Wednesday, July 15, 2026
  • العربية
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
Rojnameya Ronahî
No Result
View All Result

Xelatgirên Nobelê piştgirî dan banga Abdullah Ocalan

24/07/2025
in NÛÇE
A A
Xelatgirên Nobelê piştgirî dan banga Abdullah Ocalan
Share on FacebookShare on Twitter

Navenda Nûçeyan

88 xelatgirên Nobelê ku piştgiriyê didin Banga Aştî û Civaka Demokratîk a Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan nameyek ji saziyên navneteweyî re şandin ku Tirkiye jî endamê wan e.

88 kesayetên ku ji qadên cuda Xelata Nobelê wergirtine ji saziyên navneteweyî û Serokomariya Tirkiyeyê re nameyek şandin ku tê de piştgiriyê didin banga aştiyê ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, pêvajoya çareseriyê ya pirsgirêka kurd û di heman demê de fikarên xwe yên li ser şert û mercên girtîgehê yê 26 salan anîn ziman.

Kesayetên ku nameya hevpar destnîşan kirine wiha dibêjin, “Di demekê de ku li cîhanê şer giran bûye, banga Birêz Ocalan a ji bo aştî û demokrasiyê ya li Tirkiyeyê, ji bo gelên herêmê bûye ronahiyeke hêviyê.”

Di nameyê de, têkildarî doza Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan rexne li saziyên navneteweyî kirin û gotin, “Saziyên Ewropayê yên pêwendîdar û Komîteya Mafên Mirovan a Neteweyên Yekbûyî hewldaneke bi wate nîşan nedan”. Di anmeyê de bang li saziyên navneteweyî hate kirin ku bikin ku biryara sala 2014an a Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê ya li hemberî cezayê girtîgehê yê heta bi hetayê yê girankirî wergirtiye û berpirsyariya li ser bicihanîna ‘mafê hêviyê’ pêk bînin.

Bi vê nameyê re kesayetên ku Xelata Nobelê wergirtine cara sêyemîn tevlî doza Abdullah Ocalan dibin. Di nameyê de bang li saziyên navneteweyî hate kirin ku di mijara parastina mafên Ocalan de bikevin nava liv û tevgerê û bi van gotinan piştgirî ji pêvajoya aştiyê ya bi pêşengiya Ocalan re hate dayin: “Banga Birêz Ocalan xwedî ruhê aştî, xwişk û biratiyê ye ku Alfred Nobel bi xurtî destnîşan kir. Weke kesayetên ku Xelata Nobelê wergirtine em vê hewldanê nas dikin û piştgiriya wê dikin. Di çarçoveya jinûve destpêkirina danûstandinên aştiyê de, Birêz Ocalan ku lîder û nûnerê siyasî yê rewa yê gelê Kurd e divê azad bibe û destûr jê re bê dayin ku bi rengekî tam beşdarî pêvajoya aştiyê bibe; ev yek jî tê wê wateyê ku karibe bi rengekî serbest têkiliyê bi parêzerên xwe, partiya xwe û hemû aktorên vê pêvajoyê re dîne.”

Du xelatgirên Xelata Aştiyê ya Nobelê Jody Williams (1997) û Shirin Ebadi (2003) pêşengî ji vê hewldanê re kirin. Willims destpêka vê salê di hevpeyvînekê de bi van gotinan bal kişandibû ser girîngiya azadiya Abdullah Ocalan: “Em, ku rewşa wî demeke dişopînin, bêguman hêvî dikin ku Tirkiye bersiveke erênî bide, guh bide banga wî û şert û mercên tevlîbûnê biafirîne. Ew bi xwe lîderê tevlîkar ê vê pêvajoyê ye û di heman demê de pêwîstî bi ewlekariya wî heye.”

Williams têkildarî têkoşîna mafên gelê kurd got, “Di cîhana îro de weke ku em dibînin tenê qirkirin û nefret heye… Û Ocalan bi nîşandan helwesteke bi vî rengî re xwest aştiyê bi pêş ve bibe ku ev yek cihê îlhamê ye.”

Name ji hemû saziyên navneteweyî yên Tirkiye endamê wan e re hate şandin. Di nava van de Sekreterê Giştî yê Konseya Ewropayê, Komîserê Mafên Mirovan, Serokê Dadgeha Mafên Mirovan û Komîteya Pêşîlêgirtina Êşkenceyê (CPT) cih digirin. Her wiha ji hemû endamên Komîteya Wezîran a Konseya Ewropayê re jî nameyek hate şandin. Ev komîte wê bicihanîna biryara Dadgeha Mafên Mirovan a têkildarî Ocalan û Tirkiyeyê ya 25’ê Îlonê dibare nîqaş bike.

Nameyek din a duyemîn jî ji Serokkomarê Tirkiyeyê Recep Tayîp Erdogan ê ku hem bi bicihanîna biryarên AIHM’ê yên têkildarî doza Birêz Ocalan hem jî ji berdewamkirina pêvajoya aşitiyê û serkeftina wê gelekî berpirsiyar e re hate şandin.

 

ShareTweetPin

Herî Dawî

Ragêşiya Îran û Amerîka piştî lûtkeya NATO’yê zêdetir bû
NÛÇE

Ragêşiya Îran û Amerîka piştî lûtkeya NATO’yê zêdetir bû

14/07/2026
Li Dêrikê Berxwedana 14‘ê Tîrmehê hat bi bîranîn
NÛÇE

Li Dêrikê Berxwedana 14‘ê Tîrmehê hat bi bîranîn

14/07/2026
Li Îranê jin bi hişmendiya îslama radîkal û tundûtûjiya sîstematîk tên kuştin
JIN

Li Îranê jin bi hişmendiya îslama radîkal û tundûtûjiya sîstematîk tên kuştin

14/07/2026
Nameya ku Hayrî Dûrmûş 46 sal berê nivîsî bû hat weşandin
ROJEV

Nameya ku Hayrî Dûrmûş 46 sal berê nivîsî bû hat weşandin

14/07/2026
Berxwedana 14’ê Tîrmehê textê faşîzmê hejand
CIVAK Û JIYAN

Berxwedana 14’ê Tîrmehê textê faşîzmê hejand

13/07/2026
‘Pêwîst e sînorek ji buhabûnê re bê dayîn’
CIVAK Û JIYAN

‘Pêwîst e sînorek ji buhabûnê re bê dayîn’

13/07/2026
  • HAJMARA PDF
  • Kovara Mizgîn
  • Arşîv

Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
  • العربية

Hemû maf parastî ne.