Saturday, July 11, 2026
  • العربية
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
Rojnameya Ronahî
No Result
View All Result

‘Projeya Rêveberiya Xweser serkeftî ye û dikare li Rojhilata Navîn piratîze bibe’

23/07/2025
in JIN
A A
‘Projeya Rêveberiya Xweser serkeftî ye û dikare li Rojhilata Navîn piratîze bibe’
Share on FacebookShare on Twitter

Esma Mistefa/Qamişlo

Dr. Fernaz Atiye Yûsêf Pispora Karûbarên Siyasî li Misrê da zanîn ku Şoreşa Rojava xaleke veguhêr di dîroka Rojhilata Navîn û tevahî cîhanê de bû û got, “Em û civaka Ereb; tecrûbeya jinên Bakur û Rojhilatê Sûriyê, tecrûbeya jin di Rêveberiya Xweser de û bingeha hevbeş û sîstema hevserokatiyê pir bi qîmet û bi nirx dibînin”.

Şoreşa Rojava mohra xwe bi rengê jina têkoşer û serhildêr a ku li hember hemû cûre û rengên tundî û tunekirina jinê li cîhanê hatiye sepandin, lêda. Bi vê yekê bi pêşengtiya jina Kurd li Bakur û Rojhilatê Sûriyê şoreşa guhartina hişmendî û qalibên civakê hate pêkanîn. Dr. Fernaz Atiye Yûsêf Psporê Karûbarên Siyasî ji Misrê bersiva pirsên Rojnameya me dan û hevpeyvîn wiha bû.

Şoreşa Rojava ango Şoreşa 19’ê Tîrmehê li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, wekî Şoreşa Jinan tê zanîn. Ev şoreş zêdetirî 13 salan e ku bi pêşengiya jinên ku wêrektiya xwe nîşan dane û di hemû waran de şopa xwe hiştine, berdewam dike. Hûn vê şoreşê çawa dinirxînin?

Şoreşa Rojava xalekekî veguhêr di dîroka Rojhilata Navîn û a tevahî cîhanê de bû. Ji ber tê de rewşa jin ji bingeh de hate guhartin, hebûna jin di hemû aliyên jiyanê û civakê de hate dîtin. Her wiha li ser bingeha hevjiyana azad, jin û mêr di nava civakê de xwebirêxistin kirin.

Mînaka herî mezin a ku vê şoreşê mohra xwe li Rojhilata Navîn û cîhanê jî xistiye, ew e ku ji  13 salan ve ev şoreş tê berdewamkirin. Bi vê yekê ev yekemîn şoreşe ku di serdema nûjen de li hember hêz û zihniyetên radîkal û netew-dewlet bi ser ketiye ye.

Projeya Rêveberiya Xweser li Bakur û Rojhilatê Sûriyê ku ji bîrdoziya Neteweya Demokratîk a Rêber Abdullah Ocalan îlhamê digire, modela guncaw ji bo rêveberiyê temsîl dike. Jinan bi rêya sîstema hevserokatiyê û temsîliyeta di sazî û dezgehên rêveberiyê de roleke girîng dilîzin. Jinên li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê heta çi radeyê ji bo jinên rêxistinkirî û têkoşer li Rojhilata Navîn û li çar aliyê cîhanê bûne modelek? Û ev model heta çi radeyê ji bo hemû jinan dibe modela çareseriyê?

Ev şoreş girîngiya projeya Netewa demokratîk ji me re dide xuyakirin ku ev proje ne tenê projeyekî anjî tawreke, lê belê projeyekî ku li ser erdê ketiye pratîkî û bi ser jî ketiye ye. Her wiha bi vê serkeftinê tekez dibe ku dikare li tevehî cîhanê ev proje bê pratîzekirin. Di aliyê rola jin di şoreşê de, jin êdî bûye modela ku em pê serê xwe rakin û bûye cihê serfiraziyê. Bi taybet di sîstema hevbeş de ku sîstema hevserokatiyê yekemîn modele ku li cîhanê tê dîtine vê sîstemê cewher û heqîqeta ku ev proje li tevahî cîhanê bê pratîkkirn, tekez kir. Bi taybet hebûna her du zayendan di hundir sîstem, deste û saziyan de, gavekî gelekî pîroz e, her wiha ku jin dikare bi vê yekê mafê xwe misoger bike, bibe hêza çareseriyê û îradeya wê di her beşê civakê de derkeve.

