Remezan Olçen
Di sala 14’an a Şoreşa Jinê ya Rojava de venîrîneke kurt a li çand û hunerê me xwest bi vî nivîsê em bikin. Em bînin bîra xwe Kurd, û pêkhayeyên li Bakur û Rojhilatê Sûriyê beriya Şoreşê rewşa wan bi çi rengî bû û îro roj gel û civak gihîştine çi astê?
19’ê Tîrmeha 2012’an li Rojava şoreşeke mezin a mirovahiyê û bi pêşengiya jin û civakê pêş ket. Ev Şoreşa ku îro roj jî li her dera cîhanê li ser zar û zimanan e bi ilm û feraseta Apoyî bi pêşengiya jinê pêş ket. Gelê Kurd li vî beşê welat êdî zincîrê bindestiyê qetand, perdeya xefk û xefletê qelaşt û bi heqîqeta xwe re li ser kok û rîşala xwe bû yek. Dewra zordestî û zorbatiyê bi dawî kir. Bi ronahiya fikrên Apoyî meşaleyeke di wê tarîtiyê de vêxist û ew meşale îro jî weke pusulayekê rê nîşanî dildarên azadiyê, demokrasî û edaletê dike.
Rêber Apo di xebatên xwe de azadiya jinê esas girt. Got; jin jiyan e û divê jiyan azad be. Ma ji vê mezintir xebateke huner û çandeke xurt heye gelo. Hîm û esasê avadaniya şoreşê bi vê hunerê weke ristina berik û xalîçeyeke rengîn kêl bi kêl hat ristin. Şoreşê zimanê xwe çêkir, bi wî zimanê şoreşê çanda kevnar vejiya hunera azad şewq û ronî da.
Em bînin bîra xwe di bin zorbatiya rejîma Baas de rewşa zimanê me Kurdî çawa bû. Em rast bibêjin, mesele tenê li dibistanan ferzkirina zimanê erebî nebû, Kurdî li nav sûkê û malê jî êdî kêm dihat bihîstin. Reng, deng û çîroka gel hatibû tarîkirin, hatibû kerkirin, hatibû jêbirin. Bi şoreşê re dengbêjan êdî li kelam û klamên xwe vegeriyan. Ferhenga zimanê azadiyê xurt bû. Şano bi Kurdî derketin ser dik û sehneyê. Stran bi kurdî, sêwirandina wêneyan bi motîf û temayên kurdewar bûn êdî. Huner li Rojava bi Şoreşê re gihîşt asasê xwe. Xeyal û rastî di wan stranan de, di wan lîstikên şanoyê de, di wan roman, çîrok û helbestan de di wan wêneyên rengên kesk û sor û zer de têkelî hebûn. Sînor neman. Raman azad bû.
Çawan ku di şoreşê de jin pêşeng bû, di xebatên ziman, çand û hunerê de jî jin bi pêşegiya dinya şaş û metel kir. Di her bajar û gundên Rojava de gotin li cih be, jin pêşî xwe bi şoreşê re ji nû ve çêkirin. Bûn hunermendên rastîn, nivîkarîn heqîqî, stranbêj û şanogerên heqîqî qet’en ne mecazî. Ew bi hunera şoreşê gelê xwe çêkirin, bi hunerê bi hunera azadiyê jiyan û gel azad kirin. Ji ber wê ye dema piştî 13 salan em vedigerin li Rojava dinêrin em dibînin ku ev gel û pêkhate ne bi çek û sîlah lê bi fehm û feraset, bi ziman, çand û huner xwe gurçûpêç kirine, xwe bi rêxistin kirine ji lewma jî bûne qibleya nû ya azadiya li seranserê cîhanê. Ev e zimanê azadiyê ye ku çanda xwe diparêze û hunera xwe, kerameta xwe pêş dixe. Ev hunera azadiyê jî zimanê şoreşê ye. Her bijî Şoreşa Jinê ya Rojava.




