Hemza Sêvo/ Qamişlo
Heserokê Daîreya Ragihandinê ya Rêveberiya Xweser Ciwan Mele Ibrahîm diyar kir ku Şoreşa Rojava bû şoreşa rojnamegeriyê, herwiha saziyên ragihandinê û rojnamevan bûn neynika Şoreşa 19’ê Tîrmehê û got: “Bi boneya salvegera şoreşê em soza xwe ya berdewmakirina xebata rojnamegeriyê li ser şopa şehîdên rojanmevan nû dikin.”
Bi destpêkirina aloziya Sûriyê re rêjîma Baas zendên xwe ji bo qirkirina gelên Sûriyê hilda û xwest dengê gelên Sûriyê bifetisîne, gel rabû xwepêşandanên azadiyê. Da ku rastiya dengê şoreşa gelên Sûriyê û bi taybet gelê Kurd bilind û eşkere bibe yekem saziya ragihandina Kurdî bi navê Rojnameya Ronahî di 16’ê Cotmeha sala 2011’an de hat damezrandin. Piştî wê çirûska şoreşa ragihandinê di 19’ê Tîrmeha 2012’an de hat pêxistin, bi dirêjahiya Şoreşa Rojava kovar, rojname, televiziyon, ajans ên xweser ji bo jinê û yên gişt ava bûn. Bi dirêjahiya Şoreşa 19’ê Tîrmehê jî hemû saziyên ragihandinê bin sîwana YRA, YRJ û Daîreya Ragihandinê ya Rêveberiya Xweser de xebatên çapemeniyê dane meşandin.
Derbarê xebat û rola dezgehên ragihandinê yên Rojavayê Kurdistanê bi pêşveçûna Şoreşa 19’ê Tîrmehê ve, Heserokê Daîreya Ragihandinê ya Rêveberiya Xweser Ciwan Mele Ibrahîm bersiva pirsên rojnameya me da û hevpeyvîn wiha bû:

-Hûn avabûna saziyên rojanmegeriyê bi destpêkirina Şoreşa Rojava re çawa dinirxînin?
Berî Şoreşa 19’ê Tîrmehê dest pê bike, tu hebûna ragihandina ku îro em dibînin li Bakur û Rojhilatê Sûriyê tune bû. Kesên ku ji netewa Kurd ên dikarîbûn karê rojnamegeriyê bike tune bûn, diviyabûn alîgirên rêjîma Baasê bana, wekî din eger karê rojnamegeriypê kirbana dihatin girtin. Ji ber wê jî berî şoreş bi dehan kesên ku rewşa civakê dişopandin û derdixistin ji raya giştî re, dihatin desteserkirin û îşkencekirin, an jî ji welat direviyan. Çapemenî û dezgehên ragihandinê tenê yên rêjîma Baasê hebûn û karê rojnamegeriyê dikirin. Em dizanin kovarên Kurdî weke Dengê Welat, Sorgul û hwd… hebûn, lê karê wan veşartî dihat meşandin. Xebata ragihandinê bi rengekî zehmet û veşartî hat domandin heya ku şoreş dest pê kir. Li seranserî Sûriyê guhertin û parçebûn çêbû û bû piralî, di encamê de jî derxistina rastiyan pir zehmet bû ji ber her aliyek girêdayî siyasetekê bû. Li Rojavayê Kurdistanê parçebûn tune bû, herêmên wê rêxistinkirî bû û gavên mezin di warê rojnamegeriyê de hatin avêtin, bi taybet hemxwetê ku teknolojiya li pêş ket. Di mercên zor de dezgehên ragihandinê hatin damezrandin, mîna Rojnameya Ronahî, Ronahî TV, ANHA, Rojava TV, Jin TV û hwd…”
-Bi dirêjahiya Şoreşa 19’ê Tîrmehê re tevî astengiyan qadên çapemeniyê çawa xwe li pêş xistin û bûn dengê Şoreşa Rojava?
