Sunday, July 12, 2026
  • العربية
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
Rojnameya Ronahî
No Result
View All Result

Li Sûriyê hêvî bûn komkujî

23/07/2025
in ROJEV
A A
Li Sûriyê hêvî bûn komkujî
Share on FacebookShare on Twitter

Ronahî Sadûn/Qamişlo

Parêzer Basil Ebdê diyar kir ku siyaseta hikumeta Şamê li ser înkar û dûrxistina bi zorê ya pêkhateyan e, herwiha tiştê niha tê kirin berdewamiya zihniyeta navendî ye û eger ev dewam bike, wê Sûriyeke demokratîk neyê avakirin û got, “Hevkariya Sûriyan wê siyasetê ji destê hêzên leşkerî û nejadperesetî derxîne.”

Sûriyê welatekî pirenge ku gelek pêkhateyên wê hene, her pêkhateyek rengekî nîşan dide, xweşbûna Sûriyê jî di vê yekê de diyar dibe. Pêkhateyên Sûriyê tu carî li hemberî hev bi rengê kîn nehizrîne, lê asta ku hişt ev yek di nava pêkhateyan de bê avakirin, avakirina dewletan bû. Dewlet windakirina rengê pêkhateyên Sûriyê bû. Ji dema avabûna dewletê Sûriyê qeyranên mezhebî, olî û hwd… jiyan dike. Her çiqas serokên dewleta Sûriyê hatine guhertin, lê zihniyeta paşguhkirina pêkhateyên Sûriyê eynî zihniyet bû. Sûriyê bi talanên mezin jiyan kiriye, bi guhertinên mezin re rû bi rû maye.  Her hikumetek ji bo ku sûcê xwe rewa bike, hicetekê derdixe, hikumeta veguhêz jî bi hincetên derew kuştina Sûriyan ji xwe re rewa kir, heya niha jî ev yek berdewam dike, li beravê me dît, niha jî Siwêdayî vê jiyan dike? Lê gelo piştî wêrankirina tam a Siwêdayê wê dor a kê be, ji bo rewakirina sûcan li ser wan? Ya ku mirov xemgîn jî dike ku ev yek li pêş çavên cîhanê tê kirin, lê mirov hîs dike ku em li cîhaneke bê çav û guh in jiyan dikin. Niha jî li Sûriyê hêvî bûn komkujî.

Derbarê nêzîkatiyên hikumeta Veguhêz a Şamê ku li hemberî pêkhateyên Sûriyê dide meşandin, endamê Şaxê Yekîtiya Parêzeran li Qamişlo, parêzer Basil Ebdê ji Rojnameya me re axivî.

‘Siyaseta Şamê li ser înkar û dûrxistina pêkhateyan e’

 Basil Ebdê diyar kir ku siyaseta hikumeta Şamê li ser înkar û dûrxistina bi zorê ya pêkhateyan e û wiha got: “Rêngê rêjîma Baas a berê û rengê hikumeta veguhêz a Şamê li ser siyaseta înkar û dûrxistina bi zorê ya pêkhateyan e. Li gorî siyasetên wan tu qebûlkirineke wan ji pirengiya Sûriyê re yan mafdayîna pêkhat, ol û netewên Sûriyê re tuneye. Tiştê ku niha tê kirin berdewamiya zihniyeta navendî ye, tenê zimanê wan hatiye guhertin. Hikumeta veguhêz nikarîbû daxwazên gelên Sûriyê yên azadî û wekhaviyê pêk bîne. Ew nêzî gelên Sûriyê dibe wekî ku gel kole û bindestê wan be, ne wekî ku hevkarên wan be.”

‘Bi navê qonaxa veguhêz dewleteke navendî û desthilatdar ava bike’

 Ebdê eşkere kir ku dewamiya rengê ku Sûriyê niha pê jiyan dike tarîbûna siberoja wê ye û wiha pê de çû: “Heger siyasetên hikumeta veguhêz a Şamê bi vî rengî berdewam bike, wê siberoja Sûriyê ji bo gelan tarî be. Avakirina Sûriyeke nû bi hişmendiya Baas ne pêkan e. Ev hikumet sedemên têkçûna rêjîma hilweşyayî li ber çavan nagire û dixwaze careke din bi navê qonaxa veguhêz dewleteke navendî û desthilatdar ava bike. Heger ew vê yekê dewam bike, wê Sûriyeke demokratîk neyê avakirin, tersî wê Sûriyeke jihevketî û tijî alozî bê avakirin. Sûriyê ne tenê pêwîstiya wê bi veguhetineke teşeyî heye, lê pêwîstiya wê bi rakirin û têkbirina hişmendiya Baasî ye û jinûve avakirina Sûriyê li ser hevpeymaneke civakî ya nû ku bingeha wê pireengî, wekhevî û nenavendî be.”

