Saturday, July 11, 2026
  • العربية
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
Rojnameya Ronahî
No Result
View All Result

Keder Hisên: Bi nirxê çandê em hatine parastin

23/07/2025
in ÇAND Û HUNER
A A
Keder Hisên: Bi nirxê çandê em hatine parastin
Share on FacebookShare on Twitter

Ronahî Sadûn/Qamişlo

Hevserokê (TEV-ÇAND) ya Kantona Cizîrê Keder Hisên diyar kir ku yek ji qadên bingehîn ên ku afrandin, huner û ziman pê ve girêdayî ye, çand e, lê ji aliyê pergala netew-dewlet ve rengbûyîna çandan dihat qedexekirin an tunekirin, ji bo wê Şoreşa Rojava nefesekî jiyanî ya netewan ne.

Derbarê parastina çandê de, Hevserokê Tevgera Çand û Hunera Demokratîk a Mezopotamyayê (TEV-ÇAND) ya Kantona Cizîrê Keder Hisên bersiva pirsên Rojnameya me da û hevpeyvîn wiha bû:

Ji bo her gelekî çand xwedî çi girîngiyê ye, herwiha Şoreşa 19’ê Tîrmehê ji bo qada çandê xwedî çi girîngî bû?

Ji destpêka Şoreşa Rojavayê Kurdistanê ve yek ji qadên bingehîn ên ku afrandin, huner û ziman pê ve girêdayî ye, çand e. Bi lidarxistan şoreşê re ev qad hinek xwe li ser piyan girt. Ji ber ku beriya şoreşê wekî ku ji her kesî re xuyabû dewletekî yek reng, yek ziman, yek al û hwd… ji awayên yekbûyînê dihat meşandin. Her dem li ser rengbûyîna netewan qedexekirin û tunekirin berdewam bû. Li ser asta Sûriyê bi taybet biaxivin ji 5 an 6 netew, ziman û rengên ku li ser vê axê jiyan dikirin, hemû bi netew-dewlet, sîstem û qanûnan ve hatibûn qeydkirin. Lê nefesekî jiyanî ya netewan bi şoreşê re û heta roja îro tê jiyankirin ku me karî li ber xwe bidin û bi avakirina sazîbûna çandê ev tenê ne têrkere. Ji bo wê di aliyê ragihandin, çand, huner, perwerde, avakirina ekadimî û peymangehên çandî û hunerî, zanist hinekî pêş ket. Em bi bîra her kesî/ê jî bînin ku ev yek bi fikir û felsefa Rêber Apo ye. Li kêlek van pêşketinan jî îro roj ji dibistanê heya Zanîngehê wekî çand û exlaq heye û hatiye rûniştandin. Ev jî wê ji bo civakê di demên pêş de xwe li ser bide perwerdekirin û naskirin ku em çawa bi nirxê çandê hatine parastin heya roja îro, bi tayber dayikê çand parastiye, ew jî di rêya ziman, cilûbergên xwe û hwd…

Beriya şoreşê gelê Kurd nikarîbûn bi nasnameya çandî xwe îfade bikin, lê îro roj parastina çandê bi çi rengî ye?

