Mihemed Seydi
Rewşa Sûriyê bi vê komkujiya mezin a duyem ku li dijî Durziyan li Siwêdayê pêk tê, derbasî qunaxeke nû dibe. Her çiqasî Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê hişyarî ji şerê navxweyî kirin, lê desthilata ku niha li Şamê ye her gef û tehdîd bi kar anîn û destpêkê li berava Sûriyê li dijî Elewiyan û niha jî li dijî Durziyan komkujiyan dike.
Piştî êrişên çend rojan a komên çete û bermahiyên DAIŞ’ê û El-Nusra yên Ebû Muhamed El-Colanî, ew li hember ciwan û civaka Durzî têk çûn. Bi zextên Israîlê jî neçar man ku hemû çeteyên xwe tevî çekên xwe yên giran ji nava deverê vekişin.
Di nava 24 seatan piştî vê binkeftina komên Colanî vê carê di warê ragihandinê de kombûn çêkirin û di bin navê Eşîrên Ereb li dijî Siwêdayê tevger çêkirin û kincên van koman bi Gelabiyên Erebî guhertin û wek ku zarokên Eşîranin dest bi komkujiyan kirin.
Lê li gorî di destpêka êrişan de jî me bala xwe dayê, ev amadekariyên di warê ragihandinê de eşkere dike ku hin hêzên li derveyî Sûriyê li pişt plana êrişan de ne.
Li aliyê din, hat idîakirin ku di êrişa Îsraîlê yên li dijî navenda serêkaniyê artêşa Sûriyê li Şamê de, hin berpirsên Istîxbaratê yên Tirk jî hebûne. Ev agahî çiqas raste an na, nayê zanîn, lê beriya çend heyvan eşkere bû ku komeke MÎT a Tirk li qesra serokkomariyê ya Şamê ew ê ku Ehmed El-Şeri bi rê ve dibe. Piştî van êrişan 18’ê Tîrmehê di gotinên serokê MHP Dewlet Bahçelî de eşkere bûn ku got; “Israîl dixwaze koorîdorekê di Siwêdayê re veke” û ev tevger jî wekî li dijî Tirkiyê bi nav kir.
Tişta ez dixwazim bibêjim ew e ku dewleta Tirk destpêkê xwest bi kuştina Elewiyan xelkê Sûriyê kontrol bike û bi komkujiyên li Siwêdayê Kurdan çavtirsandî bike. Ev siyaset beriya 10 sala bi destê DAIŞ’ê jî hat meşandin û di encamê de hêza QSD’ê derket holê û plana Tirkiyê têk çû. Vê carê jî ne dûre bi komkirina van komên tundrew li hember Durziyan, hêzeke din li erdê bibe serwer ku ew jî li Siwêdayê be û bi rastî jî Durzî wê başurê Suriyê hemû kontrol bikin. Lê ev pêvajoya ku niha heye, destpêka têkçûna Ehmed El-Şerie û komên girêdayî wî ne ku dewleta Tirk xwe li pişt wan dibîne.
Gotina dawî ya dixwazim bibêjim, dewleta Tirk di komkujiyên li Siwêdayê de hêza sereke ye û ew şerê niha bi rê ve dibe.





