Hêvî Keleş/ Qamişlo
Peymana Lozanê di 24’ê tîrmeha 1923’yan de li bajarê Lozanê di navbera dewletên Brîtanya, Fransa, Japonya, Yewnanistan, Romanya, Sirbistan û Tirkiyeyê de hate îmzekirin. Hêzên emperyalîst bi Peymana Lozanê axa Kurdistanê parçe kirin û radestî dewletên dagirker Tirkiye, Îran, Sûriye û Iraqê kirin. Bi biryara Peymana Lozanê Kurdistan hate dabeşkirin û dagirkirin.
102 sal di ser peymana Lozanê re derbas bû. Bi peymana Lozanê Kurdistan kirin 4 parçe. Kurd û Kurdistan di nava sînorên Îran, Iraq, Sûriye û Tirkiyeyê de hat dabeşkirin. 102 sal di ser peymanê re derbas bû û heta niha jî Kurd ji bo destxistina mafê xwe li her çar perçeyên Kurdistanê têkoşîn dikin.
Peymana Lozanê, peymaneke ku di 24’ê tîrmeha sala 1923”an de di navber Hevalbendên şerê cîhanê yê yekem û Civata Navneteweyî ya Mezin ya Tirkiyê li bajarê Lozanê hatiyeîmzekirin. Bi vê peymanê, welatê Kurdan (Kurdistan) hatiye dabeşkirin û di navbera dewletên Tirkiyê, Îran, Iraq û Sûriyê de hatiye parvekirin. Bi vê peymanê, Peymana Sêvrê ku berê di navbera hevalbendan û Împeratoriya Osmanî de hatibû îmzekirin hatiye betalkirin. Peymana Lozanê di dema ya salên 1922-23”an de hatibû gotubêjkirin û li bajarên Qesra Rumine û Lozan a Swîsreyê di 24 tîrmeh sala 1923an de hate îmzekirin. Peyman bi fermî bi heceta nakokiyên ku di destpêkê de di navbera Împeratoriya Osmanî û Fransa, Îtaliyayê, Birîtanî, Yewninistanê, Serbistanê û Romanyayê de ji destpêka Şerê Cîhanê yê yekem ve hebû hatiye lidarxistin. Nivîsara resen û orîjînal ya peymanê, bi zimanê ferensî ye.
Binpêkirina mafên Kurdan
Ismet Inono li konferansê aniye ziman, ku ew li ser navê Tirk û Kurdan tevilê konferansê dibe lê di dawiyê de tu mafên kurdan nehatine parastin. Ji xeynî Îsmet Înonû, nûnerek bi navê Zulfî Tîgrel (Zulfîzade Zulfî yan jî Zulfî Bey) bi wan re çûye Lozanê û li wê derê, vî Zulfîyî gotiye ku ew li ser navê Kurdan li wir e û tu daxwaziyeke Kurdan tuneye. İnönü û Tigrel bihev re Kurd rasterast bê war û welat hiştine. Aliyên Lozanê û tirkan, li ser kurdan, di rojekê de li hev kirin û ku êdî careke din qet qala kurdan li Lozanê çênabe. Peyva Kurd yek carekê jî di nivîsara peymanê de derbas nabe.
Piştî derkirina hêzên Yewnanê ji aliyê artêşa tirkan bi seroktiya Atatûrkî, hikûmeta nû ya tirkan Peymana Sêvrê mandel kir. Danûstandin di Konferansa Lozanê de dest pê bûn. Ismet Inono nûnerê tirkan bû. Danûstandinan çend mehan vekêşan. Li 20ê Çirya Pêşîn 1922yan, konfransê dubare dest bikarê xwe kir. Di 4ê Sebata 1923yan, Konferans sekinî. Di 23ê nîsana 1923yan de nîqaş ji nû da dest pê bûn û di 24ê Tîrmeha 1923yan de lihevhatin hat morkirin. Bi vî awayî hêviyên kurdan avê re çûn.
Peymana Lozanê, tevî hin lihevhatinên dewleta Tirkiyê yên din, hate temam kirin û Kurdistan di navbera Tirkiyê, Sûriyê, Iraq û Îranê de hate dabeşkirin. Di her beşê de tevahiya berhemên hebûna gelê Kurd, ketin ber talankirin û pişaftina Tirk, Ereb û Farisan. Li hemberî evqas zehmetiyan jî, Kurdan ti carî dev ji tekoşîna serxwebûn û azadiyê bernedan û hewl dan ku di her keysê de serbixwe bibin
Rastiya gelê Kurd û Kurdistanê, ku tê daxwazkirin, da ku ji dîrokê bête rakirin, ne çîrokeke mitolojîk e, ku “sê-çar dabeşkeran” li hev anîne, lê belê rastiyeke berbiçav ya raborî û îro ye. Ev rastiya ku şemaran (înkarê) napejirîne, ji nav belgeyên dîroka şemarokan (înkarvanan) difûre.
Bi Peymana Lozanê re pêvajoya qirkirin û tunekirinê ya li dijî Kurdan jî hat destpêkirin û heta îro jî didome. Dema ku Peymana Lozanê hat kirin Kurd ji aliyê leşkerî, siyasî, diplomasî û aborî de xwedî hêz û rêxistinê nebûn. Lê îro rewşa Kurdan ne weke ya wê demê ye. Kurd îro xwedî hêza leşkerî, siyasî, aborî, dîplomasî ne. Di vê dema ku tê xwestin Lozaneke nû pê çêkirin de wê Kurd jî xwedî helwest û gotin bin. Gelê Kurd di vê dema ku hewl tê dayîn Lozan were nûkirin de êdî naxwaze çarenûsa sed sal berê bijî.






