Farûk Sakik
Piştî Koma Aştî û Civaka Demokratîk, bi merasîmeke sembolîk çek şewitandin û carek din vegeriyan baregehên xwe, nîqaşên nû dest pê kirin.
Dewlet diviya di warê hiqûqî de, di qanûnên xwe de, guhertinan çêbikira da ku gerîla vegerin Tirkiyê û dest bi têkoşîna siyasî bikin, lê ev yek bi derengî dikeve. Sedem jî tecrîd berdewam e. Di şertên jiyana Rêber Apo de hin guhertinên biçûk çêbûne. Ev nayên wê wateyê ku tecrîd bi temamî ji holê rabûye.
Rêveberên Tevgera Azadiyê jî di hemû axaftinên xwe de behsa vê yekê, behsa tecrîdê dikin. Li gorî pêvajoyê ku hatibû axaftin heta îro Rêber Apo diviya bikaribiya tevlî televizyonan biba, diviya akademîsyen, rojnamevan, siyasetmedar bi hêsanî herin Îmralî û werin. Nebû. Dewamkirina tecrîdê ya ku em dibêjin jî ev e. Heger tecrîd nebûya û Rêber Apo di şertên azad te bûya dikarîbû pêvajoyê hîn leztir bikira. Heger ev yek pêk bihata berî merasîma çek şewitandinê, wê di qanûnên Tirkiyê de guhertin çêbibûna û wan gerîlayên ku çek şewitandin wê berê xwe bidana nav siyaseta demokratîk. Ji bo vê yekê têkoşîna herî lezgîn têkoşîna azadkirina şertên jiyana Rêber Apo ye. Ji bo ku rê li pêşiya azadiya Kurdistan veke divê Kurd jî rê li pêşiya azadiya wî vekin.
Dema ku em li siyaseta li Îmrali dinêrin, siyasetek ku bi zanebûn tê meşandin dibînin. Çend kes li sekreterya hatî zêdekirin, malbat diçin hevdîtinan vedigerin, heyeta Îmrali dem bi dem diçe serdanê. Ji bilî van tiştan tu tiştek û guhartinek çênebûye.
Erdogan jî di 21’ê Tîrmehê de, dema ku ji Qibrisê vedigeriya di balafirê de bersiv dida pirsên rojnamevanan û digot, “Abdullah Ocalan erka xwe pêk aniye. Dewlet jî di demek kurt de wê li Meclisê hin gavan bavêje.” Kurd divê li benda van gavan nesekinin. Ji bo wan, têkoşîna esas li dijî tecrîdê were dayîn e. Têkoşînek din jî; herkes ji îro de plansaziya xwe bike. Ji xwe re nexşerêyek derxe. Bifikire ka çawa dikare tevlî vê Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratik bibe. Li bakurê Kurdistanê di warê çand, huner û ziman de hin pêşketin hene. Divê ev werin xurtkirin.
Tu kes li benda komîsyona Meclisê nemîne. Dibe ku avakirina komîsyonê bi derengî keve. Dibe ku di tecrîdê de israr bikin. Dibe di siyaseta meclisa Tirkiyê de li hevkirinek çênebe. Hin hêzên dijberên aştiyê li pêşiya van biryarên meclisê bibin asteng. Lê kesên bi banga Rêber Apo ya Aştî û Civaka Demokratîk bawerî anîne divê, navber nedin têkoşîna xwe.
Dewlet jî divê ji dîroka xwe hin dersan bigire. Aha va 24’ê Tîrmehê û 102’yemîn salvegera peymana Lozanê ye. 102 sal bere dîsa li Meclisê nîqaş wek îro, di navbera mebûsên Kurd û Îsmet Înonu de derbas dibûn. Di rojên ku li Lozanê nîqaşên kêmaran dihat kirin de, Înonu digot ‘Kurd ne kêmar in. Em jî wek gelên Tirk xwediyê vî welatî ne.’
Lê piştî peymanê, li Meclisê bi du înkara Kurdan ketibûn. Kurd hatin înkarkirin. Ew jî her tim dibin desthilata hêzên hegemon de man. Zirarên mezin dîtin. Ji dijmintiya Kurdan wext nedîtin ji bo bextewarî û aramiya gelên xwe siyaset bimeşînin.
Heger dewlet îro bawerî anîbe, di dîrokê de bê Kurdan winda kirine û 102 salên din winda neke, divê ji arşîvên Meclisê axaftinên serdema Lozanê binêre û ji wan ezmûnan bigire. Komîsyonên ku Rêber Apo destnîşankirî ava bike û ew qanûn demildest werin guhertin. Bi kurtasî rê li pêşiya siyaseta demokratîk veke.