Dibe ku parastina çandê di malê de hatibû sînordarkirin û asêkirin ku di çarçoveya teng de mabû. Lê sedemên wê diyarbûn dîsa jî netew-dewlet bû, bi taybet ev yek herî zêde li ser gelê Kurd hatibû meşandin, gelê Kurd heya roja beriya Şoreşê jî ku bi nasnameya xwe ya çandî jiyan bike û xwe îfade bikira, tunebû. Ev çarçoveya teng bi şoreşê re hat şikand heta roja îro. Lê hin tişt hene bandera xwe dike, wekî bandora “Şerê Taybet” ku di rêya wê de êrişî ser çandê dikin. Di Kurdistanê de nêzî 27 an 28 şoreşê ku hatibû lidarxistin, hemû armancên wan ku em li ser erdnîgariya xwe bi ziman û çanda xwe rehet jiyan bikin, herwiha bi kom komînaliya xwe bijîn. Lê ev di rêya şerê taybet ku bi taybet di aliyê ragihandinê de tê kirin, reşkirinekê li ser hemû qadan çê dike, hem dixwazin koçberiyê pêş bixin, ev pranî di Kurdistanê de, bi taybet ji aliyên dewletên ku xwe tê de bi cih kirin wekî Firs, Tirk, Ecem û heta yên biyanî bandora xwe li ser nifşên nû û ciwanên me ku çawa bikarin wan ji ziman, çand û kefneşopiyên wan dûr bixin, heye. Niha ev dema ji derketina derveyî welat tê kirin, mîna dema ku ciwanên me diçin Ewropa û welatên dîtir bi zanebûn di aliyê şerê taybet de vê yekê dikin. Ji bo Rojava jî her çiqasî  hewl dan wê reş bikin û vala bike, bi vê yekê xwestin di aliyê çande de derbeyekê lê bixin, ji bo wê jî van dewletên ku di Kurdistanê de xwe bi cih kiribû, çanda gelan li gorî xwe bikar anîn, mînaka wê di aliyê hunerî de bihezaran stranên me yên Kurdî berovajî kirin û ji bo berjewendiyên xwe bikar anîn, ev ji bilî berovajîkirina folklor, xwarinên gelerî, kevneşopî û hwd…

Çanda gelan li ser çi hîmê xwe domandiye û welatê ku ji gelek çandan pêk tê wê çawa prengiya çandên xwe bidin diyarkirin?

Çanda gelê me û hemû gelan jî ji kedê hatiye, keda çanda me jî ji kevneşopî û amûrên ku bapîr û dapîrên me li ser destan afirandin, da ku debara jiyana xwe pê bikin, ev jî jê re tê gotin çand û heya roja îro jî li ser wê hîmê berdewam kiriye. Niha welatê me li ser hîmê gelên ku lê jiyan dike, tê avakirin. Ji bo wê pêwîst e ku em çawa bikaribin van hemû gelan bi hev re ku her kes bi çand, ziman, reng, cilûbeg û nirxên xwe yên civakî bidin jiyankirin, ji bo ev yek pêk were divê hizra Rêber Apo ya “Çanda Netewiya Demokratîk” ku hemû gel xwe tê de dibîne û bicih dibe, pêk bê. Mînaka wê jî berbiçave di Hevpeymana Civakî ya sîstema nû ya vî welatî de hemû netew xwedî heman girîngiyê ne, bi vê hevpeymanê her kes bi rehet dikare bi nasnameya xwe jiyan bike. Li ser wê bingehê jî gava me ya destpêkê li her mal, gund, bajar an jî tax bi tax maleke çandê ava bikin, berhemên ku ji wê derkevin jî dibin milkê vî gelî, ev jê re karê hevbeş te gotin, ev hevbeşî ĵî parastina nirxê gel bi xwe ye, ji ber Kurd, Ereb, Ermen, Suryan, Çerkez, Kildan û hwd…ev hemû ziman, çand û nirxên ku bi hezarên salan li ber xwe dane, da ku ber bi qirkirinê ve neçin. Lewma komkirina van wekî çanda netewa demokratîk a ku Rêber Apo pênase dike ku di bin wê sîwanê de, di nav Rêveberiya Xweser de her kes bi Xwesertiya xwe dikare li ber xwe bide û berheman ava bike, bi vê yekê dibe bersiv ji dijminê xwe re. Êdî yek dewlet me derbas kiriye, lê divê em hişmendiya wê jî derbas bikin. Li ser asta Kurdistanê jî, ji bo parastina nirxê çandê bi yekbûna netewan em ê li ber xwe bidin, ji bo wê jî derxistina projeyên mezin ên li ser asta Kurdistanê divên, ji ber dema berhem tê afrandin dibe milkê civakê.

Gelo berhemên ku îro roj têne çêkirin, li gorî asta tê xwestin û têrkerin û ji bo asta van berheman hîn bê pêşxistin çi pêwîst e?

