Amara Baran/ Qamişlo
Şoreşa Rojava bi ked û xwîna hezarên şehîdên jin gihaştiye salvegera 13’emîn. Gelek jinan di qada siyasî, rêxistinî û leşkerî de pêşengtî li ser asta herêmî û navnetewî kirine. Ji pêşengên jin ku bûne sembola jina azad; Yusra Derwîş, Menîce Heyder, Ivana Hoffmann û Yadê Eqîde ye.
Di şoreşa Rojava yê Kurdistanê de, gelek jinên ku pêşengtî ji civakê re dikirin û tu carî serî li hemberê desthilatdariyê netewandin bûn armanca erîşan.
Yusra Derwêş
Li bajarê Amûdê di sala 1971’an de ji dayik bû.Têkoşîna wê ji qonaxa xwendinê ya seretayî dest pê kir dema ku li dibistanê hemî caran li dijî siyaseta rêjîma Baasê serî radikir, bi taybet ji bo zimanê Kurdî yê ku rêjîmê li hemberê wê sîstema qedexekirinê dida meşandin. Piştî qonaxên dibistanê diqedîne, li Zanîngeha Halebê Wêjeya Fransî dixwîne û di sala 2001 de xwendina xwe bi dawî dike. Di nava xwendinê de tevlî Koma Agrî ya hunerî bû, di salên 1990’î de xebata çand û hunerî cîh digre, di heman sale de ew jî wek her jinekî kurd xeyalên xwe yê dîtina Rêber Apo pêk tîne.
Piştî Şoreşa 19’ê Tîrmehê dest pê kir Yusra Derwîş ji bo avakirina sîstema perwerdeya zimanê dayikê de xebat da
meşandin. Bû mamoste û paşê bû seroka Kombenda Perwerdeyê li Amûdê. Di 1’ê Mijdara 2022’an de, bû hevseroka Meclisa Bajarê Qamişlo, têkildarî avakirina komîn û meclisan xebitî. Di 20’ê Hezîrana 2023’an Yusra Derwîş da ser şopa kerwanên azadiyê, ew li bajarê Tirbespîyê, ji hêla droneyeke dagirkeriya Tirk ve hate hedefgirtin û şehîd bû. Di heman demê de, cîgira wê Lîman Şiwêş û ajokarê wê Firat Danyal jî şehîd bûn. Ew di qada siyasî, civakî, rêxistinî û hwd… de bû pêşenga jinan. Yusra Derwîş, yek ji jinên pêşeng ên Şoreşa Rojava bû û bi xwîna xwe riyeke ronakdar ji bo hemû jinan da xêzkirin.
Ivana Hoffmann ‘Avaşîn Tekoşin Güneş’
Ew di 1’ê Îlona 1995’an de li Emmrîş Am Rhein a Almanyayê, ji dayikeke Alman û bavekî Togloyî hatiye dinyayê. Di temendê 15 saliya xwe de tevlî xebata siyasî ya çepgiran bûye bi taybet Koma Yong Struggle. Herwiha ew di sala
2014’an de tevlî Partiya Komînîst a Markisî- Lînînî ya Tirkiyê(MLKP) bûye. Ji ber ku ew şoreşger û azadîxwaz bû, di dawiya 2014’an de bê agahîya hevalên xwe, ew hat Rojavayê Kurdistanê. Armanca wê ew bû ku azadiyê, mafên mirovan û enternasyonalîzmê pêk bîne. Ew yekem jina enrnasyonal a şoreşgere ku tevlî YPJ’ê dibe. Piştî çend mehan di nav refên YPJ’ê de têdikoş, di 7’ê Adara 2015 de li Tell Temir e, ew di şerekî li hemberî çeteyên DAIŞ’ê de şehîd bû. Ivana Hoffmann bi nasnavê ‘Avaşîn Tekoşin Güneş’, bû simbola diyar ên têkoşîna navneteweyî û jineolojî yên Rojava ku bi nasnameya xwe ya Afrîqî‑Alman hate Rojava û li ser xeta şoreşa rast bû pêşenga jinên şoreşger ên enternasiyonal ên Şoreşa Rojavayê Kurdistanê.
