Birûc Resûl/Qamişlo
Dayika ku bi hezkirina xwezayê û kulîlkan mezin bûye, Yara Mihemed diyar kir ku bi çandina kulîlkan rihê wê zindî dibe û got: “Dema ku ez dordora xwe kulîlkan dibînin rehetiyek mezin di hindirê min de tê avakirin.”
Li kampa Newroz Jina bi navê Yara Ehmed Mihemed ji bajarê Helebê ye ku temenê wê 57 Sal e, lê mixabin dayekeke li erdê ye, bi sedemê nexweşiya şekir lingeke xwe winda kir. Lê dîsa jî ev yek ji bo jiyana wê nebû kelem ku hêz, moral û hêviyên wê werin şikandin. Her xwest ku bi çandina gul û kulîlkan êşa xwe ji bîr bike.
Dayika Yara xwedî malbat e, 5 zarok jê re çêbûn û her 5 jî xort bûn. Lê di destpêkirina jiyana wan de, hevjînê yara ji
ber nexwşiyeke bêbext çû dilovaniya xwedê. Li vir dayika Yara bi hemû hewledan û hêza xwe, xwest zarokên xwe mezin bike û wan her serkeftî di jiyanê de bibîne. Di destpêka kirîza Sûriyê de ji ber şert û mercên giran koçberî Serêkaniyê bûn û li wir niştecih bûn, da ku zarokên xwe di jiyaneke aram û saxlem de mezin bike.
Winda û bêdengî
Di sala 2019`an de dema ku dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê êrişî bajrê Serêkaniyê kir, li vir wekî ku di kabûsekî de jiyan kir, her tiştê ku ji bo zarokê xwe kiribû belav bû. tenê bi qîrînên bê deng ji Serê kaniyê bi darê zorê hatin koçberkirin. Dayika Yara û zarokên xwe êdî neçar man ku koçberî Minbicê bibin. Dîsa jî her xwest ku ew jiyana li Serêkaniyê dabû afrandin li Minbicê ji nû vejîn bike.
Tevî vê yekê jî Yara hêza xwe winda nekir û ji tiştekî ne tirsiya ji ber ku zarokên wê li cem wê bûn. Her wiha ji bo wê cih û mal ne giring bû lê belê ji bo wê himbêzkirina zarokên wê ya herî girîng bû. Yara zarokên xwe li ser esasê hezkirin û rêzdariyê mezin kirbû. Di sala 2020‘an de zarokên Yara biryar dan ku vegerin mala xwe ya rûxandî li Serê Kaniyê. Di dema vegera zarokên Yara de mirin li benda wan bû, bi sedemê mayineke di mala wan a Serêkaniyê de her pênc zarokên wê jiyana xwe ji dest dan.
Mayînên ku çeteyên dewleta Tirk a dagirker di malan de çandibûn bi zarokên Yara de teqiyan û Yara di jiyanê de bi tenê ma. Mixabin dayika Yara piştî windakirina her 5 zarokên xwe bi nexweşiyek bêbext ket û ev nexweşî roj bi roj girantir dibû. Bijîşkan jî neçar man ku lingê Yara qut bikin, bêguman dema ku pijîşkan bi dilekî xemgîn ji dayika Yara re gotin wê lingê te were qût kirin, dayika Yara bi ruyekî ken got: “Êşa windakirina 5 zarokên min hişt ku ez êşa jiyanê giştî ji bîr bikim û ez wan biçûk bibînim.”
Dayika Yara xwe radestî jiyaneke xemgîn û şikestî nekir, lê belê xwest jiyana xwe bi çandina dar û gulan xweş û zindî bike. Her ku gulek diçîne navekî lê dike û wan bi kêfxweşî xwedî dike, belê dayika Yara nêzî gul û kûlîlkan dibe wekî ku parçeyek ji rihê wê ne. belê dayika Yara derdora kona xwe kiriya bihûşt ji xwezaya heyî, dema ku mirov diçe cem dayika Yara di aliyê derûnî de rehet dibe.
Xwedîkirina lawiran
Dema me ziyaretî dayika Yara li kampa Newroz kir, li derdora wê hemî gul û kulîlk bûn di heman demê de lawiran jî xwedî dikir Yara wiha axivî û got: “Dema ku ez dordora xwe kulîlkan dibînin rehetiyek mezin di hindirê min de tê avakirin. Bêguman di dema berê de min xwarin dida zarokên xwe lê bi derbasbûna demê re piştî ku zarokên min jiyana xwe ji dest dan, êdî kesekî min nema ku ez xwarin bidim wan û bi wan re mijûl bibim. Ji ber vê yekê min ev lawir kom kirin da ku her roj xwerin bidim wan û wan xwedî bikim. Ez her dem dihizirim ku ev lawir ji kulên min fêm dikin.”
Dayika Yara dibêje ku ew dermanê xwe yê însolînê her roj ji Heyva Sor a Kurdî distîne.
Dema mirov di çavê dayika Yara mêze dike jiyaneka azad dibîne, ji ber wê hêz û baweriya wê ya mezin. Dayika Yara di vê jiyanê de tenduristî, zarok û hevjînê xwe winda kir lê belê xwe kêm nedît û roj bi roj xwe bi hêztir dike.






