Birûc Resûl/Qamişlo
Şênî û zarokên bajarê Qamişlo destnîşan kirin ku dîtina Rêber Apo piştî 26 salan rojeke dîrokî bû û gotin:”Dîtina Rêber Apo ji bo me cihê hêz û morale bû, her wiha em ê asta tekoşîn û berxwedanê bilind bikin da ku em Rêber xwe dinava xwe de zindî bibînin.”
Piştî 26 salan, Rêber Abdullah Ocalan cara yekemîn ji girtîgeha li girava Îmraliyê bangeke bi dîmen kir. Ev bang di çarçoveya banga Aştî û Civaka Demokratîk ya 27’ê Sibatê de hat kirin. her wiha ev banga Rêber Apo ya bi dîmen hat belavkirin, ji bo tevahê gel û zarokan cihê kêfxweşî û şanazê bû.
Di derheqê peyama Rêber Apo ya bi dîmên dayik, bav û zarokên bajarê Qamişlo, ji rojnameya me re axivîn.
Necah Omer di destpêka axaftina xwe anî ziman ku ew bi dîtina dîmen û banga Rêber Apo gelekî kêfxweş bûn û
wiha dewam kir: “Ji ber ku me bi awayekî zindî dit ku rewşa Rêber Apo bi çi awayî ye, dilê me rehet bû, di heman demê de me naskir ku rewşa Rêber Apo ya tendirûstî baş e. Guhdarkirina dengê Rêber Apo û temaşekirina dîmenên wî ji bo me gelekî hêz bû. Em ji Rêber Apo bawer in ku îro bi saya wî rewşa me Kurdan gelekî cudatir û baştir e. Em hêvîdar in ku wê tiştên baş çêbibin. Rojeke dîrokî bû. Piştî 26 salan ji îşkenceyên di girtîgehên dewleta Tirk a dagirker de, me Rêber Apo bi dîmen û deng dît, ev jî cihê moral û kêfxweşiyê ye.”
‘Azadiya Rêber Apo azadiya jin û civakê ye’
Necah Omer di dawiya axaftina xwe de wiha got: “Em weke jinên Bakur û Rojhilatê Sûriyê hewl didin ku bi fikir û bîrdoziya Rêber Apo xwe pêş bixin. Bi vî awayî em ê bibin xwedî hêza pêkanîn. Divê her kes zanibe ku em hemû Apoyî ne. bêguman piştî ewqas sal dema ku me dîmenê Rêber Apo dît û dengî wê hat bihîstin. Her gotineke Rêber Apo ji bo me perspektîf e, ji ber vê yekê em heya dawî li ser şopa fikrê Rêberê xwe bin û asta tekoşîn û berxwedanê em bilind bikin. Azadiya Rêber Apo azadiya me ye, azadiya jin û civakê ye.”
‘Em her dem tiyê felsefeya Rêber Apo ne’

Di heman çarçoveyê de welatiyê bi navê Riyad Emîn diyar kir ku piştî 26 salan wan deng, dîmen û rengê Rêber Apo dîtin û ev ji bo wan rojeke dîrokî ye û wiha got: “Em gelekî kêfxweş û bi kelecan in. Me dît tenduristiya Rêber Apo jî baş e, kêfxweşî û kelecanek gelek mezin ji me re çêbû. Nirxandin û axaftina Rêber Apo ji bo civaka me gelekî bi wate ye. Em ê heta dawiyê li ser fikrê Rêber Apo bin û xwe mezin bikin, bêguman ji 7 salî heta 70 bi dîtina Rêber Apo kêfxweş bûn. Em her dem tiyê felsefeya wî ne û di riya kûrbûna di nava vê felsefeyê de em ê bigihîjin azadiya fizîkî ya Rêber Apo.”
‘Serkeftin wê ya me be û banga Rêber Apo ji bo hemû cîhanê wê bibe çareserî’
Riyad destnîşan kir ku banga Rêber Apo ya Aştî û Civaka Demokiratîk, ne tenê ji bo kurdan e, lê belê ji bo tevahî cîhanê ye û wiha domand: “Fikrên Rêber Apo ji bo hemû gelan in. Em li ser fikrên Rêber Apo xwe bi rê ve dibin û axa xwe diparêzin. Her çar parçeyên Kurdistanê bi wan fikran xwe bi rê ve dibin. Em ji Rêber Apo bawer in. Em hêvî dikin piştî vê pêvajoyê serkeftin wê ya me be û ji bo hemû cîhanê bibe çareserî.”
‘Hêviya me mezine ku Rêber Apo di nava xwe de bibînin’
Zaroka bi navê Feraşîn Elî jî hestên xwe yên kêfxweşiyê dema ku dîmenê Rêber Apo dît anê ziman û got: ”Ez li dîmenê Rêbertî mêze dikim dibêjim ku bi hêviya ku em te dinava xwe de wiha zindî zindî bibînin. Dîmenê Rêber Apo ne tenê dilê me şad kir, lê belê dilê tevahê zarokan şad kir. Em zarokên pir bi şensin ku me Rêber Apo bi dîmen dît û em bawerin ku emê wî zindî jî bibênin.”
‘Rêber Apo ji bo me hêze’
Zaroka bi navê Zevîn Omer destnîşan kir ku ew hêz û morale xwe ji Rêber Apo digirin û wiha pê de çû: “Em bi dîmenê Rêber Apo gelekî kêfxweş û şanaz bûn. di heman demê de me hêzekî pir mezin ji Rêber Apo girt, em wekî zarokên Rojavayê Kurdistan her li pey şopa fikir û felsefeya Rêber Apo bin, ji ber ku Rêber Apo riya me ronî kir û pêşeroja me yê zarokan jî diyar kir.”