Ev yek dibe çareserî ji hemû pirsgirêkên civakê û yên jin re, ji ber di aliyê din de em dibînin ku mêr herî zêde xwe îfade dike û vê yekê jî bi zihniyeta zilamparêzî dike. Ev proje û sîstem hemû pêdiviyên civakê ger mêr dibe ger jin dibe ji aliyê nîtelîk ve pêk tîne û dibe sîstemeke hevseng ku mafê tu kesî tê de winda nabe. Bê guman modela demokratîk û sîstema hevserokatiyê a ku di Bakur û Rojhilatê Sûriyê de di sîstemên kanton, sazî û desteyan de hatine avakirin, serkeftineke mezin bidest xist û dibe projeya herî serkeftî a rêvebirin û mafdayêna jinê di aliyê xwe îfadekirin û azadiyê de. Ev tecrûbe dikare li hemû cîhanê pêk bê ne tenê di Bakur û Rojhilatê Sûriyê de.

Yek ji xalên girîng yên vê projeya cêhwaz jî, xweparastina cewherî ye. Xweparastin; ev tecrûbeya yekemîne ku jina Kurd pêşengtiya wê dike û dibe hêza parastina civakê. Helbet ev tecrûbe serkeftineke mezin bidestxist, bi nêrîna me be ger ne ji van geşedanên siyasî û leşkerî yên li herêmê ba, ev model dikarî li gelek welatên din jî pêk bihata.

Nêrîna civaka Ereb bi taybetî ya Misrê, ji bo jinên li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, yên ku felsefeya “Jin, Jiyan, Azadî” pejirandine, çi ye? her wiha jinên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê çawa bandor li jinên Ereb kirine?

Hûn dizanin ku tecrûbeya ku li Bakur û Rojhilatê Sûriyê a ji bo jin atiye avakirin, di cîhanê de ne tecrûbeya yekemîn e. Mînak Misir yek ji dewletên ku têkoşîna jin tê de hatiye meşandine, her wiha komeleyên ji bo jin hebûn û hwd. Li ser wê bingehê tecrûbeya jinên Bakur û Rojhilatê Sûriyê tecrûbeyeke ku hemû jinên Misrî nas dikin û fem dikine, her wiha têkoşîna wan bi nirx dibînin, ji ber ku beriya tevgerên azadiyê em jî di vê rewşa dagirkeriyê re derbas bûn.

Ji lewra em û civaka Ereb; tecrûbeya jinên Bakur û Rojhilatê Sûriyê, tecrûbeya jin di Rêveberiya Xweser de û bingeha hevbeşî û sîstema hevserokatiyê pir bi qîmet û bi nirx dibînin. Em li hember vê sîstemê xwe ditewînin. Bi taybet di dema heyî de jin gelek astengiyan dibîne ku mafê xwe bi dest bixe û jin bighîne azadiya xwe a rastteqîn ku jin ne li hember tunekirina mêr radibe ser piyan, divê ev hişmendî di cewherî wê a rast de were nirxandin û zanîn. Ji ber wê jî ev proje û sîste, sîstema ku divê em jê re rêzî bigrin û bi hurmet nêz bibine.

ShareTweetPin

Herî Dawî

‘Çavê li deriyan, xwelî li seriyan..’
Serbest

Di serdemên pevçûnan de hewildan û însiyatîfa çareseriya demkoratîk

11/07/2026
Welatiyên Dêrikê: Gelê Kurd tayînkirinên perlemantoya Sûriyê red dike
NÛÇE

Welatiyên Dêrikê: Gelê Kurd tayînkirinên perlemantoya Sûriyê red dike

11/07/2026
Çima dewleta Tirk dadgehkirina Îmamoglu li paş dixe?
NÛÇE

Çima dewleta Tirk dadgehkirina Îmamoglu li paş dixe?

11/07/2026
Ji bo bîranîna Şehîd Tofan Dêrik wê pêşbirkek lidar bikeve
ÇAND Û HUNER

Ji bo bîranîna Şehîd Tofan Dêrik wê pêşbirkek lidar bikeve

11/07/2026
Niştecihên Qamişlo li dijî guhertina navê Kobanê xwepêşandan kirin
NÛÇE

Niştecihên Qamişlo li dijî guhertina navê Kobanê xwepêşandan kirin

10/07/2026
Roja Nifûsa Cîhanî
CIVAK Û JIYAN

Roja Nifûsa Cîhanî

10/07/2026
  • HAJMARA PDF
  • Kovara Mizgîn
  • Arşîv

Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
  • العربية

Hemû maf parastî ne.