Sunday, July 12, 2026
  • العربية
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
Rojnameya Ronahî
No Result
View All Result

Dîroka wênekêşiyê

23/07/2025
in CIVAK Û JIYAN
A A
Dîroka wênekêşiyê
Share on FacebookShare on Twitter

Hemza Sêvo/ Qamişlo

Ji serdemên kevnar, sedsala  4 û 5’an de hîmê hunera wênekêşiyê bi şêwazê kilasîk hatiye danîn. Herwiha mirovan ev hunera herî bi bandor, bi amûrên wênekêşiyê dikarîbûn li pêş bixin da ku wêne û dîmenên rojane derxînin ji civakê re.

Dîroka wênekêşiyê di serdemên kevnar de

Wênekêşî hunereke ku bi riya amûran wêne û dîmenên cîhanê di nav re jî, mirov, hemû, bûnewerê, xweza û hwd…, tê girtin. Ev huner bi teknîka xwe ji destpêka vedîtina wê heya roja îro li gorî serdema xwe hatiye bikaranîn. Ji serdema kevnar ve pêşbingehên wênekêşiyê û amûrên dîtbariyê hatine vedîtin. Di sedsala pêncem û çaremîn ên berî zayînê de, fêlosofên Çînî wekî Mo Dî û yê Yûnanî wekî Aristo hin nirxandin li ser teysandina ronahiyê û çêbûna wêneyan di deverên tarî de kirin. Piştre ev yek bû hîmê pêşketina kamîreya tarî (Camera Obscura). Di sedsala 11’an de, zanyar Hesen Ibn Heysem, Kamîreya Tarî bi awayekî zanistî pêş xist. Ev kamera bi riya kuneke biçûk ku ronahî tê re derbas dibe odeyeke biçûk ji bo wêneyekî terz ango qulipandî derdixist. Ev kamîre wê demê nikarîbû wêneyan bikişîne, tenê şêweyê tiştan nîşan dida, paşê çavik ji bo çakkirina asta zelalbûna wêneyan hat bikaranîn.

Yekem wêneyê ku hat kişandin

Di 1794’an de, Robert Barker sînemaya panûramîk ya yekemîn çêkir, di 1826’an  û 1827’an de, Cozêf Nîsfor Nîps wekî mirovê yekemîn wêneyê domdar ku navê rêbazê wê heliographî bû, kişand. Heta ku ew wêne hat kişandin seetên dirêj domand. Di 1837’an de, Louis Daguerre rêbazê wênegirtinê ya Daguerreotype çêkir, dikaribû wêneyên domdar û zelal bi vî rêbazî bikişîne û di demeke kêm de. Ev rêbaz bû yekemîn rêbazê wênekêşiya fotografî. Herwiha di 1840’î de, Alexander Wolcott xelatek ji bo afrandina yekemîn rêbaza Amerîkayê ya  wênekêşiya fotografî, wergirt. Piştre di 1841’ê de, William Henry Fox Talbot kargêriya Calotype saz kir, bi riya wê jî derfet li pêşiya çêkirina gelek kopiyên ji wêneya hat çêbû. Di sala 1843’an de yekem reklameke bazirganî li Filafîdiya hate çêkirin, ev yek jî bi riya belavkirina wêneyekî.

Yekem kamîre

Amûrên teknîka wênekêşiya bi awayekî bi lez pêş ve çû. Di sala 1851’ê de, Frederick Scott Archer rêbaza Collodionê ya nimandî çêkir. Di sala 1859’an de, kamera ya panoramayê ya yekemîn hat çêkirin. Di 1861’ê de jî, Oliver Wendell Holmes amûra nîşandana wêneyê 3D (sêrû) çêkir. Di 1865’an de, mafê derhîner an jî wênekêş hat parastin. Di sala 1871’ê de, Richard Maddox rêbaza tabloya zuha li pêş xist, dikaribû bi rêya Piromîda AG (zîv) wêneyan bigire bêyî ku wêne were şuştin. Piştî wê di sala 1880’î de, Kompaniya Eastman Dry Plate hate damezrandin, piştre navê wê bû Eastman Kodak. Heriwiha di 1884’an de, George Eastman filmê fotografî çêkir û di 1888’ê de kamîreya ya Kodak ya yekemîn hat çêkirin.

