Esma Mistefa/Qamişlo
Çeteyên DAIŞ’ê di 3’yê Tebaxa 2014’an de êrişî Şengalê kirin û bi hezaran Êzidî kuştin. Di salvegera fermanê de Tevgera Azadiya Jinên Êzîdî (TAJÊ) ji 19 welatên cîhanê re name şandin da ku komkujiyên li ser Gelê Êzîdî nas bikin.
Gelê Êzîdî şahidê hovîtî û feraste nijadperestê, olperestê û zayendperestî a herî bi hov di dîrokê de ye. Civaka Êzîdî a ku rastê 74 fermanên qirkirina etnîkî û fîzîkî hatiye, heyanê vê kêlliyê jî rûxmî hemû êrişên ku bi destê hemû hêzên cîhanî û yên herêmî hatine pêk anîn, lê di şengalê de hebûna xwe parastin. Bi komkujiya dawiyê a sala 2014’an re gelê Êzîdî rastî qirkirina herî mezin ji destê DAIŞ’ê hatin.
Bi destê Trikiyê û hin aliyên îxanetkar Şengal bû meydana xwînê. Bi hezaran jin û zarok hatin revandin û di destê DAIŞ’ê de hatin kirîn û firotan. Bi hezaran mêr li pêşiya çavên zarok û jinên wan hatin qetilkirin. Divê em ji bîr nekin ku heyanê niha jî çarenûsa bi hezaran ji jin û zarokên Êzîdî yên ku ji aliyê DAIŞ’ê ve hatine revandin, ne diyar e.
Di nav 11 salan de 14 welatan bi fermî fermana 3’yê Tebaxê wek jenosîd qebûl kirine. Di salvegera 8’an a salvegera fermana 3’yê Tebaxê 2014’an ku weke fermana herî dawî ji 74 fermanan tê zanîn, Tevegra Azadiya Jinên Êzîdî ji bo 19 welatên cîhanê peyama naskirina komkujiyên li ser gelê Şengalê şandin.
Nameya Komîteya Dîplomasiya TAJÊ wiha ye:
“11 sal li ser fermana 3.8.2014’an ku çeteyên DAIŞ’ê li ser civaka Êzidî li Şengalê pêk anî derbas dibe. Civaka Êzidî fermana 74’an li pêş çavên cîhanê jiya. Di vê fermanê de bi hezaran mirovên Êzidî hatin kuştin, dîlgirtin û ji cih û warên xwe koçber bûn. Qûrbaniyên herî zêde yê fermana 74’an jin û zarok bûn. Jinên Êzidî hatin dîlgirtin, firotin, tecawizkirin, êşkencekirin û kuştin. Bi sedan zarok, pîr û kal ji tî û birçîbûnê jiyana xwe ji dest dan. 11 sal li ser fermana 74’an re derbas bû lê hîn jî êş û birînên fermanê nehatine dermankirin û trajediya fermanê derbas nebûye. Heya niha 2900 mirovên Êzidî ku piraniya wan jin û zarokin di destê çeteyên DAIŞ’ê de dîlgirtî ne. Bi sedan jî çarenûsa wan bi tu awayî nayê zanîn. Hîn bi dehan gorên komî hene ku nehatine vekirin û hîn jî gorîn nû têne dîtin.
19 welatên ku jê re name hatine şandin
Serokatiya Afrîkaya Başûr, Protokola Merasîma Dewletê ya Îtalyayê, Ofîsa Serokkomar û Têkiliyên Dîplomatîk ên Giştî yên Bulgaristanê, Ofîsa Serokkomarê Komara Slovakyayê, Serokkomarê Slovenyayê, Wezareta Derve ya Fransayê, Serokkomarê Komara Fînlandiyayê, Serokkomarê Qibrisê, Serokkomarê Komara Hirvatistanê, Wezareta Karên Derve ya Maltayê, Wezareta Karên Derve û Bazirganiyê ya Macaristanê, Serokkomarê Avusturya, Ji bo Serokkomarê Yewnanistanê, Serokê Hikûmeta Spanyayê, Wezareta Karên Derve ya Çînê, Ofîsa Serokatiya Hindistanê, Serokatiya Komara Erebî ya Misrê, Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yekbûyî António Guterres, Serokkomarê Komara Lîtvanyayê.






