Lîloz Hisên/Qamişlo
Ji bo piştgiriya civaka Durzî li Siwêdayê komeke ji rewşenbîr û çalakvanên bajarê Kobanê insyatîfeke mirovahî bi navê “Bukra Ehlaa” di 13’ê Tîrmehê de dabûn destpêkirin, dewam dike.
Ji bo piştgiriya civaka Durzî li Siwêdayê û xwedîderketina li jin û zarokan komeke ji rewşenbîr û çalakvanên bajarê Kobanê insyatîfeke mirovahî bi navê “Bukra Ehla” ango Sibe Xweştir e dan destpêkirin. Di 13’ê meha Tîrmehê li ser bajarê Siwêdayê êrişeke mezin hate kirin, tê de kuştin, dizî û talankirin ji hêla çeteyan hate kirin, ev kampanî yekîtiya pêkhateyên Sûriyê û mafê gelan di pêkanîna çarenûsê nîşand dide.

Ji bo xwedîderketina li gelê Siwêdayê kampanî hat detpêkirin
Komeke ji hunermend, reşwenbîr, rojnamevan, parêzer û kesayetên serbixwe ji bajarê Kobanê tevlî kampaniyê bûn.
Di hemleya ku di 18’ê Tîrmehê de hate destpêkirin, pere, derman, pêwistiyên zarokan, pêwistiyên jinan, pêwistiyên xwarinê tê komkirin.
Di riya vê hemleyê de nameyên hezkirin û berxwedanê ji Kobanê heta Siwêdayê tê nîşandan û tekezkirina li ser yekbûna êşa gelê Sûriyê tê kirin.
Armanca bingehîn ji vê insyatîfê ew e tekezkirina li ser biryara yekbûna çarenûsa Sûriyê ye, di vê çarçoveyê de endama insyatîfê Hêvîdar Heranî ji rojnameya me re axivî û wiha got: “Em komeke ji rewşenbîr, parêzer û rojnamevan, ev insyatîf me destpê kir ji bo piştgiriya gelê me yê li Siwêdayê. Insyatîfa me serbixwe ye ne girêdayî tu aliyekî ye, bi riya vê insyatîfê me xwest destnîşan bikin li ser girêdana me bi nasnameya Sûriyê ya hevbeş.”
Hêvîdar Heranî destnîşan kir ku yek ji sedemên bingehîn ku bi vê insyatîfa mirovahî rabûn ew e ji ber ku Kobanê jî di heman êşê berî çend salan de derbas bû ji hêla çeteyan.
Hêvîdar Heranî îşaret kir ku insyatîf wê 10 rojan dewam bike û eger pêwîstê hebe dibe ku dirêjtir bikin.
Cihê komkirina alîkariyan:
Kampaniya Mehran li qada Azadiyê û Xwaringeha Rîf Lubnanî ji 8’ê sibehê heta seat 7’ê êvarî, ev cih sabit in.
Piştî nîvro yên gerok jî hene her roj li cihekî ye.
Hêvîdar Heranî di dawî de diyar kir ku destekdayîna gel ji vê alîkariyê re bi awayekî balkêş tê kirin.