Pêşxistina kamîreyan ji 1940’î heya serdema heyî

Ji ber pêşketina cîhana teknenolojî û pêwîstiya ku dihat xwestin, mirov neçar bû ku pêşxistinê di qada wênekêşiyê de biafrîne. Ji ber vê yekê jî di sala 1900’an de, kamîreya Kodak ya Brownî derket. Di 1913 heya 1914’an de, kamera ya yekemîn ku filmê 35 mm tê kişandin, hat pêşxistin. Di sala 1927’an de, leed ango lempe ya nû hatî afirandin û di 1932’an de, îşqa  fotoelektrîk hat çêkirin. Piştre di 1935’an de, Kodak fîlmê bi navê ‘Kodachrome’ weke yekemîn fîlmê rengîn weşandin. Herwiha di sala 1948’an de Kompaniya Polaroyd yekem Kamîreya Yekser afrand, ev kamîre piştî çend xulekan ji mirov re çap dikir û derdixist.

Piştê wê di 1973’an de, Polaroid SX-70 hat pêşkêşkirin kamera ya bi awayekî yekser wêne derdixist. Di 1984’an de, Canon kamera ya dijîtal ya yekemîn ‘Still Video Camera’ çêkir. Di 1990’an de, Kodak diskê CD ya dijîtal ya wêneyan pêşkêş kir. Jê bi şûn de her kompaniyeke kamîreyan nifşên kamîreyan û alavên teknîka hunera wênekêşiyê nûjen kir bi demê re.

Mobayla xwedî çavik

Di 1999’an de, Kompanya Kyocera a Japonyayî mobaylê yekemîn bi navê ‘VP210’ afrand, ev mobayl xwedî çavika kamîreyan bû û di wê demê de ronesanseke wênkêşiyê û cîhana dijîtalîk çêkir, herwiha rê li ber çêkirin û pêşxistin mobaylên xwedî çavikên cihêreng vekir, piştî wê kompaniyên wekî Nokya, Apple, Sammsung û hwd… Di roja îro de her kes bi mobaylên pêşketî xebata wênekêşiyê dike, lê dîsa di warê piratîkî û fermiyetê de dest ji kamîreyan û wênekêşiyê nayê berdan.

ShareTweetPin

Herî Dawî

‘Çavê li deriyan, xwelî li seriyan..’
Serbest

Di serdemên pevçûnan de hewildan û însiyatîfa çareseriya demkoratîk

11/07/2026
Welatiyên Dêrikê: Gelê Kurd tayînkirinên perlemantoya Sûriyê red dike
NÛÇE

Welatiyên Dêrikê: Gelê Kurd tayînkirinên perlemantoya Sûriyê red dike

11/07/2026
Çima dewleta Tirk dadgehkirina Îmamoglu li paş dixe?
NÛÇE

Çima dewleta Tirk dadgehkirina Îmamoglu li paş dixe?

11/07/2026
Ji bo bîranîna Şehîd Tofan Dêrik wê pêşbirkek lidar bikeve
ÇAND Û HUNER

Ji bo bîranîna Şehîd Tofan Dêrik wê pêşbirkek lidar bikeve

11/07/2026
Niştecihên Qamişlo li dijî guhertina navê Kobanê xwepêşandan kirin
NÛÇE

Niştecihên Qamişlo li dijî guhertina navê Kobanê xwepêşandan kirin

10/07/2026
Roja Nifûsa Cîhanî
CIVAK Û JIYAN

Roja Nifûsa Cîhanî

10/07/2026
  • HAJMARA PDF
  • Kovara Mizgîn
  • Arşîv

Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
  • العربية

Hemû maf parastî ne.