Bi dirêjahiya Şoreşa 19’ê Tîrmehê re, rewşa herêmê hat guherandin. Êrişên DAIŞ’ê di sala 2014’an dest pê kirin, paşê amadekirina komên çete ji hêla dewleta Tirk a dagirker ve, vê yekê hişt ku çavên cîhanê li ser me be û Rojava bibe mijara her kesî, tarîtî û çewtkirina rewşê ji hêla hêzên desthilatdar ve, ên derve ku berjewendiyên wan di vê yekê de de hebû. Mixa bin ji ber qelsbûna asta rojnamevaniyê li cem me, reşkirina vê şoreşê û berxwedaniya ku gel dida meşandin, çêdibû, me jî nikarîbû bersiva vê reşkirinê bidin û bibin dengê gelên berxwedêr, ev jî dibe cihê rexnedayînê. Ji ber ku bi dirêjahiya şerê li dijî DAIŞ’ê û komên çete berxwedaniyeke bêhempa dihat meşandin, lê ragihandin bi erka xwe ji bo derxistina heqîqeta Şoreşa Rojava ranebû. Lê bi demê re rojnamegeriyê li Bakur û Rojhilatê Sûriyê pêş ket û bû xwedî asteke ku dikarîbû bibe neynika şoreşa Rojavayê Kuridstanê û civaka Bakur û Rojhilatê Sûriyê. Akademiyên ji bo perwerdekirina rojanmegeriyê hatin avakirin, hem jî televiziyon jî hatin damezrandin. Di vê şoreşê de rojnamevana û dezgehên ragihandinê têkoşîneke pir mezin dan nîşandan û gelek rojnamevanan li ser şopandina rêya heqîqetê şehîd bûn.
-Da ku destkeftiyên heyî bên parastin û Şoreşa Rojava tacîdar bibe erkê ku dikeve ser milê, rojnamevan, saziyên çapemeniyê, Daîreya Ragihandinê û yekîtiya Raghandina Azad çi ye?
Berî her tiştî divê em şehîdên xwe bi bîr bînin, şehîdên me yên şopdarên heqîqetê, ew mîrateya me ne. Xwedîderketina li xwîna şehîdan û xebata ku dan meşandin, dikeve ser milê rojnamevanan. Li aliyekî din heta ku em gelên xwe bigihînin azadiyê, divê rojnamevan jî xwe bikin berpirsyar, em ê çawa gelan bigihînin azadiyê û xeta şoreşê biparêzin? Ev yek bi riya meşandina xebatên rojnameygeriyê pêkan dibe, bi kurtasî divê rojnamevan parêzvanên şoreşa xwe bin û raghandineke welatparêz biafrînin. Ragihandineke welatparêz ku rastiya gel û şoreşê ragihîne cîhanê. Divê rojnamevan heqîqeta gelan û Şoreşa Rojava ya ku berxwedandiyeke bêhempa da û dide meşandin veguhêze ji bo cîhanê. Li hêleke din rojnamevan û dezgehên ragihandinê hewcedarî pêşxistinê ne û pêwîst e ji perwerdeyê qut nebe. Bi boneya salvegera Şoreşa 19’ê Tîrmehê, em pîrozbahiyê li gelê Rojav û tevahiya gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyê dikin. Herwiha em weke rojnamevan soza xwe ji bo şehîdên rojnamevan û tevahiya şehîdên Şoreşa Rojava nû dikin ku em ê her tim li ser şopa wan xebata xwe bi domînin. Heman demê bi pêşketinên ku Sûriyê diqewimin re, em ê bixebitin da ku bigihêjin bingeke sereke ji bo Sûriyeke demokrat-nenavendî. Pê re jî em ê projeyên Rêveberiya Xweser, hemû projeyên demokratîk û projeyên gelêrî bişopînin û li tevahiya Sûriyê belav bikin û pêk bînin.






