Hêvî Keleş/ Qamişlo
Endamê Komîteya Amadekar a Mehrîcana Osman Sebrî, Ebdulmecîd Xelef anî ziman ku wê 1`ê Mijdarê gera 8`an a Mehhîcana Osman Sabrî ya Wêjeyê bê lidarxistin û wiha got: “Me şert û mercên tevlîbûnê diyar kirin û amadekariyên xwe dikin.”
Desteya Çandê ya Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a kantona Cizîrê bi hevkariya Dîwana Wêjeyê ya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê organîzkirina mîhrîcanê dikin ku dê di 1`ê Mijdarê gera 8`an a Mîrhîcana Osman Sabrî ya Wêjeyê li Qamişloyê bê lidarxistin.
Amadekarî ji bo lidarxistina Mehrîcana Osman Sebrî ya Wêjeyî ji vê tê kirin, herwiha ji bo tevlîbûnê şert û merc hatin eşkerekirin.
Şert û mercên tevlîbûnê ev in:
Beşdarî tenê di warê nivîsên şanoyê de ye.
Nivîskar dikare tenê bi komeke nivîsên şanoyê tevlî mîrhîcanê bibe.
Divê hejmara gotinên di nivîsê de di navbera 3 hezar û 13 hezar de be.
Divê temenê nivîskarê/a beşdar ne kêmtirî 18 salî be.
Berhem bi zimanên kurdî, erebî û suryanî tê qebûlkirin.
Divê berhem beriya vê li derekê nehatibe weşandin û ji ti zimanan nehatibe wergerandin.
Deriyê tevlêbûnê heta 1`ê Cotmeha 2025`an vekiriye ji bo ku nivîskar xwe amade bikin û berhemên xwe hazir bikin.
Derbarê amadekarî û şert û mercên tevlîbûna Mehrîcana Osman Sebrî, endamê komîteya amadekar a mehrîcanê Ebdulmecîd Xelef ji Rojnameya me re axivî.
‘Bi riya mehrîcanê helbestvanê nemir û têkoşerê kurd Osman Sabrî tê bibîranîn’
Endamê komîteya amadekar a mehrîcanê Ebdulmecîd Xelef diyar kir ku mehrîcana Osman Sebrî ya Wêjeyê di gera xwe ya 8`an de wê bê lidarxistin û wiha got: “Her sal rengê lidarxistina vê Mehrîcanê cûdaye, bernameyên vê mehrîcanê simîner, panêl, xwendina helbest û çîrok, herwiha kar û xebatên wêjeyî û çandî ne. Mîhrîcan her sal li dar dikeve û balê dikişîne ser behreyên wêjeyî yên nû. Bi rêya mehrîcanê helbestvanê nemir û têkoşerê kurd Osman Sabrî tê bibîranîn ku di wijdana çandî ya kurdî de bandoreke kûr kiriye. Wê îsal pêşbirka şano jî di mehrîcanê de hebe wê beşek jê be,ew jî ji bo piştgiriya şanogeriyê û xurtkirina rola wê di ravekirina dozên civakê de bi ziman û çandên cuda, komîteya amadekar îsal girîng daye beşa nivîsên şanoyê. Her sal pêşbirk di mehrîcanê de heye lê tê guhertin, pêşbirk bi zimanê Erbebî, Kurdî û Suryanî ye.”
‘Ji bo pêşxistina wêjeyê û piştgiriya nivîskaran mehrîcan tê lidarxistin’
Ebdulmecîd Xelef axaftina xwe wiha qedand û got: “Ji bo kesên ku bi ser bikevin di pêşbirkê de xelat hene, piştgiriyên moralî weke çapkirina pirtûk û xelatin madî jî hene. Hin astengî bi me re derdikevin pêş, ew jî hin kes hene ku ji derve dixwazin beşdar bibin lê ji ber rewşa em tê de zehmete ku karibin beşdar bibin. Lê îsal em hêvî dikin ku derfet vebe ku mêvanên me ji derve beşdar bibin ji ber rewşa em tê de ber bi guhertinek baş ve ye. Em vê mehrîcanê li dar dixin bi armanca ku piştgiriya asta wêjeyê bikin, herwiha piştgiriya nivîskaran bikin û nirx bidin nivîsên wan.”






