Telet Yûnis; Hêzên hegemon li ser xaka Sûriyê bazariyan dikin

26/07/2025
in NÛÇE
A A
Telet Yûnis; Hêzên hegemon li ser xaka Sûriyê bazariyan dikin
Share on FacebookShare on Twitter

Amara Baran/ Qamişlo

Endamê  Meclisa Giştî ya PYD’ê Telet Yûnis destnîşan kir ku êrîşên hikûmeta vegûhez a  Şamê li ser  Dûrzî û Elewiyan encama hişmendiyekw olperest û nîjadpereste  û wiha got: “Hêzên hegemon vê rewşê  weke firsendekê dibînin û ji bo berjewendiyên xwe  li ser xak Sûriyê bazariyan dikin.”

Dewleta Tirk, DYE û Îsraîlê  alozî û kiryarên ku di Sûriyê tê kirin ji xwe re weke firsendekê dibînin û  bazariyan li ser xaka Sûriyê û gelên Sûriyê dikin. Endamê Meclisa Giştî  a PYD’ê Telet Yûnis divî çarçoveyê de bersiva pirsên rojnameya me da û hevpeyvîn wiha ye:

-Êrîşên dawiyê yên hikumeta veguhez a Şamê bi destê hêzên derve û bi taybet bi destê  Tirkiyê tê meşandin , hûn vî yekê çawa dinirxînin?

Dewleta Tirk di destpêka alozî û kirîzan de heta niha destwerdanekê dike, îro jî dixwaze ku  hikumeta veguhêz a Şamê  li gor berjewendiyên xwe bidin meşandin. Bi navê eşîreyan çekdaran  kom dikin û êrîşên gelê Dûrzî dikin.  Hemû jî ji aliyê dewleta Tirk ve hatine rêxistinkirin. Van êrîşan di encama desthilatdariyeke nû û zîhniyeteke olperest û nîjadperestî didin meşandin.  Zîhniyeta hikumeta veguhêz a Şamê ne li gor hêvî û daxwazên gelên Sûriyê ye, parçabûnekî di nav gelên Sûriyê de dide avakirin.

Kiryarên ku îro li Siwêdayê tên meşandin qetlîam û komkujî li ser hebûn û nasnameya gelê Elewî û Dûrzî ye, qetlîamên ku tên meşandin dûrî rastiya gelê Sûriyê ye. Zîhniyeta nîjadperest ya ku tê meşandin bixwe re kûrkirina aloziyan û ne aramiya Sûriyê dide çêkirin, Hikumeta veguhez heta niha tu gavên ber bi guhertineke demokratîk ku tevahiya gelên Sûriyê di avakirina SûriyekE nû de ku hêviyên gelan pêk bîne, nehatiye kirin. Kiryarên ku tên meşandin berdewamiya siyaseta Rejîma Baas e ku nedîtina îradeya gelên Sûriyê bû, ji bo îstîqrara Sûriyê tu gûhertinan bi xwe re çênake berovajî nakokî hên kurtir dibin.

-Niha ji milekî ve Îsrail ji milekî ve jî Tirkiye û Emerîka bazariya xwe li ser gel û axa Sûriyê dikin li gorê we hikûmeta Şamê ya veguhez çawa di nav van bazariyan de cihê xwe digre?

Hêzên hegemon û heremî li ser xaka Sûriyê bazariyan dikin, di Rojhilata Navîn û cîhanê de jî hemû hêz li gor berjewendiyên xwe ji bo ji nûve dîzaynkirina heremê bi heman siyasetê bazarî li ser xaka Sûriyê tên meşandin. Li ser hesabê gelên Sûriyê bazarî tên kirin ev jî nakeve bin xizmeta gelên Sûriyê. Tirkiye, Îsraîl û Amerîka ji bo ku desthilata xwe di heremê de bidin çêkirin axa Sûriyê li gor berjewendiyên xwe dîzayin dikin.

Bazarî û nakokiyên heyî bandorê li ser aramiya ku di Sûriyê bê çêkirin, dike.  Ew jî bi xwe re  berdewamiya kurbuyîna aloziyan tîne. Lazime gelên Sûriyê ji bo avakirina Sûriyeke demokrat, yekbûyî û hevgirtina xwe bide avakirin ku bibe diyaloga Sûriyeyê. Hikumeta vegûhêz a Şamê heta niha li gor berjewendiyên gelên Sûriyê tevnagerin. Hemû hêzên ku bi îrada hêzên derve tevdigerin dawiya wan pir zêde narûnê, îro siyaset şaş û qirêj li hemberê îradeya gel tê meşandin.

-Piştî komkûjiyên  li ser Elewî û Drziyan gef li ser Kurdan tê kirin. Ev jî nîşan dide ku xeteriya şerekî navxuyî li holê ye, ev hişmendî Sûriyê ber bi ku ve dibe?

Êrîşên hovane yên ku  li ser gelê Beravê û Siwêdayê tên meşandin ew jî bandora zihniyeteke yek alî û yek reng e ku ji derveyî xwe kesê qebûl nakin. Zihniyeteke olperest, netewperest ku dixwazin Sûriyeke yek reng bidin rûniştandin. Êrîş û kiryarên ku tên kirin çawa ku çeteyên DAÎŞ’ê li Bakûr û Rojhilatê Sûriyê komkujî li ser gel da meşandin, heman zihniyet û kiryar li Siwêda û Beravê li ser gelê Elewî û Dûrzî jî tê meşandin. Komkujiyên ku tên meşandin ne li gorî çanda Sûriyê ye di bin navê qebîle û êşîrande  komkujiyan pêk tînin.

