Ronahî Sadûn/Qamişlo
Endamê Komîta Amadekar a 5’emîn Pêşbirka Nivîskarên Pêşerojê Ebdulmecîd Xelef diyar kir ku armanca wan ji Pêşbirkê ew e ku dema ciwan û zarokan di betlana dibistanê de bi tiştên sûd û pêşxistina asta xwendinê derbas bikin, li ser vê bingehê ew pêşbirkê li dar dixin.
Pêşbirka Nivîskarê/a Pêşerojê ya ku ji aliyê Desteya Çandê ya Kantona Cizîrê û Dîwana Wêjeyê ya Bakur û Rojhilatê Sûriyê ve tê lidarxistin, di 20 Tîrmehê di dewreya xwe ya 5’an de din bin dirûşmeya “Şitlên Îro, Darên Sibe…Ne” li hola Navenda Çand û Hunerê ya Mihemed Şêxo ya bajarê Qamişlo dest pê kir. Pêşbirk bi zimanên Kurdî, Erebî û Suryanî ye. Di pêşbirkê de 103 zarok beşdar bûne, ji wan 68 beşdar bi zimanê Kurdî, 32 bi zimanê Erebî û 3 bi zimanê Suryanî ne.
Pêşbirk li ser asta Kantona Cizîrê hatiye lidarxistin û li ser du beşan dabeş dibe. Beşa yekem: Zarokên ku temenê wan ji 10 heya 14 salan e. Beşa duyem: Zarokên ku temenê wan ji 15 heya 18 salan e. Herwiha pêşbirk li ser 3 qonaxa ye.
Derbarê 5’emîn Pêşbirka Nivîskarên Pêşerojê, endamê Komîta Amadekar a 5’emîn Pêşbirka Nivîskarên Pêşerojê Ebdulmecîd Xelef ji Rojnameya me re axivî.
‘Pêşbirk ji bo sûdmendî û pêşxistina asta xwendinê ye’
Ebdulmecîd Xelef diyar kir ku saziyên bi pêşbirkê rabûne Desteya Çandê ya Kantona Cizîrê û Dîwana Wêje ya Bakur û Rojhilatê Sûriyê ye û wiha got: “Ev pêşbirk di dema ku zarok dibistanên xwe qedandin, hate ragihandin. Armanca me jê jî ew e ku em dema zarokan bi tiştekî guncaw dagirin, ji ber pir başe ku em dema betlana zarokan, bi xwendinê derbas bikin. Ji bo em tiştekî bi vî rengî bikin, me dît encex di rêya pêşbirkekê de be ku em ji zarokan re çê bikin, da ku sûdekê ji pirtûk û çîrokan bigirin û dema xwe pê derbas bikin, hem jî asta xwendinê li cem zarokan zêde bikin, bi vê armancê me pêşbirk lidar xist.”
‘Ji çîrokên zarokên serkeftî berhem têne afrandin’
Ebdulmecîd Xelef eşkere kir ku pêşbirk li ser 3 qonaxan e û wiha pê de çû: “Pêşbirk li ser 3 qonaxan e, qonaxa yekem ezmûna devikî ye ku zarok pirtûka di nav destê xwe de dixwînin, piştî wê tên pêşberî komîta nirxandinê û çi ji wê pirtûkê sûd girtine, şîrove dikin. Qonaxa duyemîn ezmûna nivîskî ku zarokan çi sûd ji pirtûk û çîroka di nav destê xwe de girtiye, wê bi kurtasî binivisîne û şîrove bike. Ya din jî em zarokan derdixînin şahiyekê ku nivîskarên giranbuha û kevin jî tên şahiyê û zarokan nas dikin. Qonaxê seyemîn jî zarok ji xeyala xwe çîrokekê diafirînin û dinvîsînin. Ji xwe di salên bûrî de em diçûn hola Beylesan, îsal jî dibe ku em dîsa herin wir ku zarok ji sibehê heya êvarê bi me re ne û çîrokên xwe li wir dinivîsînin, di dawiyê de encama wê derdikeve ku kî/ê biser ketiye/ne. Lê em a zarok giştî tên xelatkirin û qortasî ku pêdiviyên dibistanêne li tevahî zarokan tên diyarîkirin, hem jî spasname li wan tê belavkirin. Piştî wê em wan çîrokên zarokên ku biser ketin kom dikin û wan dîzayîn dikin di berhemekê de, piştî wê em şahiya îmzekirinê ji wan re çêdikin.”
‘Zêdeyî 100 zarokî beşdarî pêşbirka nivîskarên pêşerojê bûne’
Ebdulmecîd Xelef axaftina xwe wiha qedand: “Zarokên beşdarî pêşbirkê bûne bi zimanê Kurdî, Erebî û Suryanî ye û li ser du beşan dabeş dibe. Beşa yekem zarokên ku temenê wan ji 10 heya 14 salan e, beşa duyem ji temenê 15 heya 18 salanî ye ku em dikarin jêre bêjin beşê zarok û beşê ciwanan. Bi giştî li cem me 9 nifşînên destpêkê û 9 nifşên ciwana ye, 18 zarok wê biser bikevin. Komîteya nirxandinê jî Desteya Çandê, nivîskar, rewşenbîr û Dîwana Wêje ya Bakur û Rojhilatê Sûriyê pêk tê. Çîrok jî ji aliyê komîta amadekar tên hilbijartin û li saziyên çandê yên bajaran tên belavkirin, zarok jî diçin wan pirtûkan ji wan saziyan digirin, eyîn wan saziyan bi me re alîkarin ku navê zarokan li cem wan qeyd dibin. Zarokên ku îsal beşdar bûn zêdeyî 100 zarok bi zimanê Kurdî, Erebî û Suryanî, jimara beşdarên Kurdî bêtir e ku 68 in, zimanê erebî 32 û bi zimanê Suryanî 3 zarok in.”






