Lîloz Hisên/Qamişlo
Hevseroka Desteya Jîngehê li Bakur û Rojhilatê Sûriya Besma Mihemed diyar kir ku ji bo pêşxistina zihniyeta parastina jîngehê û girîngiya wê ji bo jiyana mirovan, semîner û perwerdeyên berfireh tên dayîn.
Di çarçoveya parastina jînegehê de, Desteya Jîngehê ya Bakur û Rojhilatê Sûriyê kar û xebatên berfireh dike, li sr asta herêmê bi giştî pêngav û projeyan cihreng pêk tîne.
Derbarê kar û xebatên Desteya Jîngehê yên di şeş mehên derbasbûyî de hatine kirin, Hevseroka Desteya Jîngehê li Bakur û Rojhilatê Sûriya Besma Mihemed ji rojnameya me re axivî.

‘Li hemberî xeteriya qirkirina jîneghê hişyarî pêwîst e’
Hevseroka Desteya Jîngehê li Bakur û Rojhilatê Sûriya Besma Mihemed di destpêka axaftina xwe de wihagot: “Weke Desteya Jîngehê erka me parastina jîngehê bi giştî ye, çi di aliyê av û çawaniya bikaranîna wê de be. Herwiha parastina axê ji çûlbûnê û bi danîna çareseriyên alternatîf em xebatên xwe berfireh dikin.”
Besma Mihemed destnîşan kir ku guherîna avhewayê û zuhayî bandoreke mezin li ser rewşa çandiniyê kir û wiha pê da çû: “Ji ber kêmbarîna barana îsal rêjeya ava çeman pir kêmbûye ev sedem dihêl xeteriya qirkirina jîngehê zêde bibe, lewma divê mirov di vî alî de hişyar be.”
Sedemên zêdebûna xeteriya li ser jîngehê
Besma Mihemed diyar kir ku ji ber binpêkirinên ku der heqê jîngehê de pêk tên rêjeya çolbûnê zêde dibe, achewaya herêmê tê guhrtin û wiha berdewam kir: “Avêtina çopê li nav çeman, bîr û rêyên sereke ku ev sedem ji giringtirîn xeteriyên li ser jîngehê çêdike, herwiha bermahiyên şer ku hemû tîrêjên nûklerî ne bi demê re dibe ku karîsetên mirovahî bi xwe re bîne, bandorke neyînê li ser hewa û axê dike, di heman demê de Ji ber avahiyên pîşesaziyê û şewitandinê, lewma divê em cihên keskayî zêde bikin.”
Kar û xebatên Desetya Jîngehê di şeş mehn de
Desteya Jîngehê projeyek ji bo şopandina qirêjiya jîngehî, projeya daristançêkirin li deverên parastî (Çiyayê Kezwanan), meştel (Çelebiyê li Kobanê), Her wiha li herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê Meclisa Jîngehê hate avakirin da ku wekî referansek jîngehê xizmet bike û wekî gavek ber bi rêxistina karê jîngehê û avakirina çarçoveyên qanûnî yên pêwîst ji bo wê, reşnivîsek qanûnek jîngehê hate amadekirin. Pêngav di nava komînan de, belavkirina broşoran, hemleyek bi Hêzên Ewlekariya Hundirîn re hate kirin bi armanca çandina daran li rêyan, herwiha bi jinan re hemleyek hatin kirin li gundê Jinwar li kantona Cizîrê.
Li Reqa, Cizîrê û Kobanê Teqîgeh ji bo analîzkirina av û axê hatin vekirin, li Dêrazorê jî amadekariyên temamkirina teqîgeheke din tê kirin.
Besma Mihemed tekez kir ku hemleyên darçandinê hemû cihan hedef digre, sazî, rêyên sereke û di nava civakê de û hîn jî ev hemle tên berdewam kirin.
Dewreyên perwerdê ji bo hişyarkirina civakê
Besma Mihemed diyar kir ku 4 dewreyên perwerdê hatin vekirin, Akadîmiyeke ya Desteya Jîngehê ya Bakur û Rojhilatê Sûriya heye, ev akademî desr û semnînerên hişyariyê dide herwiha danasîna jîngehê û giringiya wê û wiha got: “Semîner li zanîngeha rojava, Şerq û saziyên Rêveberiya Xweser hatin dayîn di nava hemleyên me de li ser asta Bakur û Rojhilatê Sûriyê.”
Ji bo pêşerojê pilanên hişyarkirinê
Besma Mihemed îşaret kir ku ew zêdetir bal dikşînin li ser hişyarkirina jîngehê di nava civakê de û wiha got: “Ji ber ku eger hişyarkirina civakî û jîngehî tune be, ku civak nizanibin jîngeh çiye û çi giringiya wê heye, em naghêjin encamê çiqasî mero daran biçînin û projeyan çêbikin, ji ber vê yekê em hewil didin di aliyê semîneran de berfirehkirinekê çêbikin, dayîna dewreyên perwerdê ji bo giştî civakê zêde bikin û di aliyê zihniyetê de pêşketinekê çêbikin, ji ber ku parastina jîngehê erkê hemû welatiyan e ji biçûkan heta mezinan.”
Besma Mihemed zêde kir ku yek ji zehmetiyên ku li hember wan derdikeve kêmbûna hişyariya civakê di aliyê parastina jîngehê de ye.
Alternatîf
Zêdekirina darçandinê ji bo berfirehkirina sektora nebatan, vezîvirandina bermayiyan, hişyarkirin di dibistanan de, çandiniya organîk weke alternatîfa madeyên kîmyewî bikar bînin weke semada organîk ku em li desteyan çêdikin di nava kantonan de.
Hevseroka Desteya Jîngehê li Bakur û Rojhilatê Sûriya di dawî de wiha anî ziman: Di demên pêş de zêdetir em ê bal bikşînin li ser hişyariya jîngehî, em bi hêvî ne ku civak jî bi me re bibin hevkar da ku jîngeheke bi teundirst dûrî nexweşiyan ava bikin.”






