Sunday, July 12, 2026
  • العربية
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
Rojnameya Ronahî
No Result
View All Result

1’emîn Konferansa Neteweyî ya Ciwanên Rojava li Ewropayê wê bê lidarxistin

21/07/2025
in CIVAK Û JIYAN
A A
1’emîn Konferansa Neteweyî ya Ciwanên Rojava li Ewropayê wê bê lidarxistin
Share on FacebookShare on Twitter

Esma Mistefa/Qamişlo

Ji aliyê Insiyatîfa Vejîn ve wê yekemîn Konferansa Neteweyî ya Ciwanên Rojava li Ewropayê bê Lidarxistin. Koordînasyona Ofîsa Ragihandinê a Insiyatîfa Vejîn Elîn Kênco destnîşan kir ku yek ji armanca konferansê ew e ku rê li ber ciwanên Kurd ên li derveyî welat veke da ku roleke bi bandor di avakirin û pêşxistina projeya Rêveberiya Xweser û yekîtiya Kurdan de bilîzin.

Di demeke nêz de wê li li parêzgeha Bakurê Rhine li Almanya yekemîn Konferansa Netewî a Ciwanên rojava li Ewropayê bê lidarxistin. Ev konferans wê ji aliyê Insiyatîfa Vejîn ve bê orgenîzekirin, her wiha wê tê de zêdetir li ser rewşa ciwanên Kurdistanê û çawaniya pêşvebirina projeya Rêveberiya Xweser li derveyê welat û piştgiriya herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê. Ji bo ku em pêhtir vê insiyatîfê nas bikin koordînasyona Ofîsa Ragihandinê a Insiyatîfa Vejîn Elîn Kênco ji rojnameya me re axivî.

Wê ciwanên Rojavayê Kurdistanê bêne vexwandin

Alîn di destopêkê de bal kişand ser orgenîzekirina vê konferansê û wiha got: “Em çend meh in wekî Insiyatîfa Vejîn da ku mekanîzmeyek baş bi armanc û helwestên xurt avabikin ji bo vê konferansê dixebitin. Ev konferans yekemîn konferanse ku wê ji aliyê ciwanên Rojavayê Kurdistanê ve li Ewropayê bê li darxistin. Helbet di demeke wiha de lidarxistina vê konferansê xwediyê cihekî pir taybet e. ji ber rewşa Kurdistanê û a Rojavayê Kuristanê di nava geşedan û pêşveçûnên gelek girîng re derbas dibe. Ji lewra me jî weke Însiyatîfa Vejîl li Ewropayê pêwîstî bi vê gavê dît ku bi rêya konferansê em rewşa ciwanan û a Rojavayê Kurdistanê nîqaş bikin.

Wê konferans dê li parêzgeha Bakurê Rhine li Almanya were li dar xistin. Her wiha Her wiha wê nêzî 120 ciwanên Kurd ên ji Rojavayê Kurdistanê ku temenî wan di navber 18-42 salî de, ji hemû warên pisporiyê, dê ji aliyê komîteyek taybet ve ku ji aliyê însiyatîfê ve hatiye destnîşankirin, werin vexwendin da ku beşdarî konferansê bibin. Di konferansê de wê ji bo hemû kesên xwedî pspor komxebat dê werin lidarxistin, her wiha ji bo demên pêş wê pilannameyek bê derketin. Di dawiya konferansê de, ji bo her yek ji van pisporan nûner dê werin hilbijartin û wê konferans bi daxuyaniyekê bidawî bibe.”

Armanca Konferansê

Alîn têkildarî armanca vê konferansê wiha got: “Em vê konferansê li dar dixin da ku piştgiriyê bidin daxwazên Kurdan ên ku di encamên Konferansa Neteweyî ya Kurd a li Qamîşlo de hatine derketin bikin. Her wiha bibe peyamek piştgiriyê ji bo Hêzên Sûriye Demokratîk û Projeya Rêveberiya Xweser. A din armanca konferansê ew e ku rê li ber ciwanên Kurd ên li derveyî welat veke da ku roleke bi bandor di avakirin û pêşxistina projeya Rêveberiya Xweser û yekîtiya Kurdan de bilîzin, ev yek jî çi bi rêya dîplomatîk li derveyî welêt be, çi jî bi rêya mîsyonan û danûstandinan di navbera wan û Rêveberiya Xweser de dibe. Her wiha armanc dike ku di navber ciwanên di welat û derveyî welat danûstandinên kar xurtir bike”.