Dibe ku li Rojava bi şoreşê re gelek berhem hatin çêkirin, lê ne têrkerin ji ber beşekî mezin ji civakê hîn ne di wê cûdabûnê de ye, tenê li berjewendiyên xwe yên kesayetî mijol bûne, ew rexne jî li me weke çandê vediger ku pêwîst e em xwe li nav civakê bixin, di rêya komînan, meclisa, tax, gund û malan de. Dibe ku bi awayekî bilez  ev yek pêk neyê, lê di demên pêş de ev wekî plansazîye û ji hemû cihên eleqedarî bi çandê ve tê xwestin. Herwiha gelek rê û rêbaz hene ku bikarin bidehan berheman biafirînin. Bi hev re em dikarin vî karê hevbeş di nava civakê de bidin meşandin, ji komînê dest pê bikin, ji bo wê jî divê komîn werin aktîvkirin ku bikaribin tê de komîteya çandê ava bikin, di wê komînê de kesên bi çandê re eleqedar bi erkê xwe rabe.

Em hîn negihane wê astê ku hemû civakê tevlî qada çandê bikin, ji ber ew çand ji wan hatiye jibîrkirin, qedexekirin, windakirin û lîstin. Heta di minhacê dewletê yê ku hatibû çêkirin ji pirtûka refê 1 heya zanîngehê ku di nava pirtûka erdnîgarî yan dîrok de, behsa Kurdistan çand, exlqa, huner û gelek tiştên din nehatibû kirin, tenê li gorî berjewendiyên xwe dabûn nivîsandin. Lê îro ev rastî hemû hatiye xuyanîkirin û hîn jî tê xuyakirin. Li ser nirxên ku em lê digerin hîn jî lêkolîn li ser hene ji bo ku em civaka xwe bi resenbûna bidin naskirin.

Berî vê şoreşê em jî ne di ferqa van tiştan de bû, ev jî rastiyeke ku me digot li ser tiştên kevin tiştên qediyaye û em ber bi sîstema kapîtalîzmê ve dimeşiyan û tê de xeniqî bûn, heta ku şoreşa 19’ê Tîrmehê lidar ket. Di salên 80’î de bi derbasbûna PKK’ê ji Rojava re hişyariyeke çê bibû, lê wê demê hemû civak pê şiyar nebû. Şoreşa Rojava weke zayînekî teqiya. Lê dîsta jî ev hemû ne têrkerin. ji ber ev tenê wekî erkekî saziyên ku mijolî çandê dibin nine. Ji ber çand di bingeha xwe de nirxekî civakê ye û divê civak jî bi vî karî rabe. Ji bo wê divê em hemû bi hev re alîkar bin ku bi xwe lê xwedî derkevin, xweberpirsyarê çanda xwe bibînin û destpêkê li çanda xwe xwedî derkevin, paşê yên din jî nas bike û bi wan re jî karê hevbeş bikin.

ShareTweetPin

Herî Dawî

‘Çavê li deriyan, xwelî li seriyan..’
Serbest

Di serdemên pevçûnan de hewildan û însiyatîfa çareseriya demkoratîk

11/07/2026
Welatiyên Dêrikê: Gelê Kurd tayînkirinên perlemantoya Sûriyê red dike
NÛÇE

Welatiyên Dêrikê: Gelê Kurd tayînkirinên perlemantoya Sûriyê red dike

11/07/2026
Çima dewleta Tirk dadgehkirina Îmamoglu li paş dixe?
NÛÇE

Çima dewleta Tirk dadgehkirina Îmamoglu li paş dixe?

11/07/2026
Ji bo bîranîna Şehîd Tofan Dêrik wê pêşbirkek lidar bikeve
ÇAND Û HUNER

Ji bo bîranîna Şehîd Tofan Dêrik wê pêşbirkek lidar bikeve

11/07/2026
Niştecihên Qamişlo li dijî guhertina navê Kobanê xwepêşandan kirin
NÛÇE

Niştecihên Qamişlo li dijî guhertina navê Kobanê xwepêşandan kirin

10/07/2026
Roja Nifûsa Cîhanî
CIVAK Û JIYAN

Roja Nifûsa Cîhanî

10/07/2026
  • HAJMARA PDF
  • Kovara Mizgîn
  • Arşîv

Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
  • العربية

Hemû maf parastî ne.