Sunday, July 12, 2026
  • العربية
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
Rojnameya Ronahî
No Result
View All Result

‘Ji şêwazê DAIŞ’ê xerabtir li Sûriyê tê meşandin’

23/07/2025
in CIVAK Û JIYAN
A A
‘Ji şêwazê DAIŞ’ê xerabtir li Sûriyê tê meşandin’
Share on FacebookShare on Twitter

Ronahî Sadûn/Qamişlo

Elewiyê ji bajarê Himsê ku niha koçberî bajarê Qamişlo bûye Ferzat Mihemed diyar kir ku hikumeta Veguhêz bi hinceta paqijkirin bermahiyên rêjîmê şêwazê ji çeteyên DAIŞ’ê xerabtir bikar tîne û got, “Sûriyê ne ji bo yekî ye, Sûriyê ji bû giştî ye her kes xwedî wî mafî ye ku li welatê xwe bi mafê xwe jiyan bike.”

Komkujiyên li dijî Elewiyan li Sûriyê rêzekomkujiyên ku ji meha Kanûna 2024’an ve hatiye destpêkirin û heya niha jî berdewam dikin. Ev komkujî bi hilweşîna rêjîma Baas û bi hatina Hikumeta Veguhêz pêk tên. komkujî bi şêwazên hovane di destpêka Adara sala 2025’an de li parêzgeha Lazqiyê dest pê kiriye. Ev bûyer di demekê de qewimîn ku alozî û pevçûnên di navbera hikumeta Veguhêz a Şamê û kesê ku bi serokê berê yê Sûriyê Beşar Esed ve girêdayî ne, pêk hat. Li gorî Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyê ku ji 6’ê Adara 2025’an û vir ve di rêzekomkujiyên cûda de herî kêm hezar û 383 sivîl hatine kuştin. Çavdêriyê hejmara rastî ya kesên ku hatine kuştin texmîn kiriye ku pir zêde ne. Di heman demê de saziyê hişyarî daye û bal kişandiya li ser gorên komî ku kesên êrişkar ji bo veşartina mezinahiya hovîtiyên xwe, bikar tînin.

Bi taybet di destpêka Adara sala 2025’an de li parêzgeha Lazqiyê komkujiyên kujer dest pê kiriye ku li gorî Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyê, hêzên ewlekariya Sûriyê di heyama du rojan de bi sedan sivîl kuştibûn ku di nav wan de 52 kesên elewî tenê li bajarokên Muxtariye û Şîrê ku li herêmên gundewarê Lazqiyê qewimî bû. Tevî piştrastkirina  hikûmeta nû ku kêmneteweyên di Sûrîya nû de ewle bin, lê gelê elewî ji meha Kanûna sala 2024’an vir ve rastî gelek komkujîyan hatine û hîn jî ev li ser wan berdewam dike. Ya din jî ku ne tenê gelê elewî rastî van komkujiyan tê, lê gelên din ên di Sûriyê de jî vê yekê jiyan dikin.

Derbarê komkujiyên ku li Sûriyê bi ketina rêjîma Baas re hatine destpêkirin, Ferzat Mihemed ku yek ji Elewiyên bajarê Himsê ye û bi sedema komkujiyan koçberî bajarê Qamişlo yê Rêveberiya Xweser li Bakur û Rojhilatê Sûriyê bûye, ji Rojnameya me re axivî.

‘Em 24 seatan li ber çiraya çiqmaq man’

Ferzat Mihemed diyar kir ku wan tu carî pêkanîna komkujiyan texmîn nedikirin û wiha got: “Hatina Hikûmeta Veguhêz HTŞ’ê ji Sûriyê re ji nişkê ve bû, hemû Sûrî bi vê yekê matmayî man. Ya din jî welatiyên Sûrî pêkanîna komkujiyan tu çarî texmîn nedikirin. HTŞ’ê bi derbasbûna xwe ji Sûriyê re, dest bi kiryarên herî hovane kir û bi hinceta paqijkirina bermahiyên rêjîmê “tişt nema û nekir”. Dema derbasî Himsê bûn, gelek kes koçberî beravê bûn, yên ku gund û xizmên wan jî hebûn ji bajêr derketin. Lê ez yek ji wan kesên ku destpê derneket, tenê min malbata xwe şand gund. Ez li Himsê di heman bûyeran de bû. Dema agahî ji me re hatin ku wê derbasî Himsê bibin, em 24 seatan li ber çiraya çiqmaq man, ji ber agahiyên ji me re hatin ku hemû avahiyên li Himsê bi taybet ên li taxa Zehrai çirayên xwe vemrînin. Ev hîna destpêka tirsê bû, tirsa mezin ew bû ku bi derbasbûna wan dengê teqîn, çek û hwd… dest pê kir û kolan bi wan hatin dagirtin, hem jî te bixwe xeyal dikir ku dema ev çete derbasî çem te bibin, “jiyana te bidawî dibe”, ji ber tu cûdahî di navbera wan û çeteyên DAIŞ’ê de nebû. Bi vê yekê me şevek li hemberî sed şevan jiyan kir.”