Şehîd Yadê Eqîde Osman
Eqîde Osman di sala 1966’an li Girêpirê yê girêdayî bajarê Tirbespiyê ji dayik bûye. Şehîd Eqîde li Girêkêlegê zewicye û dayika 5 zarokan e. Ew Dayikeke welatparêz bû û di wateya fêmkirina şoreşa azadiyê de naskirinên wê yên kûr hebûn, herwiha pêşenga parastina nirxên şoreşê bû. Dayîka Eqîde Mîna dildareke azadiyê tevdigeriya û di mala xwe de jî xwedî sekin û biryar bû dikarîbû weke jineke xwedî zarok hevsengiyekê bike nava mal û xebatê xwe
yê rêxistina jinê de. Di axaftina xwe de xwedî gotin bû û rihê wê yê dilgeş her kes hembêz dikir. Ji bo vê fikira azad çend caran ji aliyê rêjîma Baas ve hate girtin, girtina wê jî tu carî hêz û îradeya wê li hember dijmin neşikandiye û her carekê bi rihekî nû tevlî xebatê dibû. Têkoşîna wê û rêhevalên wê rihekî zindî ji hezkirina şoreşê re di hundirê her jinekê de avadikir. Bi destpêkirina Şoreşa Rojavayê Kurdistanê re hesreta bi salan ji dilê xwe derxist û bi şoreşê bextewar bû. Her û her xeyalên wê hebûn, wê rojekê vîna gel bipejire û şoreşekê bi xwe re ava bike mîna jineke şoreşger xwe ji bo şoreşê esas didît û mîna pêşenga şoreşê amadebû li pêşberî civakê. Xwedîtina di nava watedariya şoreşê de ji bo hemû dayîkan serkeftina herî mezin bû. Wê di Meclisa Edaleta Jin cih digirt, ji ber ku armanca wê ya sereke parastina mafê jinan bû. Giraniya barê şoreşê dayîkên weke Eqîde hilgirtin ser milê xwe, ji ber ew jinên xwedî tecrûbe bûn û hertim di wî rihê xwe de ev ji me re didan nîşandan. Rawestandin ji wan re tune bû û armancên wan her serkeftin bû. Dayika Eqîde ne tenê pêşenga şoreşê bû, lê belê bi vî rihî zarokên xwe jî tevlî refên şoreşê kirin û li pêşiya biryarên wan nedisekinî. Tevgera wê zindî bû û her jin hînî rihê tolhildanê dikir heyanî gihîşete asta şehadetê. Dayika Eqîde bi kerwanê sivîlan re bi armanca piştgiriya şervana berê xwe dabû bajarê Serêkaniyê û li wê derê heya deqa dawiyê dirûşmeyên serkeftinê digotin. Lewma jî dewleta Tirk di 13ˈê Cotmehê de bi êrîşên hewayî kerwanê sivîlan topbaran kir, di encamê de dayika Eqîde şehîd bû.
Şehîde Minîce Heyder
Minîce Heyder di sala 1977’an de ji dayik bû, di nav malbatek nistîmanperwer de li ser felsefeya Rêber Gelê Kurd
Abdullah Ocalan mezin bû. Ew di rastiyê de bû nimûneya jinê azad. Ji destpêka şoreşa Rojava bi awayekî ber biçav beşdarî têkoşîna jinan bû. Di sala 2013’an de bû endama Kongra Star da ku dest bi xebata parastina mafê jinan bike. 4 salan bû berdevka Kongra Star li Qamişlo û hem jî berdevka Komîteya Civakî ya li asta Rojava. Paşê bû hevalseroka Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) li Kantona Cezîre. Minîce hem wek daykekî gerîla hem jî wek jineke welatparêz heta dawiyê bi axa xwe ve girêdayî bû hêz û hêviyên xwe hemî berdan xizmeta têkoşîna azadiya jinên Rojava, heta ku di 18’ê Çileya 2025’an de li Bendava Tişrînê di encama êrişên dagirkeriya Tirk de şehîd bû.






