Saturday, July 11, 2026
  • العربية
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
Rojnameya Ronahî
No Result
View All Result

Zarok amadekariyên xwe ji bo pêşengeha wênesaziyê dikin

24/07/2025
in ÇAND Û HUNER
A A
Zarok amadekariyên xwe ji bo pêşengeha wênesaziyê dikin
Share on FacebookShare on Twitter

Hemza Sêvo/ Qamişlo

Pêşangeha wênesaziyê ya zarokan wê di 15’ê Tebaxê de were destpêkirin. Niha jî 45 zarok amadekariyên xwe ji bo wê dikin. Sidqî Nebo û Zêrîn Elî jî du zarokên Kurd in her yek ji wan nêzî 10 tablo bi xeyalên zaroktiya xwe xêz kirine da ku tevlî pêşangehê bibin.

Dewreya perwedeya wênesaziyê ji hêla Tevgera Mezobotamyayê ya Çand û Hunerê li Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi hevkariya Komîna Şano li kantona Cezîrê û bi piştgiriya Şaredariya Gel a bajarê Qamişlo hatiye destpêkirin.

Ev perwerde di çarçoveya amadekariyên pêşangeha wênesaziyê de ji 1’ê Pûşberê ve li bajarê Qamişlo hatiye destêkirin.
Bi armanca pêşxistina jêhatiyên zarokan ên têkildarî hunera wênesaziyê bi durşmeya “Werin em bi hev re fêrî bedewî û zanînê bibin.” Perwerde hatiye destpêkirin.

Di perwerdeyê de 45 zarok beşdar bûne,  temenê wan di navbera 7 heta 15 salî de ye.
Herwiha wê di 15’ê Tebaxê de pêşangeheke hunerî bi taybet ji bo zarokan were lidarxistin. Hêjayî bibîrxistinê ye ku wê hezar û 984 wêneyên ku zarokan xêz kirine di pêşangehê de werin pêşandan.

Zarokên bi navê Zêrîn Elî û Sidqî Nebo derbarê amadekariyên xwe ji bo pêşangehê de ji rojnameya me re axivîn.

‘Wênesazî rêhevala min e’

Sidqî destnîşan kir ku wênesazî ji bo wî rêhevaleke û wiha got: “Temenê min 13 sal e, ez bûm şagirtê refa 7’an, ji destpêka zaroktiya xwe ve ez ji wênesaziyê hez dikim û piraniya wextê xwe bi xêzkirina tabloyan derbas dikim, ji ber ku wênesazî rêhevala min e. Ez ne mîna zarokan im, bi taybet zarokên ku her tim dema xwe li kolanan derbas dikin. Dema ku hin tişt bala min dikşînin ez wan dixim mijara tabloyên xwe. Bi saya mamosteyên xwe ez tevlî perwerdeya ji bo pêşangehê bûm, mamosteyên me, em fêrî gelek tiştên girîng ên girêdayî wênesaziyê kirine, ez ji dil sipasiya wan dikim. Heya niha min 6 tablo ji bo pêşangehê amade kirine, lê ez dixwazim tabloyên din jî amade bikim.”

‘Tabloyên min mijarên Kurdewariyê vedibêjin’

 Sidqî Nebo anî ziman ku mijarên tabloyên wî li ser Kurdewariyê ne û wiha domand: “Rengên depî û kastel ez di tabloyên xwe de bi kar tînim, mijarên tabloyên min jî li ser Kurdewariyê ye. Yekem tabloya ku min xêz kir, li ser Kurdekî Rojhilatê Kurdistanê bû. Min ew kesê Kurd xêz kiriye dema ku rêjîma Îranê wî bi dar ve dike. Tabloyeke din heye, min weke nîşana aştiyê ya ku taybetmendiya Kurdan e, xistiye mijara tabloya xwe, min çek xêz kiriye û di devê çekê de gulek jî xêz kiriye.”

‘Ez ê bêtirî 10 tabloyan ji bo pêşangehê çêkim’

 Zêrîn Elî diyar kir ku ew ê bêtirî 10 tabloyan ji bo pêşangeha wênesaziyê ya zarokan xêz bike û wiha bi lêv kir: “Temenê min 9 sal e, ez bûm şagirta refa 4’an, ev bêtirî mehekê ye ku ez tevlî cîhana wênesaziyê bûme. Dayika min ez fêrî wênesaziyê kirim, niha ez tiştê di xeyala xwe de xêz dikim. Ez niha tevlî perwerdeyan dibim û amadekariyên xwe dikim ji bo pêşangehê. Heya niha min bêtirî 10 tabloyan xêz kiriye, min tablo li ser xwezayê û kesayetên Kurdî çêkirine. Ez tabloyên xwe bi rengên avî û depî çêdikim, herwiha tebeşûran jî bi kar tînim.”

ShareTweetPin

Herî Dawî

‘Çavê li deriyan, xwelî li seriyan..’
Serbest

Di serdemên pevçûnan de hewildan û însiyatîfa çareseriya demkoratîk

11/07/2026
Welatiyên Dêrikê: Gelê Kurd tayînkirinên perlemantoya Sûriyê red dike
NÛÇE

Welatiyên Dêrikê: Gelê Kurd tayînkirinên perlemantoya Sûriyê red dike

11/07/2026
Çima dewleta Tirk dadgehkirina Îmamoglu li paş dixe?
NÛÇE

Çima dewleta Tirk dadgehkirina Îmamoglu li paş dixe?

11/07/2026
Ji bo bîranîna Şehîd Tofan Dêrik wê pêşbirkek lidar bikeve
ÇAND Û HUNER

Ji bo bîranîna Şehîd Tofan Dêrik wê pêşbirkek lidar bikeve

11/07/2026
Niştecihên Qamişlo li dijî guhertina navê Kobanê xwepêşandan kirin
NÛÇE

Niştecihên Qamişlo li dijî guhertina navê Kobanê xwepêşandan kirin

10/07/2026
Roja Nifûsa Cîhanî
CIVAK Û JIYAN

Roja Nifûsa Cîhanî

10/07/2026
  • HAJMARA PDF
  • Kovara Mizgîn
  • Arşîv

Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
  • العربية

Hemû maf parastî ne.