‘Kolan di şevê de çawa bû, bi roj çawa ye!?’

Ferzat Mihemed eşekere kir ku di navbera wî û çeteyan de tenê kolanek hebû û wiha got: “Di navbera min û van hovan de tenê kolanek hebû. Dema min dengê wan dibihîst min digot; ew hatin me, ji ber birastî jî dihatin pêşiya deriyê avahiyê û hewl didan derîyan vekin, lê me di aliyê hundir de tedabîrên xwe girtibûn. Ev rewş heya berbanga sibehê dewam kir. Di sibehê de êdî ez rabûm da ku herim kelûpelan ji bo malê bînim. Kolan bi giştî vala bûn, lê hesinên ku wan danîbûn hebûn, ez daketim qada li gel mala me û min pêdiviyên malê anîn. Wê demê min dît tiştekî ne normal heye. Ji ber di şevê de çawa bû, bi roj çawa ye!?, di vê navberê de êdî min kesên biçek dîtin û wan dest bi pirsan kir; ku ez kî me, ji ku me, çi dikim û hwd…piştî ku pirsên xwe bidawî kirin, ez vegeriyam malê. Çi di hundirê navçeya li cem me qewimiye, hîn em pê nizanin, tenê agahî ji me re hatin ku tişt tune ye. Lê nêzî 6 navçeyên girêdayî navçeya Zehrai di şevê de koçberî derveyî Himsê bûn.

‘Kurê min şehîd e, çawa bîranînên wî bişewitînim’

Di heman şevê de, roja din rewş hêdî hêdî ji me re zelal dibûn ku rewş biarame. Lê çend rojên diser re agahî hatin ku lêgerîna malan û lêgerîna li ser çekan heye. Hem ez jî bi heval û xizmên xwe re di nava têkiliyê de bûn, ji min re gotin; her tiştê ku girêdayî şehîdan hebe, winda bikin. Lê kurê min şehîd e ez ê çawa bîranînên wî bişewitînim, ema  bê çare bûm, ne tenê min wêneyên kurê xwe şewitand, hemû kesên ku şehîdên wan hebû jî ev yek kirin. Ya din jî ew bû ku cilên leşkerî bavêjin çopê, li kêlek vê jî kesên ku çek di malên wan de bên dîtin, di erda xwe de tên kuştin.”

‘Di dema lêgerîna malan de çi bibin çi bikin, dikin’

Mihemed anî ziman ku lêgerîna malan ji aliyê çeteyan ve hate kirin û wiha got: “Dema ku hatin lêgerîna malan kirin ê ku dixwastin ew dibirin. Ji xwe di dema lêgerînê de jî nabe xwediyê malê di malê de bimîne, hemû dadixstin kolanan û li gorî xwe lêgerîn dikin, çi bibin çi bikin, dikin. Çend roj di ser re, êdî tên dipirsin kî leşkerê Baasê bû, di vir de cîran û kesên ku ji hev acizin dest bi tolê kirin û cîranên xwe radestî wan dikirin. Kesên dibirin jî piştî 2 an 3 rojan cenazetên wan dihatin dîtin, heya niha jî ev yek berdewam e. Herwiha kesên ku piştî seat 6’ê evarî jî li kolanan bên dîtin yekser ew tên kuştin.”

‘Her roj sûcek bi kesên bêsûc tê kirin’

Ferzat Mihemed tekez kir ku kuştin, revandin û hwd… li ser gelê elewî û gelên din jî berdewam e û wiha got: “Ez berî çend rojan hatim Qamişlo heya wê demê jî kuştin, revandin û hwd… berdewam bû. Li ser xalên kontrolê her kes tê daxistin. Di dema dawiyê de jî erebeyên xetan yên li Himsê kursiyên pêşî ji mêran û yên dawî ji jinan re. Dixwazim me vegerînin serdema xîlafiyetê. Lê em kengî di cûdabûna ol û pêkhateyan de dihizrîn. Ol ji bo hemû ya ne. Ez tenê niha behsa Himsê dikim, derveyî deverên din ê ku heman rewşê jiyan dikin. Her roj sûcek bi kesên bêsûc tê kirin, çete bi xwîneke sar wan gulebaran dikin û gumanên mezin ew ji aliyê HTŞ’ê ne. Heta li ser jinê kirîn û firton çê bûn. Hemû jî alên DAIŞ’ê hildane, ew dixwazin vegirin wîlayeta îslamî. Ez li ser bajarê Himsê behs dikim, li wir li gundewarên Rojava nêzî 60 ji sedî hemû Elewî ne û li wir giştî komkujî pêk hatin, mînaka wê komkujiya “Fahil” aqil wê ranake ku zêdeyî 400 kuştinên meydanî tê de pêk hatin. Li gundewarên birayên me yên Şîe jî kiryar pêk hatin û gelek ji wan jî koçber bûn.

