Sunday, July 12, 2026
  • العربية
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
Rojnameya Ronahî
No Result
View All Result

HTŞ’ê rêbazên Baasê yên qirkirin û îmhayê li Sûriyê divejîne!

20/07/2025
in QUNCIK NIVÎS
A A
Berxwedana Gerîla Misogeriya Pirrengî, Azadî Û Demokrasiyê Ye
Share on FacebookShare on Twitter

Idrîs Henan

Ji ber zihniyeta desthilatdariyên xwestine xwe bi zorê mayînde bikin de, Sûriyê kirîzek gelek kûr jiyan dike. Îro jî  HTŞ’ê heman xeta kirîza ku di şexsê Baasê de gûrtir kiribû, dewam dike û dixwaze bi heman zihniyetê otorîteya parçe dike û hikûm dike dewam bike.

Bajarê Siwêda û gelê me yê Durzî ne aliyê yekem e ku rastî vê êrişa hovane tê. Gelê Kurd xwedî ezmûna herî mizin di Rojhilata Navîn û Sûriyê de ye ku rastî êrişên îmha û qirkirinê hatiye. Êdî bûya çavkaniya mînakê û lêvegera gelan a dersgirtin û tedbîrgirtinê. Lew re jî tişta îro li Sûriyê hewl tê dayîn carek din di kesayeta HTŞ’ê de zindî bibe, heman feraseta kujer a şerjê dike ya DAIŞ’ê ye.

Tişta berê li ser Kurdan li Efrîn, Serêkaniyê, Girê Spî û Şengalê bûye, çawa ku êrişa mezin bi ser Kobanê û Efrînê ve ajotin, îroj tê xwestin li Siwêda jî were ceribandin û pratîkirin. Wisa difikirin ku divê hemû pêkhateyên Sûriyê bê parastin bihêlin. Lew re jî çawa li Beravê, bi piştgirî û xiniziyek navneteweyî, derbas bû, difikirin wê li deverên dîtir ên Sûriyê jî heman tişt be. Ji bona vê jî, bi nêzîkatiyên siyasî yên çelûxwar û yên dûrî rêgezên exlaq û polîtîk, li dijî gelên Sûriyê û pêkhateyên wê yên olî û etnîkî, hevpemanên dersînor çêkirin û wisa bawer dikirin ku meşrûiyeta esas a ji derve ye. Lew re jî gel bê wate kirin û îradeya wî ya avakirina Sûriyeke pirrengî û demokrat û fedekariya wî ya 14 salan ji nedîtî ve hat.

Gelê Durzî û bajarê Siwêda, bi dirêjahiya aloziya li Sûriyê re, weke terefê sêyem tevgeriya ye û helwesta xwe ya li dijî rejîma Baasê jî eşkere kirine. Zarokên xwe ji nav leşkeriyê kişandine û nehiştina bibin şirîkê komkujiyan. Hemû terefên Sûriyê û pêkhatiyên wê pêşwazî kirine û rikberiya li dijî Esad jî hembêz kirine. Bi awayekî aştiyane xwe bi rê ve birine û sîstema xweparastinê, li qasî derfetan, qewîmtir kirine.

Li dora Siwêda û hinek terefên hundirê bajar û gundewarên wê, çawa ku li Rojavayê Kurdistanê kemberên nijadperest û qanûnên Îslah El-Aradî û desteserkirina araziyên sînorî hatin pratîzekirin û sîstema Baas dest avêt demografiya Kurdan, li wir jî erebên bi navê Bedewiyan hatin bicihkirin û weke xencerekî xistin neksa Durziyan. Bedewiyên li wî milî her girêdayî navenda desthilatê bûn. Ango bi Baasê û DAIŞ re êrişî Durziyan kirin û îro jî bi HTŞ re jî êriş dikin.

Piştî têkçûna hêzên wezaretên HTŞ, îroj carek din hewl hewl tê dayîn bi awayê zikmakî yê HTŞ ji nû ve xwe tenzîm bikin û êirşên pir dijwar ên qirker bibin ser Durziyan. Hewce nake mirov du caran li van êrişan temaşe bike, derhal rêbazê dagirkeriya Tirk, çeteyên wê û şêwazê DAIŞ tê bîra mirovan. Wê çaxê mirov têdigihêja ku êdî otorîteya xesibkar a HTŞ, tevî hemû firsendên hundirê Sûriyê û yên navneteweyî, nikare qalibên xwe yên tundrew derbas bike û hewl dide, bi qasî pêzanîna xwe ya seretayî ku pala xwe ji Baas wêdetir daye zor û şîdetê, hikumraniya xwe tekûz bike. Ji ber vê jî em dibînin îroj bi şiklê herî kirêt ê rêbazên şerê taybet, bi navê êl û eşîran xwe restore dike û tevna civakî ya Sûriyê vedirişîne. Bi bayê nefret, tolhildan û nijadperestiyê hevgirtina çandî ya Sûriyê hedef digire û hevbeşiya ku yakîtiya axa Sûriyê û pêkhateyên wê esas digire derb dike. Dixwaze bi rêbazên nêçîrê otorîteyeke nû ya ji Baasê xirabtir, li Sûriyê ava bike.

ShareTweetPin

Herî Dawî

Ji dema hilweşîna rêjîma Baas ve 723 zarok jiyana xwe ji dest dane
CIVAK Û JIYAN

Ji dema hilweşîna rêjîma Baas ve 723 zarok jiyana xwe ji dest dane

12/07/2026
REMZIYA MIHEMED: JINÊN KURD PIRA YEKÎTIYA DEMOKRATÎK AVA KIRIN
HAJMARA PDF

REMZIYA MIHEMED: JINÊN KURD PIRA YEKÎTIYA DEMOKRATÎK AVA KIRIN

12/07/2026
‘Helbestvanî hunera zindîkirina payvan e’
ÇAND Û HUNER

‘Helbestvanî hunera zindîkirina payvan e’

12/07/2026
Koçberî û  penaberî dibe sedema dûrxistina mîlyonan zarokan ji xwendinê
CîHAN

Koçberî û  penaberî dibe sedema dûrxistina mîlyonan zarokan ji xwendinê

12/07/2026
Li Sûdanê ji destpêka salê ve 330 zarok  bûne qerbaniyên şer
CîHAN

Li Sûdanê ji destpêka salê ve 330 zarok  bûne qerbaniyên şer

12/07/2026
‘Çavê li deriyan, xwelî li seriyan..’
Serbest

Sûriye û pêşeroj: Nexşeyeke nû di bin mîkroskopa guhertinê de

12/07/2026
  • HAJMARA PDF
  • Kovara Mizgîn
  • Arşîv

Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
  • العربية

Hemû maf parastî ne.