Hemza Sêvo/ Qamişlo
Berzo Mehmûd destnîşan kir ku Luqman Silêman destana Siyabend û Xecê ji devê du dengbêjên Kurd, hem jî li gel kesayetekî Ermenî girtiye. Herwiha Mehmûd diyar kir ku aliyê wêjeyî di vê pirtûkê de li pêş e.
Luqman Silêman di sala 1963’an de li gundê Hemzebeg ê girêdayî bajarê Dêrikê hatiye dinyayê, di roja îro de li Almaniyayê dijî.
Luqman Silêman nivîskar û çîroknivîsekî Kurd e ku mijûlî folkor, çand, çîrok û romana Kurdî dibe û berheman diafirîne. Ji berhemên wî yên ku vê dawiyê hatine derxistin, Siyabend û Xeçê ye. Ev berhem li Almaniyayê di sala 2024’an de hatiye çapkirin û di 13’ê Tîrmehê de li navenda HRRK’ê hate îmzekirin.
Pirtûka bi navê Siyabend û Xecê, Li cem Kurdan çawa hatiye gotin û li cem Ermeniyan çawa hatiye gotin? Berhemeke nivîskar Luqman Silêman e û bi riya nivîskar Berzo Mehmûd û Fêsel Mecîd hatiye pêşkêşkirin.
Destana Siyabend û Xecê destaneke du evîndarên Kurd e, çîroka keç û xortekî vedibêje, ev çîrok tirajîdîk e. Wî bi şêwazê ku Kurdan vegotiye, nivîsandiye, herwiha bi rêbazê ku Ermenan ev destan vegotiye, ji devê Boxos Lehdo yê Ermenî nivîsandiye.
Derbarê vê berhemê de nivîskar Berzo Mehmûd ji rojnameya me re axivî.
‘Wî destana Siyabend û Xecê ji devê du dengbêjan girtiye’
Berzo Mehmûd destnîşan kir ku Luqman Silêman destana Siyabend û Xecê ji devê du dengbêjên Kurd, hem jî li gel kesayetekî Ermenî girtiye û wiha got: “Ev berhem li ser destana Siyabend û Xecê ye, wî li dengê gelek stranbêj û dengbêjan bi riya radyoyan û tomargehên stranan guhdar kiriye. Ji wan stranbêjan Demir Elî û Ehmedê Meimê ye, Silêman jî destan bi rengê stranî veguherandiye nivîs, di baweriya min de cara yekem e ku xebateke tekûz û resen di warê vê destan de çêdibe. Di heman demê de wî ev destan ji Ermeniyan jî girtiye û rêbazê vegotina destanê li gorî Ermeniyan di berhema xwe de hewandiye. Destan nêzî 6 beşan e, tev jî bi terzê çîrokî û stranbêjiyê hatiye nivîsandin. Min ev berhem radekter kir, wî carnan gotinên destanê yên zimanên din vediguhestin Kurdî, min jê re digot bila weke xwe bimînin ji ber ku çênabe folklorê resen ê Kurdî bê guhertin ango weke ku dengbêj dibêje divê nivîskar jî wê yekê biparêze.”
‘Aliyê wêjeyî di berhemê de gelekî li pêş e’
Nivîskar Berzo Mehmûd diyar kir ku aliyê wêjeyî gelekî dagirtî ye di vê pirtûkê de û wiha anî ziman: “Luqman Silêman ji despêka Şoreşa Rojava ve li ser vê berhema xwe xebitiye, vê dema dawî jî çap kir. Piştî ku nêzî 5 romanên xwe çap kirin, wî ev berhem jî çap kir û bi hevkariya HRRK’ê diyarî rewşenbîrên Rojavayê Kurdistanê kir, ew gelekî westiyaye li ser amadekirina berhema xwe. Destana Siyabend û Xecê destaneke bi nirx e û li gorî min ji destana Gilgamêş xweştir e. Di pirtûka Luqman Slêman de aliyê wêjeyî pir li pêş e, çendîn romannivîsên me roman nivîsîne, lê weke xweşbûeke weke ya vê berhemê neafirandine.”