Yekbûna di navbera ciwanên derve û hundir welat

Her wiha Elîn bal kişand ser çalakiyên ciwanên Kurd li Ewropayê ji bo doza Kurdistanê di kîjan astê de ye û wiha anî ziman: “Çalakiya ciwanên Kurd li Ewropayê mezin e, lê bi awayekî rast nayê rêvebirin û organîzekirin. Ji ber vê sedemê, biryar hat dayîn ku ev konferans bi armanca rêxistinkirin û rêberiya ciwanên Kurd di rêça rast de, di xizmeta gelê me û doza me de were lidarxistin. Her wiha di vê qonaxa dîrokî de em yekbûnekê di navber ciwanên derve û hundir welat de avabikin û peyamek zelal bidin ciwanên me yên têkoşer ên li welêt ku ew ne bi tenê ne.

Ji ber bûyerên bilez û hewcedariya gelê me yê li derveyî welêt, bi taybetî ciwanan, bi rêbernameyeke rast. Amadekarî ji bo ku bi bûyeran re hevaheng bin hatine lezandin, biryar hatiye dayîn ku ev konferans di zûtirîn dem de dest pê bike. Ev yek jî wek erkekî neteweyî ye her wiha ji bo piştgirî û alîkariya ciwanên me û rêveberiya me li Rojava ye”.

‘Em ê her tim li kêleka QSD’ê bin’

Elîn bi van gotinan axaftina xwe bidawî kir: “Em tekez dikin ku xebatên me tevî hemî zehmetî û dijwarîyên ku em wekî ciwanên serbixwe yên Kurd li derveyî welêt pê re rû bi rû dimînin, berdewam bikin. Gihiştina armancên vê konferansê piştî lidarxistina wê ji bo me serkeftineke mezin e, em ê hemû hewla xwe bidin da ku serkeftina wê misoger bikin, bigihîjin armancên wê û gotûbêja xwe bikin yek. Weke insiyatîfa Vejîn di pênc salên derbasbûyî de me ji bo alîkariya gelê xwe û nasnameya xwe kar da meşandin, her wiha em her tim di nava têkiliyan de bûn bi ciwanên welêt re ku her care ji me re hêza wan a îradeyê derdiket pêş.

Ji ber vê yekê, em piştrast in ku ciwanên me yên Kurd, li her deverê ku lê bin, dikarin ji bo xwe û gelê xwe pêşerojek çêtir ava bikin û navê Rojava û Kurdistanê bilind bikin. Em ê her tim di vê rêyê de li kêleka wan bin, piştgiriyê bidin hemû kesên ku ji bo bidestxistina mafên me dixebitin, û em ê careke din dubare bikin ku em ê her tim li kêleka Hêzên Sûriyeya Demokratîk bin di têkoşîna wan a ji bo bidestxistina mafên me de.”

ShareTweetPin

Herî Dawî

‘Çavê li deriyan, xwelî li seriyan..’
Serbest

Di serdemên pevçûnan de hewildan û însiyatîfa çareseriya demkoratîk

11/07/2026
Welatiyên Dêrikê: Gelê Kurd tayînkirinên perlemantoya Sûriyê red dike
NÛÇE

Welatiyên Dêrikê: Gelê Kurd tayînkirinên perlemantoya Sûriyê red dike

11/07/2026
Çima dewleta Tirk dadgehkirina Îmamoglu li paş dixe?
NÛÇE

Çima dewleta Tirk dadgehkirina Îmamoglu li paş dixe?

11/07/2026
Ji bo bîranîna Şehîd Tofan Dêrik wê pêşbirkek lidar bikeve
ÇAND Û HUNER

Ji bo bîranîna Şehîd Tofan Dêrik wê pêşbirkek lidar bikeve

11/07/2026
Niştecihên Qamişlo li dijî guhertina navê Kobanê xwepêşandan kirin
NÛÇE

Niştecihên Qamişlo li dijî guhertina navê Kobanê xwepêşandan kirin

10/07/2026
Roja Nifûsa Cîhanî
CIVAK Û JIYAN

Roja Nifûsa Cîhanî

10/07/2026
  • HAJMARA PDF
  • Kovara Mizgîn
  • Arşîv

Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
  • العربية

Hemû maf parastî ne.