Sunday, July 12, 2026
  • العربية
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
Rojnameya Ronahî
No Result
View All Result

‘Azadiya Rêber Apo azdiya mirovahiyê ye’

24/07/2025
in ROJEV
A A
‘Azadiya Rêber Apo azdiya mirovahiyê ye’
Share on FacebookShare on Twitter

Dîlan Mulhim\ Qamişlo

Endamê Mecilsa PYD’ê Wasil Esed diyar kir ku Ji bo ku dewleta Tirk bi awayek cîdî tevlî pêvajoyê bibe û mafê hêviyê yê Rêber Apo pêk bîne, kampaniya gerdûnî ya ku di  25’ê Hezîranê de hate destpêkirin bi daxwaza“Ez dixwazim bi Rêber Apo re hevdîtinê bikim’ û got: “Azadiya Rêber Apo azdiya mirovahiyê ye”

Di 25’ê Hezîranê de kampaniya “Ez dixwazim bi Rêber Apo re hevdîtin bikim” ji aliyê Forma Azadî û Aşîtiyê ya Ewropayê (EFFP) ve hatiye destpêkirin, berdewama pêngava “Ji Abdullah Ocalan re azadiya fîzîkî û ji pirsgirêka Kurd re çareserî ye” ye.

Di derbarê kampaniya ‘Ez dixwazim bi Rêber Abdullah Ocalan re hevdîtin bikim’ endamê mecilsa PYD’ê ya  bajarê Qamişlo Wasil Eshed ji Rojnameya me re axivî.

kampanya  di astekî bilind de didome

Wasil Eshed di destpêka axaftina xwe de wiha got: “Bi armanca ku zext li dewleta Tirk bê kirin û da ku bi cidî tevlî pêngava aştiyê bibe kampaniya gerdûnî bi durişmeya “Ez dixwazim bi Rêber Apo re hevdîtinê hevdîtin bikim’ hate destpêkirin, kampaniya di asteke bilind de berdewam dike. Herwiha kampaniya “Ez dixwazim bi Rêber Apo re hevdîtin bikim” berdewamiya pêngava “Ji Rêber Apo re azadiya fîzîkî û pirsgirêka Kurd re çareserî ye”.Em bala xwe bidinê ku Rêber Apo zêde azadiya xwe ya şexsî nade pêş di tevahî hevdîtin û danûstandinan de ev tê dîtin, her dibêje çareseriya di navbera dewleta Tirk û Gelê Kurd e. Ruxmî ku Rêber Apo û tevgera azadiyê ji bo aşîtî û civaka Demokratîk erka ku  dikeve ser milê wan pêkanîn, lê heta niha deweleta Tirk ji aliyê xwe ve gav navêtin e. Lewma êrişên xwe yên li dijî parastina herêmên medyayê berdewam dike,  ji bo ku aşitî pêk were lazime êrîş bên rawestandin.”  

‘Azadiya Rêber Apo azadiya gelan e’

Wasil Eshed da zanîn ku  ev 27`salin ku Rêber Apo ji aliyê dewleta Tirk ve dîl hatiye girtin û bi salane berxwedanî û têkoşîneke mezin dide meşandin û wiha berdewam kir:“ Em jî li ser fikir û felsefeya Rêber Apo berxwedaniyê dikin û Rêber Apo dibêje em ne aşiqê xwînêne, lê em aşikê azadiyê ne, azadiya Rêber Apo azdiya mirovahiyê û gelan e. Çareseriya tevahiya Rojhilata Navîn girêdayî azadiya Rêber Apo ye û xwesteka gelê kurd tevahî ew e, ku Rêber Apo azad bibe. Di heman demê de em li ser fikir û ramanê Rêber Apo berxwedaniyê dewam dikin û li ser vî bingehî armanca me avakirina biratiya gelan e. Hemû pêkhateyên herêmê bi Kurd, Ereb û Suryanî li ser fikrê Rêber Apo têkoşînê didin meşandin.”

‘Pêwîst e bi aweyekî lezgîn hevdîtin bi Rêber Apo re werin kirin’

Wasil Eshed anî ziman ku berî niha gelek kampaniya li ser asta cîhanî û Rojhilata navîn ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber Apo hatin li darxisti û wiha pêda çû” Niha jî kampaniya ku ez dixwazin bi Rêber Apo re hevdîtin bikim hatiye destpêkirin û berdewam e. Ji bo vê yekê pêwîst e bi aweyekî lezgîn hevdîtin bi Rêber Apo re were kirin, bê ku alozî çêbibin û zehmetî derkevin. Ji ber ku dem hatiye ku Rêber Apo azad bibe û hêviya me ewe ku ev yek pêk were. Ji ber ku azadiya Rêber Apo çareseriya pirsgirêka tevahiya Rojhilata Navîn e.”

‘Pêwîst e her kes li gorî pêvejoya niha bi xebite’

Endamê mecilsa PYD’ê yê bajarê Qamişlo Wasil Eshed axaftina xwe wiha bi dawî kir: “Pêwîst e kesên ku dixwazin bi Rêber Apo re hevdîtin bikin diyalog pêşbixin, da ku bi lez û bez hevdîtin bi Rêber Apo re werin çêkirin. Ji ber ku dem hatiye ku bi zimanê diyalogê pirsgirêka Rojhilata Navîn were çareserbikin û Rêber Apo fîzîkî azad bibe. Lewma jî divê ku dewleta Tirk ji aliyê xwe ve gavên berbiçav bavêje, da ku pirsgirêka gelê Kurd were çareserkirin û mafê hêviyê pêk were. Pêwîst e her kes li gorî pêvajoya niha û bi taybet pêvejoya dîrokî ya ku Rêber Apo destpêkiriye bi xebite, da ku bi baweriyeke mezin û bi sekineke bi rûmet mafê wekheviyê bi hev re bidestbixin.”

 

ShareTweetPin

Herî Dawî

‘Çavê li deriyan, xwelî li seriyan..’
Serbest

Di serdemên pevçûnan de hewildan û însiyatîfa çareseriya demkoratîk

11/07/2026
Welatiyên Dêrikê: Gelê Kurd tayînkirinên perlemantoya Sûriyê red dike
NÛÇE

Welatiyên Dêrikê: Gelê Kurd tayînkirinên perlemantoya Sûriyê red dike

11/07/2026
Çima dewleta Tirk dadgehkirina Îmamoglu li paş dixe?
NÛÇE

Çima dewleta Tirk dadgehkirina Îmamoglu li paş dixe?

11/07/2026
Ji bo bîranîna Şehîd Tofan Dêrik wê pêşbirkek lidar bikeve
ÇAND Û HUNER

Ji bo bîranîna Şehîd Tofan Dêrik wê pêşbirkek lidar bikeve

11/07/2026
Niştecihên Qamişlo li dijî guhertina navê Kobanê xwepêşandan kirin
NÛÇE

Niştecihên Qamişlo li dijî guhertina navê Kobanê xwepêşandan kirin

10/07/2026
Roja Nifûsa Cîhanî
CIVAK Û JIYAN

Roja Nifûsa Cîhanî

10/07/2026
  • HAJMARA PDF
  • Kovara Mizgîn
  • Arşîv

Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
  • العربية

Hemû maf parastî ne.