Sunday, July 12, 2026
  • العربية
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
Rojnameya Ronahî
No Result
View All Result

Hisên Şawîş; Evîndarê çiya û jiyana azad  

20/07/2025
in CIVAK Û JIYAN
A A
Hisên Şawîş; Evîndarê çiya û jiyana azad  
Share on FacebookShare on Twitter

Hêvî Keleş/ Qamişlo

Şoreşger, rewşenbîr, helbestkar û kedkarê zimanê Kurdî  Hisên Şawîş bi dilsoziyeke mezin 30 salan bênavber têkoşîneke behempa da meşandin.

Evîndarê çiya û jiyana azad Hisên Şawîş, nexwest mala xwe ya mezin, “xwezayê”, biterikîne, lê belê îlhama xwe ji bedewiya Kurdistanê, çiya, xweza û çemên wê girtiye. Ji bo ku bibe şoreşger, nivîskar, helbestvan û rêber Hisên Şawîş (Herkol Dêrik), Wî riya şoreşê li dijî zordariyê hilbijart.

Kurtejiyana Şehîd Hisên Şawîş

Fermandar û şoreşgerê kurd Hisên Şawîş di 1958”an de, li gundê Birûc ê li herêma Koçerat a girêdayî bajarê Dêrikê ji dayîk bûye. Wî dibistana xwe ya seretayî heta amadeyî li bajarê Dêrikê qedand, piştre berê xwe dide Şamê û li wir tevlî Enstîtuya Çandiniyê  dibe.  Şehîd Şawîş di ciwaniya xwe de bi hewesa xwe ya ji bo lêkolînê dihat naskirin, ew tijî zindîtî û çalak bû. Di sala 1984”an de, wekî alîgirek di nav refên Tevgera Azadiyê de şer kir. Di sala 1985”an de tevlî Tevgera Azadiya Gelê Kurd bû. Ji vir, têkoşîna xwe ya bêwestan li dijî zilm û zordariya hikûmetên li Tirkiye û Sûriyeyê û zextên ku wan li ser gelê Kurd pêk dianîn dest pê kir. Taybetmendiyeke berbiçav a vê têkoşînê lêgerîna mafên dizî bû. Di dema têkoşîna xwe ya gelêrî de, ew di navbera gelek herêmên Rojava û Sûriyeyê de, ji Şamê heta Helebê, Amûdê û Dêrikê, geriya. Ew ji bo doza Kurd şer kir û fikra têkoşîn û berxwedanê di nav girseyan de belav dikir û wan birêxistin dikir.

Pirtûk û kar û xebatên wî

Wî pirtûkek bi navê “xwendina civakî çandî dîrokî- xêzên windayî ji jiyana civaka Koçerî”derxist, naveroka pirtûkê li ser dîrok û jiyana koçera ji hemû aliyan e. Ji bilî wê komeke helbestan bi zimanê Kurdî bi navê Li hev kombûn û Pênûsa min`jî. Û helbestên Nîzar Qubanî wergirandiye zimanê kurdî, li gel wê jî gelek çîrok, lêkolîn û gotar ku wan di gelek kovaran de belav dikir.

Ew pazdeh salan di zindanên Tirkiyê de ma û di pêşengiya şoreşa Rojava de bû

Dema ku ew bi hevalên xwe re di kemînekê de ji aliyê Tirkan ve hate girtin, dîwarên zindanê nehiştin ku ew di girtîbûnê de têkoşîna xwe bidomîne. Di girtîgehê de dest bi hînbûna zimanên Kurdî û Tirkî kir. Ew her wiha li ser dîroka gelê Kurd jî kûr bû, û zanîn û çanda wî mezin bû, ji ber ku wî di perwerdekirina hevalên xwe de beşdar bû. Wî ji bilî nivîsandina helbestan ji bo îfadekirina hestên xwe yên hundirîn, dest bi nivîsandina gotar û lêkolînan jî kir. Wî di pazdeh salên zindanê de jiyana xwe ji nû ve şekil da, ku ev yek hêviyên wî ji bo jiyan, têkoşîn û berxwedanê xurt kir.

Û di sala 2005”an de Şawîş dema xwe ya zindanê qedand û Tirkî wî teslîmî Sûriyê kirin, piştî ku wî azadiya xwe bi dest xist, di nav gel de dest bi têkoşînê kir, ji ber ku di warê zimanê Kurdî de xwedî zanîbûneke dirêj bû. Ew bû ê ku tecrûbekiriyê çalakiyê gel bû û ew xwezaya gelê Rojava baş nasdikir. Ew karîbû bi kesayeta xwe ya nerim, hevseng û çanda wî ya dewlemend bikeve  nav dilê gelê Kurd. Ew kesekî jîr û zane bû, wî feriq nedixist navbera biçûk û mezin, jin û mêr, zengîn û xizan de. Têkiliyên wî bi civakê re çavkaniya îlham û moralê bilind bûn. Wî bi pênûs û nerînên xwe ji bo çi tiştên ku zirarê bide berjewemndiyên gelê Rojava têdikoşiya, herwiha ew têdikoşiya di warê edebî de li gel yê siyasî.

Ew pazdeh salan di zindanên Tirkiyê de ma û di pêşengiya şoreşa Rojava de bû. Serokê Yekîneyên Parastina Gel, Hisên Şawîş, piştî ku rêya şoreşê li dijî zilm û zordariyê hilbijart, gelek serdem û qonaxên dijwar dît û derbas kir. Wî jiyaneke tijî têkoşîn û berxwedanê bi tîpên zêrîn nivîsand.

ShareTweetPin

Herî Dawî

‘Çavê li deriyan, xwelî li seriyan..’
Serbest

Di serdemên pevçûnan de hewildan û însiyatîfa çareseriya demkoratîk

11/07/2026
Welatiyên Dêrikê: Gelê Kurd tayînkirinên perlemantoya Sûriyê red dike
NÛÇE

Welatiyên Dêrikê: Gelê Kurd tayînkirinên perlemantoya Sûriyê red dike

11/07/2026
Çima dewleta Tirk dadgehkirina Îmamoglu li paş dixe?
NÛÇE

Çima dewleta Tirk dadgehkirina Îmamoglu li paş dixe?

11/07/2026
Ji bo bîranîna Şehîd Tofan Dêrik wê pêşbirkek lidar bikeve
ÇAND Û HUNER

Ji bo bîranîna Şehîd Tofan Dêrik wê pêşbirkek lidar bikeve

11/07/2026
Niştecihên Qamişlo li dijî guhertina navê Kobanê xwepêşandan kirin
NÛÇE

Niştecihên Qamişlo li dijî guhertina navê Kobanê xwepêşandan kirin

10/07/2026
Roja Nifûsa Cîhanî
CIVAK Û JIYAN

Roja Nifûsa Cîhanî

10/07/2026
  • HAJMARA PDF
  • Kovara Mizgîn
  • Arşîv

Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
  • العربية

Hemû maf parastî ne.