Hafiz Ahmet Turhalli
Henek Kurd jêre dibêjin Kurmê Qozan. Bi Tirkî dibêjin (Îpek Bocegî û bi Erebî Dûdet alqez)
Kurmê hevrîşimê kurmekî gelekî biçuke, dema ez zarok bûm me weke malbatî bazirganiya wê dikir. Neha ez tekoşîna gelê Kurd û bi taybet sîstema xebata Rêberê Kurd mêze dikim, ew mucîzeyên xwezayê tîne bîra min. Kurm bi perê dara tuyê tê xwedîkirin. Me despêkê pir hindik perê darên tuyê bi kêrê hur dikir û dida vî kurmî. Biqasî çengekî cîh digre, her dixwe mezin dibe. Her roj me darê tuyan pelê wan jê dikir û didan van kurmên qozan. Piştî pênc hefteyan Kurm pir mezin dibin û ew rengên wanên gewr, hêdî hêdî ber bi zerbûnêve diçe. Piştî dibe zer, me şiklekî ji darên mazî yê pelê wan mezintir jê dikir, hiş dikir guliyên wê darê bi tevê pelên wê datînan ser hevrîşman. Hevrîşman xwe di nava wan pelan de bicîh dikir û ji devê xwe tevn an bi gotinekî din tora xwe davêt û hêdî hêdî Qoza xwe dihûnand. Ew kurm di hundirê Qozaya ku çêdikir têde dimir. Mirov nikare wa Qozeya Hevrîşimê bi kêra tuj qul bike an biqetîne. Hevrîşim an bi gotara Tirkî ew tiştê ku navê wî îpeke, pir giranbuhaye. Pir sivik bû, lê ezîyet û xizmeta wê zêde bû, lê dahatekî baş çêdikir.
Bi keda pênc şeş hefteyan, me perekî baş qezenc dikir. Ecêba giran bi qasê dussed Qozeyan me dihiştin ji bo sala pêşî weke toxim. Me dikir kîsên ji padisqayê û devê wî hişk girê didan. Di demekî kurt de ew Kurm di nava Qozayê de dibûn perperîk, Qoza diqelaşt qul dikir jê derdiket. Wê perperîkê jî bi hezaran hêk dikir, ew hêk jî, carekî din dibûn kurmên hevrîşimê.
Serokê gelê Kurd Rêber Abullah Ocalan û bizava wî, weke vê hevrîşimê di gelek şert û mercên giran de, tekoşînekî mezin ya hebûnê dan meşandin. Dewleta Tirkan got me Kurd kuştin di mezelên beton de bicîh kirin û carekî din ne mumkine ku Kurd zindî bibin.
Berê 52 salan li Enqerê Rêber Abdullah Ocalan weke wê perperîkê qozeya xwe qelişand û bû perperîkekî ku banga azadiyê li Kurdan dikir. Li hemû derên Bakurê Kurdîstanê geriya û li her deverê tovên azadiyê çinand. Wekî wê perperîkê ku hevrîşmê çêdike firda Rojavayê Kurdîstanê. Li Biqaa ya Lubnanê hêlîn çêkir û bi deh hazaran perperikên azadiyê ber bi Kurdistanê ve bi rê xistin.
Ev perperîk di hemû çiya û deştên Kurdistnê de bicîh bûn. Wanan jî bi xwîna xwe bi deh hezaran perperîk çêkirin, ew perperîk jî qozeyên xwe qelişandin û firyan çûn çar hêlê cîhanê. Neyarên Kurdan çiqas ew kuştin, ew ewqas zêde bûn. Neha jî Rêber Abdullah Ocalan ji girava Îmralî Qozeya xwe carekî din qelişand û bû perperîk. Ji bo azadiya gelê me û welatê me misoger bike, dest bi firîna duduyan kir. Vê carê kesek nikare vê perperîkê azadiyê bigre. Ev azadî bûye hişmendî, bûye hest, bûye heqîqet û eqlê Kurd yê pêşketî. Hişmendî û rihê azadiyê vê carê kesayet bi kesayet, gund bi gund, bajar bi bajar û welat bi welat digere.
Serkeftina hişmendiya Civaka Demokratîk wê azadî û aşitîya milletê Rojhelata Navîn bi xwe re bîne. Em hemû bibin Kurmê Hevrîşimê û perperîkên azadiyê.





