Ayşa Silêman/Dêrik
Cîgira Hevseroka Meclisa gundên koçerata Xedîce Şeref diyar kir ku koçer herin kur bi cil û bergên xwe û bi rê û resmên xwe yên resen tên naskirin, ji ber ku gelekî bi çanda xwe ve girêdayî ne.
Tevî ku koçer ji sala 1928’an ve berê xwe nedane zozana, lê dev ji cil û bergên xwe bernedane û heman demê de heya roja îro rê û resmên xwe pêk tînin û ji çanda xwe dûr neketine.
Di derbarê çanda koçeran û rola jinê di nav koçeran de Cîgira Hevseroka Meclisa gundên koçerata Xedîce Şeref ji Rojnameya me re axivî.

Jin bingehê civakê ye
Xedîce Şeref da zanîn ku Jin di nav koçeran de xwedî roleke girînge û cihê wê taybet heye ji ber ku hertim jin li kêleka mêr cihê xwe digre û wiha got:” Ji ber ku mêr piraniya xwe li çolan bû jin kebaniya malê bû û mal bi rêve dibir, bi riya vê yekê şêwazê rêveberinê li cem wê hêsane. Her wiha jina koçer binavê jina afrîner dihat naskirin ji ber ku bi dehan berhem diafirandin, mînak ji şîrê sewalan mast, sîrik, benîr, Lorik…hwd ji bo malbatê çêdikirin, dema ji malbatê zêde dikirin ev berhem dibirin bazarê difrotin êdî bi vî awayî fêrî kirîn û firotinê jî bû. Lewma mala koçeran hertim bi merdbûn û dewlemndiyê dihat naskirin. Êdî piştî Şoreşa Rojava bi saya fikir û ramanên Rêber Apo jin bû pêşeng û ew keda ku bi salan dida jê re bû bingeh da ku civakê pêşbixe û birêve bibe. Niha jî jin bi dehan piojeyan bi keda xwe vedikin û li ser kar dikin da ku sûdê bidin herderî.”
Jinên koçer bi dengbêjiyê tên naskirin
Xedîce Şeref axaftinên xwe berdewam kir û wiha got: “Jinên koçer bi çoxik xiftanên xwe tên naskirin û mêrên wan jî bi şal û şapikên xwe ev yek li cem me wek bîranînekî maye her tim em li xwe dikin û li her derî bi wan tên naskirin. Di heman demê de jinên koçer bi dengbêjiya xwe jî tên naskirin ku di şahiyan de yek wê bidengê xwe li ser bûk û zava bistirênê yên din jî wê lê vegerînin, ev yek heya roja jî heye. Hêviya me ew e ku nifşên bê jî dev ji rê û resmên koçeriyê bernedin û li vê bingeha ku me bi salan daye ava kirin berdewam bikin.”






