Rohat Bulut
Welat ne tenê bi sînorên xwe, lê di heman demê de bi îradeya niştecihên xwe yên ji bo jiyana bi hev re jî tê parastin û li ser pêyan tê hiştin. Li Rojhilata Navîn gelek welat hene ku şopa hezaran salan a şaristaniyên kevnar hildigire. Kurd, Tirk, Ereb, Ermen, Asûr, Suryanî, Çerkez û gelek neteweyên din di bin heman ezmanî de bi hev re jiyane û dijîn. Ew herwiha welatek e ku ji hêla cihêrengiya baweriyan ve wekî mozayîkekê ye. Misilman bi bangên meleyan diçin mizgeftan, Xiristiyan bi denê zingilê Dêrê diçin dêrê, Ehlê Rêya Heq bi dengê tembûrê radibin semahê û li gorî baweriyên xwe îbadetên xwe dikin.
Lê jiyana bi hev re ne tenê bi sekinandina li kêleka hev çêdibe. Jiyana bi hev re; bi bihîstin, têgihîştin û naskirina hev dest pê dike. Ev bingeha jiyana demokratîk e: bi hev re jiyan bi cûdahiyên xwe, wekhev û azad jiyîn, bi rûmet û nasnameya xwe jiyîn wateyê digire. Li ser vê axê tiştên ku qewimîne, êşên mezin ên ji ber tunekirin û tunehesibandinê, ji ber polîtîkayên pişaftinê, ji ber zor û zordariyê rû dane nîşanî me daye bê rê li ber çi vekiriye. Ji ber vê yekê, bêyî ku em paşeroja xwe înkar bikin, lê em neçarin ku bi awayekî wekhev û adilane pêşeroja xwe ava bikin.
Çanda bi hev re jiyîn; encax bi wekhevî û rêzgirintina li pêşberî mafên hev ên mirovî û civakî pêkan e. Ziman, ol, mezheb an nasnameya etnîkî ya tu kesî ji ya din bilindtir nîne. Elewîtî ne gef e, ne jî Kurd û nasnameya Kurdî xeter e. Bi heman rengî ne Ermenîbûn pirsgirêka bi hev re jiyanê ye, ne jî Asûrîtî. Mirovek tenê ji ber ku ew mirov e bi nirx û hêja ye. Nasname tenê rengên ku vê dewlemendiyê diyar dikin in.
Lê exlaq çi ye? Ma ew tenê meseleyek takekesî ye? Na, tam li vir tiştê ku em jê re dibêjin exlaqê civakî dertê pêşiya me.Exlaq, di bingeha xwe de wijdaneke civakî ye ku ji xwe dûr nakeve, mafan diparêze û prensîba avakirina rêziknameyek dadperwer dihewîne. Em îro ji her demê bêtir hewceyê vê yekê ne. Ji ber ku azadî ne tenê dema ku em wê ji bo xwe dixwazin, lê di heman demê de dema ku em wê ji bo yên din diparêzin jî wateya xwe ya rastîn dibîne.
Em ji bîr nekin: azadiya yek gelî ji koletiya gelekî din nayê. Aramiya baweriyekê, bi tunekirin û bêdengkirina baweriyeke din pêş nakeve. Mayîna zimanekî bi paşguhkirina û tunehesibandina yekî din ne mimkun e. Berevajî vê, heke em hemû bi hev re hebin, em ê hemû bihêztir û aramtir bin.
Hêza rastîn a welatekî ne di tank, pere an avahiyan de ye, hêza wî welatî di bawerî û rêzgirtina hevbeş a ku netewên li ser wê erdnîgariyê bi hev re dijîn, ji hev re nîşan didin de ye. Aştiya rastîn ne bi polîtîkayên dewletê, lê bi têkiliyên di navbera kesan, netewan, li kolanan, li dibistanan, li nav zeviyan û kargehan tê avakirin. Welatekî ku her kes xwe lê bi ewle hîs bike, nasnameya xwe veneşêre û netirse, mimkun e.
Ji ber vê yekê divê em çandeke jiyana hevbeş pêş bixin, weke şêwazê jiyanê bipejirînin û biparêzên. Ji ber ku em hemû di bin heman asîmanê de ne û ew asîman ji bo me hemûyan bes e.





