Navenda Nûça
Rêber Apo” Kevirên bingehîn ên pergala xwerêvebirinê, bi rêxistinkirina komûn û meclîsan tê avêtinê. Erka biryarê ya delegeyên gund, tax-komûn û meclîsên bajaran e. Lewma biryara gel derbasdar e. Di wir de gotin, biryar û nîqaş a civata komune.
Komîn an jî civaka azad û demokratîk, dibistaneke bingehîn e ku kesayetiya azad, wekhev û demokratîk pêk tîne. Kesê ku komîna wî/wê nîn be kesayetiya jiyana komunalî jî pêk nayîne. Di radeyeke jor de komîn di her qada jiyana civakî de derbasdar e. Li gorî cudahiyan, kes ji kesayetiyê zêdetir dikare jiyana xwe di komîn û civatê de pêk bîne. A girîng li gorî qabiliyet, ked û cudahiyan, di nava civata komînalî de jiyan kirine. Kesê ku bi komînê re an jî, bi civatê re girêdayî be, divê bi berpirsyarîya exlaqî tevbigere. Exlak, rêz û girêdanbûna jiyana komînal û komînê ye.
Kesê ku di nava komîn an jî civatê de jiyan dike komîn heya dawiyê wan diparêze û dide jiyankirin. Jixwe rêgeza bingehîn a avakirina civaka mirovan, ew rêgeza berpirsyariya exlaqî ye. Xisletên demokratîk a komîn an jî civatan, azadiya kolektîf a civat an jî komîna siyasi pêk tîne. Komîn an jî civata ku ne demokratîk be, siyasi nabe. Komîn an jî cıvata siyasi nebe, azad jî nabe. Di navbera demokratîkbûn, siyasibun û azadiya komînê de, li hev hatineke xurt heye. Mînak; gundek, komînek an jî civatek, şertên komînê li ser xwe digre, wê pênaseyê em dikarin heya asta meclîsên taxan û yên bajaran jî bibin. Koperatîfek, kargehek, weqifek (rabîte), komele û rêxistineke sivîl (medenî) jî dikare bibe komun. Mirov dikare komînê di her qadên jiyanê de weke çandî, hunerî, aborî û parastinê de belav bike û bi vê ya jiyana siyasi û civakî jî hem demokratîk hem jî komînal bike. Kesayetî, tenê dikare di nava vê jiyana demokratîk a komînal de pêk were. Zarokek heft salî bigre heya kalekî heftê salî, ji jinan bigre heya xortan derkeve û asta wan a perwerdeyê çi dibe bila bibe, ji bo her kesekî karek heye. Karê ku pê re mijûl bibe û xwe biparêze heye. Bi heman awayî, gelek karên ku hem xwe pê têr bike, hem jî pêwistiya zêdebûna xwe pêk bîne ku bi wan karan azad dibe, hene. Ji bo wê; tenê ji hişmendî û iradeya civaka azad kêm be jî para xwe girtibe bes e”!
“Mînak ez bûma, ez ê biçûma gundê xwe, çiyayê Cûdî, quntarên çiyayên Cîlo, derdora Gola Wanê, Li çiyayên Agirî, Mûnzur û Çewlikê, Peravên Firad, Dîcle û Ava Zapê, Heya deşta Riha, Mûş, Îdir, Musul û Şengal ê riya min bi ku biketa, min ê xwe bispêra azweriya ziraetê (çotyarî) û dostaniya, ya heywanan, min ê ji wan karan û ji rastiyên civakê re îlham bigirtiba û dest bi karên xwe bikira.
Bi qasî ku neyê fikirîn dê karên min zêdebûna. Min ji, komunên gund dikarî dest bi karê xwe bikim. Gundek, an jî komuna gundan avakirin dê kareke çi qas bi coş, azadbûyî û bi tenduristî bûya! Civata komûna taxekî an jî ya bajarakî avakirin û şixulandin, dê çi qas afirînerî û azadkirî bûya! Di bajar de komûna akademiyekî, koperatîfekî, kargehekî avakirin, ma dê rê li ber çi venekiriba!
Civatên komunan avakirin û di wan de axiftin û kar meşandin, dê çi qas bi şanazî û bi rûmet bûya! Wekî ku tê dîtin, çawa ku sînorên hesret û hêviyan nîne, ji ber ku ew hesret û hêvî pêk werin, ji xeynî mirov bixwe tu astengiyeke din ê ciddî nîne. Bila tenê hinek namûsa civakî, hinek jî eşq û eqil hebe!
1.Komûn saziyeke ku xwe dispêre yekitiya dîlxwazan.
2.Komûn dibistana xwerêvebirinê û ya demokrasiya rasterast e.
3.Qada azad ya ku kesayetî di nav de wate dibîne û armanca xwe pêk tîne ye.
4.Dîbistaneke ku hûmanîzm (hezkirina însan) edalet û mafê mirovan di nav de digihije.
5.Wekheviya jin û zilam pêk tê, jin ji metabûnê (kirîn firotin) derdikeve û qada hevjiyana azad û hezkirinê ye.
Kurtasî; çi qas taybetmendiyên erênî yên ku weke bi hevrebûna azad, wekhevîtî, hevgirtin û parvekirinê esas digirin hebin, di nava xwe de dihewîne, afirîner dike û modela rêxistinbûna civakê ya ji derveyî dewletê ye.”
Em divê weke rêgezek exlaqî nas bikin û qebûl bikin ku kesê jiyana wî ya kominal nebe, şexsiyeta wî jî ne mumkîn e. Em divê ji bîr nekin ku endambûna kom an jî kominekê di heman demê de timî aliyekî xwe yê demokratîk heye. bibe. Hingê mirov ê karibin serwext bibin ku bi vî awayî her kom û komin di heman demê de yekeyeke civaka exlaqî û polîtîk e.
Yê nebe komin, û bi kominî nejî, kesayetiya wî jî pêk nayê. Gelek cureyên kominan hene û di her qada jiyanê de dibin. Li gorî cudahiyan, şexs ji kominekê zêdetir dikare di nava koman de cih bigire. Ya girîng ew e, şexs li gorî qabîliyetên xwe, li gorî ked û cudahiyên xwe zanibe di nava koman de cih bigire. Şexs berpirsiyariya xwe ya beramberî komin an jî koma girêdayî wê ye, weke pîvana sereke ya exlaqîbûnê dibîne.. Exlaq girêdan û hurmeta ji bo jiyana komin îfade dike. Komin yan kom jî, heta dawiyê xwedî li şexsên xwe derdikeve, bi vê jî wan diparêze û jiyana wan misoger dike. Jixwe rêgeza bingehîn a avabûna civak û komina mirov ev berpirsiyariya exlaqî ye. Karektera demokratîk a kom û kominan azadiya hevbeş pêk tîne, bi gotineke din kom û kominên siyasî pêk tînin. Kom û kominên ne demokratîk nikarin siyasî bibin. Kom û komina ne siyasî jî nikare azad bibe. Di navbera demokrasî, siyasî û azadiya kominê de wekheviyeke şidandî û hişk heye.
Rêber Apo