Ji bo Sûriyeke reng îro gef li ser heremên me tên xwerin, siyasetekî ku dixwazin tevlîheviyê di raya giştî de bidin çêkirin ku dibêjin piştî Elewî û Durziyan, Kurd armanc in. Gelê kurd berê jî bi wan kiryaran re rû bi rû mane û berxwedaniyeke mezin  dane û didin meşandin.  Gelê kurd bi berxwedanî û tekoşîna xwe,  DAÎŞ’ê û komên çeteyan têk birin, siyaseta heyî lazime bê seknandin, gelên Sûriyê kiryarên ku li ser gel tê meşandin qebûl nekin.  Berdewamkirina êrîş û siyaseta ku hikumeta veguhêz ya Şamê dimeşîne ew komên çekdar yên ku dide meşandin xeterî li ser gelên Sûriyê û pêşeroja Sûriyê  dide avakirin. Gelên Sûriyê lazime li hemberî hişmendiya heyî biryara xwe bide û îradeya xwe bide nîşandan ku desthilatdariyekî nû li Sûriyê nayê qebûlkirin. Zihniyetên ku dûrî rastiya gelênSûriyê ne nayê ne qebûlkirin. Hikumeta Şamê ya vegûhez Ji bo avakirina Sûriyekî demokrat  li daxwaz û xastekên gelên Sûriyê vegere û îradeya wan esas bigre.

-Ji bo hevgirtina gelan pêk bê û dawî li hişmendiya qirkirin û qetilkirinan bê  erka ku dikeve ser milê Rêveberiya Xweser û gelên Sûriyê çi ye?

Gelên Bakûr û Rojhilatê Sûriyê li hemberî êrîşan yekîtî û hêza xwe daye avakirin û li hemberî hemû êrîşan berxwedaniyeke bêhempa daye meşandin. Ew siyaseta ku dixwazin tevlîhevî di heremê de bidin çêkirin tu carî ji aliyê gel ve neyê qebûlkirin û bi ser jî nekeve, gelên Bakûr û Rojhilatê Sûriyê bûye nemûne ji tevahiya cîhanê re û ji gelê Sûriyê re jî ku çawa yekîtiya xwe bidin avakirin. Gel tu car rê nede nakokiyên ku dixwazin di nava gel de bidin çêkirin û li hemberî hewildanên êrîşan jî wê berxwedaniyekî mezin bidin meşandin.

Li hemberî rewş û zihniyeta heyî erk dikeve li ser milê tevahiya gelênSûriyê de, lazim e xwe dûrî hişmendî û zîhniyeta netewperest û olperest bixin. Gelên Sûriyê tevahî bi reng û nasnameya xwe dikarin bi hevdûre jiyan bikin. Rêveberiya Xweser ji bo tevahiya Sûriyê nimûne ye ji bo çareserkirina pirsgirêkên Sûriyê de. Çawa li Bakûr û Rojhilatê Sûriyê hemû pêkhate bi renge xwe û bi nasname û çanda xwe dikarin bi hevdûre jiyan bikin ev nimûne çareseriyê ji bo tevahiya pirsgirêkan. Hikumeta veguhez lazime dev ji wan kiryaran berde bi siyasetekî kul i ser bingeha îradeya gelê sûriyê û avakirina sûriyekî demokrat ku hemû gelan dinav xwe de hembêz bikin.

ShareTweetPin

Herî Dawî

Ragêşiya Îran û Amerîka piştî lûtkeya NATO’yê zêdetir bû
NÛÇE

Ragêşiya Îran û Amerîka piştî lûtkeya NATO’yê zêdetir bû

14/07/2026
Li Dêrikê Berxwedana 14‘ê Tîrmehê hat bi bîranîn
NÛÇE

Li Dêrikê Berxwedana 14‘ê Tîrmehê hat bi bîranîn

14/07/2026
Li Îranê jin bi hişmendiya îslama radîkal û tundûtûjiya sîstematîk tên kuştin
JIN

Li Îranê jin bi hişmendiya îslama radîkal û tundûtûjiya sîstematîk tên kuştin

14/07/2026
Nameya ku Hayrî Dûrmûş 46 sal berê nivîsî bû hat weşandin
ROJEV

Nameya ku Hayrî Dûrmûş 46 sal berê nivîsî bû hat weşandin

14/07/2026
Berxwedana 14’ê Tîrmehê textê faşîzmê hejand
CIVAK Û JIYAN

Berxwedana 14’ê Tîrmehê textê faşîzmê hejand

13/07/2026
‘Pêwîst e sînorek ji buhabûnê re bê dayîn’
CIVAK Û JIYAN

‘Pêwîst e sînorek ji buhabûnê re bê dayîn’

13/07/2026
  • HAJMARA PDF
  • Kovara Mizgîn
  • Arşîv

Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
  • العربية

Hemû maf parastî ne.