Sunday, July 12, 2026
  • العربية
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
Rojnameya Ronahî
No Result
View All Result

Heyva Sor a Kurd ji bo mexdûrên li Siwêdayê kampanya alîkariyê ragihand

26/07/2025
in CIVAK Û JIYAN
A A
Heyva Sor a Kurd ji bo mexdûrên li Siwêdayê kampanya alîkariyê ragihand
Share on FacebookShare on Twitter

Hêvî Keleş/ Qamişlo

Hevserokê Heyva Sor A kurd  Dilgeş Îsa destnîşan kir ku ji ber şert û mercên dijwar ên li bajarê Swêdayê û bandora li ser jiyana rojane ya niştecihan, pêdiviyeke lezgîn bi piştgiriya mirovî heye û wiha domand: “Heyva Sor a Kurd ji bo gelê Siwêdayê kampanya alîkariyê ragihand.”

Heyva Sor a Kurd ji bo xelkên Swêdayê yên zirar dîtine kampanya alîkariyê di 23 Tîrmehê de da destpêkirin. Heyva Sor a Kurd wekî beşeke erkê xwe yê mirovî  ew alîkariya lezgîn digihîne kesên ku herî zêde hewcedar in.

Derbarê komkirina Alîkariyan ji bo xelkên Siwêdayê Hevserokê Heyva Sor A kurd Dilgeş Îsa ji Rojnameya me re axivî.

‘Me banga alîkariyê ji bo xelkên Siwêdayê kir’

Hevserokê Heyva Sor A kurd Dilgeş Îsa anî ziman ku Heyva Sor A Kurd bangeke alîkariya lezgîn kirin ji bo xelkên Siwêdayê û wiha got: “Weke her kes dizane di demên dawî de xelkên Siwêdayê di rewşeke xerab de ne û zehmetiyan dikşînin di milê tenduristî û pêdiviyên jiyanê de, ji ber wê Heyva Sor a Kurd  banga alîkariyê kir kir, da ku karibin alîkariya xelkên Siwêdayê bike. Me Sindoqên xwe yên alîkariyê ji bo danheva alîkariyê li navendên xwe belav kirin û li ser malperên xwe yên medyaya civakî jî belav kirin, herwiha edrêsa bengê jî me diyar kir ji bo kesên li dervê yên ku bixwazin alîkariyê bikin û kesên dixwazin alîkar bibin dikarin serdana navendên Heyva Sor a Kurd ên li seranserî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bikin.”

‘Me ji 23 Tîrmehê dest bi kampaniya alîkariyê kir û wê heta 10 rojan bidome’

 Dilgeş Îsa destnîşan kir ku hin rêxistinên navnetewî jî bi wan re bûn alîkar û wiha axaftina xwe qedand: “Rxistinên navnetewî di navbera 10 heta 30 hezar dolarî kom kirin ji bo em bişînin ji xelkên Siwêdayê re. Me ji 23 Tîrmehê dest bi kampaniya alîkariyê kir û wê heta 10 rojan bidome, em ê hewil bidin di vê demê de ku em karibin alîkariyan bighînin Siwêdayê, têkililiyên me bi saziyên civaka sivîl,saziyên alîkariyê mirovahiyê li siwêdayê hene ji bo ku em karibin alîkariyên xwarin û tendirustiyê jî bighînin herêma Siwêdayê. Ji bo rewşa herêma Siwêdayê û xelkên wê em weke Heyva Sor a Kurd 24 seatan di xabatan de ne.”

Li gorî Rêvberiya Heyva Sor a Kurd ji bo kesên li derveyî Sûriyeyê dijîn û dixwazin alîkariyê bikin serî li van hesabên li jêr bidin:

Heyva Sor a Kurdistane e. V.

Bank: Kreissparkasse Köln

IBAN: DE 49 370 502 99 000 40 10 481

BIC/SWIFT: COKSDE33XXX

Paypal:  https://www.paypal.com/donate/?hosted_button_id=ST5BWWFB7FPGS

Paypal: [email protected]

ShareTweetPin

Herî Dawî

‘Çavê li deriyan, xwelî li seriyan..’
Serbest

Di serdemên pevçûnan de hewildan û însiyatîfa çareseriya demkoratîk

11/07/2026
Welatiyên Dêrikê: Gelê Kurd tayînkirinên perlemantoya Sûriyê red dike
NÛÇE

Welatiyên Dêrikê: Gelê Kurd tayînkirinên perlemantoya Sûriyê red dike

11/07/2026
Çima dewleta Tirk dadgehkirina Îmamoglu li paş dixe?
NÛÇE

Çima dewleta Tirk dadgehkirina Îmamoglu li paş dixe?

11/07/2026
Ji bo bîranîna Şehîd Tofan Dêrik wê pêşbirkek lidar bikeve
ÇAND Û HUNER

Ji bo bîranîna Şehîd Tofan Dêrik wê pêşbirkek lidar bikeve

11/07/2026
Niştecihên Qamişlo li dijî guhertina navê Kobanê xwepêşandan kirin
NÛÇE

Niştecihên Qamişlo li dijî guhertina navê Kobanê xwepêşandan kirin

10/07/2026
Roja Nifûsa Cîhanî
CIVAK Û JIYAN

Roja Nifûsa Cîhanî

10/07/2026
  • HAJMARA PDF
  • Kovara Mizgîn
  • Arşîv

Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
  • العربية

Hemû maf parastî ne.