Dilyar Cizîrî
Ev çend roj in li parêzgeha Siwêda ya li Başûrê Sûriyê aloziyeke dijwar tê jiyankirin. komên çete yên girêdayî dewleta Tirk û Hikûmeta Veguhêz a Sûriyê di bin navê hêza eşîrên ereb êrîşî parêzegehê dikin. Di rojên destpêkê yên êrişê de komkukujiyên mezin li dijî gundên parêzgeha Siwêdayê ku piraniya şêniyên wê Dirzî ne, pêk hat. Hovîtiya êrişkaran ji dîmenên wan bi xwe weşandin, diyar dibû.
Li Siwêdayê serê mirovan hate jêkirin, êşkence li dijî kesên bi temen, jin û ciwanan hate kirin. Bi sedan mal hatin talankirin û paşê hatin şewitandin. Li Siwêdayê komkujiyên li Perava Sûriyayê hate dûbarekirin. Lê tişta herdû komkujiyan ji hev cûda dike, li Peravê hêza berxwedanê di nava Ewlewiyan de nehiştin. Li Siwêdayê civakê bi hêza xwe berxwedanek mezin nîşan da. Herêmên xwe parastin û herêmên ji aliyê çeteyan ve hatibûn dagikirin, rizgar kirin.
Berxwedana li Siwdayê têkoşîna Bakur û Rojhilatê Sûriyê û Şengalê ya li dijî DAIŞ’ê nîşan dide. Yenî tevî komkuijiyan û hovîtiya êrişkaran, Berxwedana Gelê Durzî cihê şanzî û kêfxweşiya hemû hezkirê mirovahiya azad in. Hejmarek mezin a çeteyan hatin kuştin, herêm bi temamî ji çeteyan hate paqijkirin. Çete û hêzên piştgiriya wan dikin, neçar man hemû şertên Durziyan qebûl bikin. Ev bi xwe serkeftina herî mezin a gelê Siwêdayê ye. Di van rojên em behsa Berxwedana Siwêda û gelê Dirzî dikin, li Bakur û Rojhilatê Sûriyê salvegera Şoreşa 19’ê Tîrmehê pêşwazî kirin. Berxwedana li ser esasê pradîgmaya Netewa Demokratî ya xwe dispêre sîstema biratiya gelan û jiyana hevbeş pêş ket. Civaka herêmê li ser bingehê parastina rewa karîbû di nava 13 salan de sîstema xwe ya xweser pêş bixe û li dijî hemû cûreyên êrişan serkeftinên mezin bidest bixin. Berxwedana Behsa mijarê piştî têkbirina çeteyên DAIŞ’ê belavî herêmên wekî Reqa, Dêrazorê û herêmên din ên piraniya niştecihên wê erebin, bû.
Li wan herêman jî niha sîstema xweseriya demokratîk pêşengiyê dikin, civak bi hemû rengê xwe sîstema xwe ya demokratîk ava kiriye. Civakê sîstema xwe ya parastinê avakiriye. Dewleta Tirk, Hikûmeta Şamê û çeteyên DAIŞ’ê gelek caran li dijî herêmê êrîş pêk anîn, lê di hemû caran de, êrişkar dihatin têkbirin. Gelê herêmê berxwedanek mezin li dijî êrişkaran nîşan didan. Sala derbasbûyî jî çeteyên rêjîma rûxyayî ya Esed, çeteyên dewleta Tirk û şaneyên razayî yên DAIŞ’ê di bin navê eşîran êrişî herêmê kirin. Carde jî nikarîbûn hevgirtina civakî têk bibin. Berûvajî êrişkar têk çûn û berxwedana civakê serdiket. Tişta îro li Siwdayê tê jiyankirin, beriya niha li gelek cihên cuda yên Bakur û Rojhilatê Sûriyê hatiye jiyankirin. Heger îro gelê Siwêdayê li ser esasê parastina rewa û şerê gelê Şoreşger xwe birêxis tin dike, bê guman dê serkeftina wan misoger be.
Me gelek dîmenên ji Siwdayê derdikeve dîtin. Raste dîmenên komkujî, talan, wêranî, kuştin û her wekî din tê de hene, lê pêwîste dîmenên hêviya jiyanê zindî dike, jî bibînin.
Me di dîmenan de dît çawa gelê Siwêdayê li ser bingehê Şerê Gelê Şoreşger xwe rêxistin kiriye, malbat xwarinê ji şervanan re amade dikin. Jinên Durzî di çarçoveya parastina rewa de çek rakirine. Lê zêde bike, hevgirtina civakî serkeftin û belavbûna şoreşa 19’ê Tîrmehê nîşan dide.





