Lîloz Hisên/Qamişlo
Endamê Tevgera Çand û Hunera Demokratîk a Mezopotamiya li Sûriyê Sîpan Xelat destnîşan kir ku huner rengeke ji rengê xweparastinê ye; “Huner bû wesîleya mezinkirin û dengvedana şoreşa Rojava”
Di şoreşên gelan de huner qadeke têkoşînê pir giring bû. Li Rojavayê Kurdistanê jî bi destpêkirina şoreşa 19’ê Tîrmehê re sektora hunerê bi awayekî hevkar ji bo belavbûna tevgera şoreşgerî pêş ket. Di riya hunerê de bal hate kişnadin li ser şoreşê û hişt ku pêkhateyên dîtir jî tevlî tevgera şoreşgerî bibin.
Bi şoreşê re huner geş û pêşket, bû dengê gelê herêmê, şoreşê îfade kir û bûyerên wê tomar kir, xemgîniya wê vegot û şehîdên wê bi bîr anî. Wê rolek di parastina coşa şoreşgerî û geşkirina agirê wê de lîst, wêneyek têkoşîn û rizgariyê pêşkêş kir, ku ji armancên Şoreşa 19’ê Tîrmehê ji bo wê hate destpêkirin.
Di riya hunerê de hewildan hate kirin ku sûcên dagirkeran bê eşkere kirin herwiha desrxistina berxwedan û têkoşîna gel û şervanan di riya stranên cihêreng, şano, fîlim, govend û helbestan û ji xeynî van ji hunerê ..
Debarê rola hunerê di şoreşa Rojava de endamê Tevgera Çand û Hunera Demokratîk a Mezopotamiya li Sûriyê Sîpan Xelat ji rojnameya me re axivî.

Çand û huner rengeke parastina hebûnê ye
Sîpan Xelat di destpêka axaftina xwe diyar kir ku çand û huner rengeke ji rengê xweparastinê ye û wiha anî ziman: “Lewma her dem êrişî di riya wê dihat kirin, gelê Kurd jî tevî van kiryaran têkoşîn û berxwedaniyeke pir mezin didan meşandin û heya niha jî berdewam dikin. Gelek kesayet ji bo şerê tunebûnê bikin û parastina hebûna gelê Kurd; şoreş pêk anîn mîna Qazî Mihemed û Şêx Seid û gelek pêşengên kurd. Di erdnîgariya ku gelê kurd jiyan lê kiriye, gelek bandorên asîmîlasyonê hatin kirin, lê di dema heyî de ji bo berdewamkirina hebûnê weke gelê kurd divê bi çand, huner, ziman, çîrok, stran û helbestan hebûn bê parastin, lewma di her kombûyînekê de çîrokên bav û kalan ku di bîrdanaka mirovan de maye tê vegotin da ku neyê ji bîr kirin. Çand û huner pêkanînek ji bo xweparastinê ye da ku mirov karibin hebûna xwe biparêzin. Guvend stran, çîrok nûnertî û parastina hebûna gelan dike.”
‘Li Sûriyê hewildanên helandinê têk çûn’
Sîpan Xelat diyar tekez kir ku bi sedê salan degirkeran dixwestin nasname û çanda Kurdî bihelînin da ku koka gelê kurd ji holê rakin û wiha dewam kir: “Lewma bi parçekirina Kurdistanê di nava 4 dewletên ku bi awayekî domdar ji dema dgirkirinê hewil dan bi pêkanîna sûc û kiryarên hovane di riya tepisandin û qedexekirina çand û hunera kurdî, hebûna kurdan tune bikin. Lê li hemberî van kiryaran têkoşînek bêhema hate kirin.
Çand û hunera kurdî bi awayekî veşartî dihat xebat kirin, gelek hunermend hatin girtin, kuştin û bi salan di zindanan de man, ev hunermendê ku xebat dikirin tevî zextên mezin hêviyên wan hebû ku rojekê bi azadî çanda xwe derxînin pêş, lewma li Sûriyê bi taybet piştî destpêkirina şoreşa 19’ê Tîrmehê, derfet hate vekirin ji bo vejînkirina çand û hunerê û bi riya wê şoreş di tevahî cîhanê de dengveda.”
Sîpan Xelat da zanîn ku huner bû wesîleya mezinkirina şoreşê û bi awayekî çalak hemî hunermendên kurd yên ku bi awayekî veşartî xebat dikirin, navendê çand û hunerê li hemû bajaran girtin ji bo meşandina xebatên çand û hunera kurdî. Piştî vekirina navendan êdî şano, mûzîk û hunera zarokan pêşket, perwerde di hemû warên çand û hunerê hatin dayîn, ciwanên jin û xort heta bi zarokan tevlî vê qadê bûn ji bo naskirina çand û hunera xwe.
‘Huner bû stûneke ji stûnên şoreşê’
Endamê Tevgera Çand û Hunera Demokratîk a Mezopotamiya li Sûriyê Sîpan Xelat di dawî de wiha anî ziman: “Hêviyeke ku ji kevin hatibû veşartin derket pêş, çand û huner di nava şoreşê de roleke mezin lîst ji bo şehîd, hemleyên ku hatin destpêkirin, têkoşîna ku hate meşandin bi muzîk, stran, govend û festîvalên ku hatin li dar xistin bi şoreşê xwe kir yek. Çand û huner bû stûneke ji stûnên şoreşê, bi saya hunerê şoreşa Rojava deng veda û bi lez pêşket di hemû cîhanê de.
Hemû saziyên çand û hunerê ketine nava pergaleke nû de, êdî ji hişmendiya kevin ya rêjîmê heta asteke bilind xelas bûn, em ketine wê feqrê ku divê em xwe biparêzin, pêwîste em ji hebûna xwe hez bikin, bandora vê yekê çand û huner e, huner taybetmendiyeke wê cuda heye her kes giringiyê dide vê qadê ji ber ku bi hunerê hebûn û rûmeta gelekî tê parastin ji windabûn û tunekirinê.”






