Wednesday, July 15, 2026
  • العربية
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
Rojnameya Ronahî
No Result
View All Result

Jinên Qamişlo: Azadiya Rêber Apo misogerkirina pêvajoya aştiyê ye

26/07/2025
in NÛÇE
A A
Jinên Qamişlo: Azadiya Rêber Apo misogerkirina pêvajoya aştiyê ye
Share on FacebookShare on Twitter

Lîloz Hisên/Qamişlo

Jinên bajarê Qamişlo diyar kirin ku êdî pêwîst e Rêber Abdullah Ocalan fîzîkî were azadkirin, ji ber ku azadiya Rêber Apo misogerkirina serkeftina pêvajoya aştiyê ye.

 Di çarçoveya banga Rêber Apo ya “Aştî û Civaka Demokratîk” ku di 27’ê Sibatê de hate kirin û biryara dîrokî ya feshkirina xebata çekdarî ya Partiya Karkerên Kurdistanê, piştî 52 salên têkoşîna li dijî dewleta Tirk a dagireker ku gihaşt armancên xwe di serkeftina doza kurdî de. Îro diyaloga siyasî çareseriyeke bingehîne ji bo doza gelê kurd, lê pirs ew e çima heya niha Azadiya fîzîkî ya Rêber Apo pêk nehatiy!?

Di vê çarçoveyê de welatiya bajarê Qamişlo ya bi navê Raniya Salih diyar kir ku berdewamiya dîlgirtina Rêber Apo, pêşîgirtina çareseriyê ye û wiha got: “Ev 26 salin Rêber Apo di girtîhgeha Îmraliyê de ji bo çareseriya doza gelê kurd û tevahî gelên herêmê têkoşînek mezin dide meşandin, di 27’ê Sibatê de Rêber Apo banga aştiyê raghandin, piştre Partiya Karkerên Kurdistanê banga Rêber Apo pêşwazî kir û bi erkê xwe yê dîrokî rabû. Lê tevî vê yekê dewleta Tirk heta niha tu gavên berbiçav neavêtiye. Niha pêwîst e dimildest Rêber Apo fîzîkî were azadkirin, ji ber ku azadiya Rêber Apo şertek bingehîne ji bo serkeftina pêvajoya aştiyê.”

Raniya Salih axaftina xwe wiha qedand: “Di seranserî 26 salan de gelê Kurd dudilî nebûn di daxwazkirina azadiya fîzîkî ya Rêber Apo de, gelek çalakî, kampanî û insyatîf hatin lidarxistin, niha jî gav bi gav em nêzî azadiya wî dibin. Rêber Apo fedekaryeke mezin ji bo azadî û rûmeta me kiriye, bi taybet ji bo jinan. Tu hinceta dewleta Tirk nemaye ku Rêber Apo girtî bihêle, divê gavan bavêje ji bo nîşandana cidiyeta wî di pêkanîna çareseriyê de.”

‘Rêber Apo hêviya doza gelê kurd e’

Welatiya bi navê Welîda Hesen jî tekez kir ku azadiya Rêbr Apo pêwistiyeke rasteqîne ji bo pêkanîna aştiyê li herêmê ye û wiha anî ziman: “Azadiya Rêber Apo destpêkirina pêvajoya aştiyê li tevahî Rojhilata Navîn e. Eger Tirkiyê girtina Rêber Apo berdewam bike, bawerî di navbera aliyan de tune dibe.”

Welîda Hisên Hesen axaftina xwe wiha bi dawî kir: “Heta niha hikumeta Tirkiyê tu gavên cidî derbarê doza Rêber Abdullah Ocalan neavêtiye, tenê hin name ji rêbertî hatin girtin û hevdîtin li Îmraliyê pê re hate kirin, ji bilî vê yekê tiştek din çênebû, em bi vê qederê razî nabin. Em ê her daxwaz û têkoşîna azadiya fîzîkî ya Rêber Apo berdewam bikin, ji ber ku ew hêviya doza kurdî ye û kilîta çareseriya aştiyê li Rohilata Navîn e.”

ShareTweetPin

Herî Dawî

Ragêşiya Îran û Amerîka piştî lûtkeya NATO’yê zêdetir bû
NÛÇE

Ragêşiya Îran û Amerîka piştî lûtkeya NATO’yê zêdetir bû

14/07/2026
Li Dêrikê Berxwedana 14‘ê Tîrmehê hat bi bîranîn
NÛÇE

Li Dêrikê Berxwedana 14‘ê Tîrmehê hat bi bîranîn

14/07/2026
Li Îranê jin bi hişmendiya îslama radîkal û tundûtûjiya sîstematîk tên kuştin
JIN

Li Îranê jin bi hişmendiya îslama radîkal û tundûtûjiya sîstematîk tên kuştin

14/07/2026
Nameya ku Hayrî Dûrmûş 46 sal berê nivîsî bû hat weşandin
ROJEV

Nameya ku Hayrî Dûrmûş 46 sal berê nivîsî bû hat weşandin

14/07/2026
Berxwedana 14’ê Tîrmehê textê faşîzmê hejand
CIVAK Û JIYAN

Berxwedana 14’ê Tîrmehê textê faşîzmê hejand

13/07/2026
‘Pêwîst e sînorek ji buhabûnê re bê dayîn’
CIVAK Û JIYAN

‘Pêwîst e sînorek ji buhabûnê re bê dayîn’

13/07/2026
  • HAJMARA PDF
  • Kovara Mizgîn
  • Arşîv

Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
  • العربية

Hemû maf parastî ne.