Saturday, July 11, 2026
  • العربية
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
Rojnameya Ronahî
No Result
View All Result

‘Armaca me vejînkirina destanên Kurdî ye’

20/07/2025
in ÇAND Û HUNER
A A
‘Armaca me vejînkirina destanên Kurdî ye’
Share on FacebookShare on Twitter

Dîlan Milhim\Qamişlo

Endamê Hunergiha Welat Xoşman Qado diyar kir ku kilîpa bi navê Destana Derwêşê Ebvî di vê heftiyê de wê were belavkirin. Qado destnîşan kir ku kilîp bi şêwazê çanda Kurdan, dengbêjî, lîstkvanî û şanoyî hatiye amdekirin û got, “Armanca me vejînkirina destanên Kurdî ye.”

Yek ji destanên Kurdî yên herî navdar di nava gelê Kurd de, Destana Derwêşê Evdî û Edûlê ye. Lewam Hunergeha Welat xwest ku vê destanê bike kilêp û şeş mehin amedekariya çîkirina kilîpê dike. Hunergeha Welat bi riya vê kilîpê wê destana qehrmaniyê bi muzîk û şanoyê zindî bike. Evîna welat, cenga ji bo azadiyê, girêdana bi ax û baweriyê ve bi riya stranê tê vegotin, ji Derwêşê Ebdî heta Derwêş herdem Rêber Apo û rastiya Kurd û Kurdistanê tê gotin. Hunergiha Welat bi vê gavê armanc dike ku vê destanê bi rêbazekî hêsan ji civakê re ragihîne.

Di derbarê amedekariya kilîpa bi navê Destana Derwêşê Evdî de endamê Hunergiha Welat Xoşman Qado ji Rojnameya me re axivî.

‘Di vê heftiyê de wê kilîp were belavkirin’

Xoşman Qado anî ziman ku kilîpa bi navê Destana Derwêşê Evdî di vê heftiyê de wê were belavkirin, kilîp bi şêwazê çanda Kurdan, dengbêjî, lîstkvanî û şano hatiye amdekirin û wiha got: “Karê nû yê ku em li ser xebat dikin Destana Derwêşê Evdî ye, ev destan gelekî bi bandore di nava gelê Kurd de ji destpêka vê heta niha ev bandor berdewam e. Di çarçoveya bûyerên ku em tê de derbas dibin me ev kilîp hilbijart, ji bo bîranîna wê bûyerê û girêdana wê bi hebûna gelê kurd ve. Îro em heman kêliyan jiyan dikin li Rojavayê Kurdistanê hîn têkoşîn, berxwedan û parastina welat berdewam e. Têgehên gihiştin me ya vê destanê heya niha heye.”

‘Di nava kilîpê de zêdeyî 100 kesî cih kirtiye’

Xoşman Qado da zanîn ku ev kilîp ji aliyê Hunergiha welat bi hemû amdekiriyê wê were derxistin û wiha pê de çû:“ Di nava vê kilîpê de zêdeyî 100 kesî cihê xwe girtiye. Her beşek ji amdekariyê kilîpê ekîpeke taybet heye. Armanca ji vê kiîpê vejînkirina destanên Kurdî ye, da ku nifşê nû bi aweyekî guncaw li gorî temen, hest û pêşketina teklonojiya dema heyî van destnana nas bikin. Herwiha derxistina qehremaniya kesyetên Kurd ku bandora wan di guhertina pêvejoyan de di seraserî dîroka gelê Kurd de. D heman demê de, avakirina bingehekî fikrî ji bo hişyarkirina civakê ku li ser rastiyên dîrokî çawa dagirkeran Kurdistan dagrkirin û hewldanên wan di guhertina rastiyên dîrokî û li gorî xwe binivsînin.”

‘Çand û huner roleke girîng di Şoreşa Rojava de lîst’

Endamê Hunergiha Welat Xoşman Qado axaftina xwe wiha bi dawî kir: “Çand û hunerê roleke girîn di şoreşa Rojavayê Kurdistanê de lîst, ji ber ku çand û huner nasnameya çandî ya erdinîgariya ku em tê de jiyan dikin, ava dike. Herwiha kesên ku dixwazin herêmê nas bikin bi riya çand û huner nasnameya civak û pêkhatiyên li vê erdigariyê jiyan dikin, nas dikin. Pirojeyê me yên girêdayî perwerdekirina zarokan hene û derxistina kilîpên taybet ji bo zarokan. Lewma pirojeyên me berdewam dikin.”

ShareTweetPin

Herî Dawî

‘Çavê li deriyan, xwelî li seriyan..’
Serbest

Di serdemên pevçûnan de hewildan û însiyatîfa çareseriya demkoratîk

11/07/2026
Welatiyên Dêrikê: Gelê Kurd tayînkirinên perlemantoya Sûriyê red dike
NÛÇE

Welatiyên Dêrikê: Gelê Kurd tayînkirinên perlemantoya Sûriyê red dike

11/07/2026
Çima dewleta Tirk dadgehkirina Îmamoglu li paş dixe?
NÛÇE

Çima dewleta Tirk dadgehkirina Îmamoglu li paş dixe?

11/07/2026
Ji bo bîranîna Şehîd Tofan Dêrik wê pêşbirkek lidar bikeve
ÇAND Û HUNER

Ji bo bîranîna Şehîd Tofan Dêrik wê pêşbirkek lidar bikeve

11/07/2026
Niştecihên Qamişlo li dijî guhertina navê Kobanê xwepêşandan kirin
NÛÇE

Niştecihên Qamişlo li dijî guhertina navê Kobanê xwepêşandan kirin

10/07/2026
Roja Nifûsa Cîhanî
CIVAK Û JIYAN

Roja Nifûsa Cîhanî

10/07/2026
  • HAJMARA PDF
  • Kovara Mizgîn
  • Arşîv

Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
  • العربية

Hemû maf parastî ne.