Hemû sûc jî bi hinceta bermahiyên rêjîmê, lê niha kesên ku zeviyên xwe diçînin an jî xwendekarên ku diçin xwendinê, ew bermahiyê rêjîmê ku wan bi xwîneke sar dikujin. Lê kesên ku dewlet didzîn û hêz gel giştî birbûn çima kes wan lêpirsîn nekir. Li Himsê bi giştî bi taybet li gundewarên Elewiyan sûc, kiryar û komkujî pêk hatin. Gelek kes jî  koçberî Libnanê û beravê jî bûn, gelek jî berê xwe dan Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyê.”

‘Ne Beşar û ne Ehmed-Elşeri xwediyê Sûriyê ne’

Mihemed diyar kir ku gelên Sûriyê wekî ku tu sûd ji rêjîma Baasê negirt wê tu sûdê ji Ehmed-Elşeri jî negrin û wiha got: “Em ê heya kengî van rewşan jiyan bikin. Me ne ji Beşar û ne ji Ehmed Elşeri sûd wergirtiye. Sûda ku min ji Ehemed Elşeri girt ku ez ji mala xwe koçber bûm, kiryar û komkujî bi ser me de pêk anî, an jî ez û hevjîna xwa ji kar bên derxistin ew sûdên ku me girtin. Jixwe destpêkê me nizanîbû em berê xwe bidin kur me got; em ê herin Libnanê lê çûyîne me ji wir re çênebû, xizmên me li vir tunene lê ximên hevîne keça min li vir hebûn, me jî li rêya vir pirsîn gotin biewle ye ji bo wê hevjînê keça min û hevjîna min hatin vir. Piştî hatin min li wan pirsî gotin ev der rehete, gelê û komîn bi me re alîkare, ev yek hişt ez piştrast bibim û werim vir. Herwiha ewlebûna vir bi şev û roj heye. Niha ez li cem keça xwe û hevjînê wê me, em dixwaz dikin ku maleke baş ji me re jî bê dîtin, ji xwe di nava şev rojekê her tişt çê nabe.”

‘Sûriyê ne ji bo yekî ye’

Ferzat Mihemed axaftina xwe wiha qedand: “Sûriyê ne ji bo yekî ye, Sûriyê ji bû giştî ye û her kes xwedî wî mafî ye ku li welatê xwe bi mafê xwe jiyan bike. Em jî bi hêvîne ku qebûlkirin were çêkirin ku ne tenê gelê Sûnî li ser her tiştî be, lê pêkhateyên din jî xwedî heman mafî bin.”

ShareTweetPin

Herî Dawî

‘Çavê li deriyan, xwelî li seriyan..’
Serbest

Di serdemên pevçûnan de hewildan û însiyatîfa çareseriya demkoratîk

11/07/2026
Welatiyên Dêrikê: Gelê Kurd tayînkirinên perlemantoya Sûriyê red dike
NÛÇE

Welatiyên Dêrikê: Gelê Kurd tayînkirinên perlemantoya Sûriyê red dike

11/07/2026
Çima dewleta Tirk dadgehkirina Îmamoglu li paş dixe?
NÛÇE

Çima dewleta Tirk dadgehkirina Îmamoglu li paş dixe?

11/07/2026
Ji bo bîranîna Şehîd Tofan Dêrik wê pêşbirkek lidar bikeve
ÇAND Û HUNER

Ji bo bîranîna Şehîd Tofan Dêrik wê pêşbirkek lidar bikeve

11/07/2026
Niştecihên Qamişlo li dijî guhertina navê Kobanê xwepêşandan kirin
NÛÇE

Niştecihên Qamişlo li dijî guhertina navê Kobanê xwepêşandan kirin

10/07/2026
Roja Nifûsa Cîhanî
CIVAK Û JIYAN

Roja Nifûsa Cîhanî

10/07/2026
  • HAJMARA PDF
  • Kovara Mizgîn
  • Arşîv

Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
  • العربية

Hemû maf parastî ne.