‘Bi gotin şermezar dikin û li ser erdê peymanan îmze dikin’

Basil Ebdê di dewamiya axaftina xwe de anî ziman ku pêwîst e pirsgirêkên Sûriyê ji bingeh ve bên çareserkirin û wiha domand: “Pêwîst e hikumeta veguhêz a Şamê dest bi çareserkirina pirsgirêkan ji bingeh ve bike. Hêzên nevdewletî kiryarên li Sûriyê şermezar dikin, lê ev yek tenê bi ziman e, ew li ser erdê hevkarên hikumeta Şamê ya veguhêzin û li gorî berjewendiyên xwe pêymanan pê re îmze dikin. Ji bo pêşîgirtina li kiriyarên hikumeta Şamê, pêwîst e lêpisîneke navneteweyî li ser van sûcan bê pêkanîn. Di heman demê de destekdayîn ji bo civaka Sûriyê û hêzên demokratîk bê kirin. Hem jî şert û mercên rêzgirtina mafê mirovan û parastina sivîlan li ser hikumeta Şamê bê danîn. Herwiha divê mafê gelên Sûriyê bi taybet mafê gelê Kurd bên qebûlkirin.”

 ‘Avakirina Sûriyeke nû bi biryareke nevdewletî pêk nayê’

Basil Ebdê axaftina xwe wiha qedand: “Niha tişta tê xwestin li ser asta tevahî Sûriyê têgihiştineke giştî pêk bê. Ev têghiştin li ser bingehê wekhevî û edaletê be. Divê gelên Sûriyê têbighêjin ku Sûriyeke demokratîk nayê avakirin, bê ku gelên Sûriyê hev û çand, ziman û nasnameya hev qebûl bikin. Niha ji gelên Sûriyê tê xwestin ku hevkariyeke rasteqîne di nav xwe de ava bikin. Da ku em karibin siyasetê ji destê hêzên leşkerî û nejadpereset derxin. Pêwîst e em daxwaza destûreke sivîl, demokratî, nenavendî ji bo wekheviya tevahî welatiyên Sûriyên û mafê wan bikin. Em karibin xîtabekî nû ji bo edalet, civak û azadiyê bihevdûve girê bidin, derxin pêş. Avakirina Sûriyeke nû ya demokratîk berpirsyartiya hemû Sûriya ne, ev yek bi biryareke nevdewletî pêk nayê.”

ShareTweetPin

Herî Dawî

‘Çavê li deriyan, xwelî li seriyan..’
Serbest

Di serdemên pevçûnan de hewildan û însiyatîfa çareseriya demkoratîk

11/07/2026
Welatiyên Dêrikê: Gelê Kurd tayînkirinên perlemantoya Sûriyê red dike
NÛÇE

Welatiyên Dêrikê: Gelê Kurd tayînkirinên perlemantoya Sûriyê red dike

11/07/2026
Çima dewleta Tirk dadgehkirina Îmamoglu li paş dixe?
NÛÇE

Çima dewleta Tirk dadgehkirina Îmamoglu li paş dixe?

11/07/2026
Ji bo bîranîna Şehîd Tofan Dêrik wê pêşbirkek lidar bikeve
ÇAND Û HUNER

Ji bo bîranîna Şehîd Tofan Dêrik wê pêşbirkek lidar bikeve

11/07/2026
Niştecihên Qamişlo li dijî guhertina navê Kobanê xwepêşandan kirin
NÛÇE

Niştecihên Qamişlo li dijî guhertina navê Kobanê xwepêşandan kirin

10/07/2026
Roja Nifûsa Cîhanî
CIVAK Û JIYAN

Roja Nifûsa Cîhanî

10/07/2026
  • HAJMARA PDF
  • Kovara Mizgîn
  • Arşîv

Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
  • العربية

Hemû maf parastî ne.