Sunday, July 12, 2026
  • العربية
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
Rojnameya Ronahî
No Result
View All Result

Şoreşa 19’ê Tîrmehê deriyê hest û ramanê xwe ji tevahî netewan re vekir

20/07/2025
in ROJEV
A A
Şoreşa 19’ê Tîrmehê deriyê hest û ramanê xwe ji tevahî netewan re vekir

????????????????????????????????????

Share on FacebookShare on Twitter

Amara Baran/ Qamişlo

Di 19’ê Tîrmeha 2012’an de çirûska yekemîn a şoreşê ji bajarê Kobanê yê berxwedêr dest pê kir û li tevahî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê belav bû. Şoreşa 19’ê Tîrmehê 13’ê sal ji têkoşîn û berxwedanê li pey xwe dihêle, di nava van 13’e salan de ji cîhanê re bû cihê hêvî û aştiyê.

Şoreşa Rojava bi xwîna hezarên ji ciwanên Kurd, Ereb Sûryan û Asûr ve hatiye avakirin. Ev şoreş bû modela sedsala 21’emîn ku tevahiya gelê bindest di nav dilê xwe de hembêzkir, hem jî deriyê hest û ramanên xwe ji bo tevahiya netewan vekir.

Şoreşa Rojava modeleke alternatîfe

Rêber Apo ji bo rastiya gel û civakê bi salan xebat û têkoşîn meşandiye, hîn jî dimeşîne û li ser hîmê netewa demokratîk perwerde kiriye, ev yek jî bi şoreşa ku di 19’ê Tîrmeha 2012’an de li Rojavayê Kurdistanê hate lidarxistin, nûjen bû. Şoreşa Rojava, bi pergala xwe ya “Neteweya Demokratîk” a ku bi pêşengiya jinê hatiye afirandin hemû gel di nava xwe de hembêz dike û li seranserî cîhanê bû modeleke alternatîf.

Di sala 2010’an de li welatên Ereban pêla serhildanê li Tûnisê dest pê kir, gav bi gav herikî nava her bajar û welatî de û navê vê serhildanê bû “Bihara Gelan”. Ev bihar di sala 2011’an de derbasî Sûriyê bû. Gelê Sûriyê bi hemû pêkhateyên xwe yên ku bi salan di bin zilma rejîma Baas de dijiyan, rabûn ser piyan. Vê rabûnê heqîqeta xwe ya herî şênber û pîroz di pêngava 19’ê Tîrmehê de pênase kir. Ji ber şoreşa 19’ê Tîrmehê ku weke şoreşa gelên Rojavayê Kurdistanê hate nasîn, di nava demeke kin de veguherî şoreşa hemû gelên Sûrî. Herwiha gelên Ereb, Sûryan, Çerkez, Ermen, Tirkmen bi baweriyên xwe yên cihêreng ve, pênaseya xwe ya şênber di nava şoreşa 19’ê Tîrmehê de dîtin.

Bi serhildanên gel “Bihara Gelan” dest pê kir

Di destpêka sala 2011’an de yekemîn serhildana gel di herêma Sûriyê de, bi daxwaza azadiya mafê xwe û bidawîkirina desthilatdariya dîktatoriya Beşar Esad ve, dest pê kir. Ew serhildan di nav dilê Rojhilata Navîn de wek Misir, Lîbya, Sûdan, Iraq Yemen û hwd… de berbelav bû. Serhildan piranî li welatên Ereban pêş ket. Gel di xwepêşandanên xwe de banga azadî, wekhevî û demokrasiyê kirin. Ew Serhildan wekê “Bihara Ereban” hate binavkirin. Di heman salê de li parêzgeha Deraa ya Sûriyê de jî serhildanên gel dest pê kirin û pêvajoya geşedanan derbasê Sûriyê bû, di nav demek kurt de bi dûrişmeya “Gel dixwaze Rejîmê biguhere” Xwepêşandanên girseyî li tevahiya bajarên Sûriyê belav bû.

Çirûska Şoreşê li ser felsefeya Netewa Demokratîk ava bûye

Gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyê ku bi salan di siyasêta înkar û îmhayê re derbas dibûn, bi hîmê şoreşê re careke din hebûna xwe destnîşan kirin. Şoreşa 19’ê Tîrmeha 2012’an li ser felsefeya “Netewa demokratîk” ava bûye. Çirûska yekem a şoreşê di sala 2012’an de li herêmên kurdan dest pê kir û bi awayek bilez li giştî heremên Bakur û Rojhilatê Sûriyê yên ku ji çeteyên DAIŞ’ê rizgar bûne, belav bû.

Şoreşa 19’ Tîrmehê berhema mîras, têkoşîn û xebata tevgera Rizgariya Kurdistanê li Sûriyê ye. Şoreş li avahiya partiya Baasê ya li Kobanê dest pê kir. Wê demê gel şaxên ewlehiyê yên baasê neçar kirin ku radest bibin û ji bajêr derkevin. Di heman deme de gelek navendên ku girêdayê baasê bûn hatin rizgarkirin, avahiyên ku hatin rizgarkirin jî bûn navenda perwerdehiya gel.

Kobanê sembola aştiyê ye

Kobanê ya ku dergûşa şoreşa 19’ê Tîrmehê ye, di sala 2014’an de bû sembola cîhanê ya tekoşîna demokrasiyê li dijî pergala hegemon. Di Îlona 2014’an de çeteyên DAIŞ′ê bi piştgiriya yekser a dewleta Tirk êrişî Kobanê kir. Lê piştî Rêberê gelan Rêber Apo seferberî ragihand, bi sedan ciwan û keçên Kurd berê xwe dan cihê têkoşînê “Kobanê”, di heman demê de Kurdên li her çar parçeyên Kurdistanê, ciwanên ji welatên cûda berxwedaneke dîrokî raber kirin. Di encamê de çeteyên DAIŞ’ê cara yekemîn têk çû.

Di nav êrişan de Rêveberiya Xweser hate ragihandin

Kanûna 2014’an bû qonaxeke dîrokî di Şoreşa Rojava û tevahî herêmê de. Di vê dîrokê de gelên Rojavayê Kurdistanê Rêveberiyên Xweser li 3 kantonan; Cizîr, Kobanê û Efrînê ragihandin. Her rêveberiyekê sazûmaniya xwe li gorî sîstemên rêveber ên cîhanê (rêveberî, qanûnsazî û dadgerî) hilbijart û saziyên xwe yên xizmetguzarî, çandî, ewlehî, perwerde, sivîl, rêveberî û civakî, vekirin.

Projeya Rêveberiya Xweser sîwana kombûna pêkhateyan ne

Piştî têkçûyîna çeteyên DAIŞ’ê li Bakur û Rojhilatê Sûriyê, projeya Rêveberiya Xweser belav bû, ji Kobanê ber bi Efrînê û Cizîrê, piştre jî ber bi Reqa, Tepqa, Dêra Zor û heta taxên Eşrefiyê û Şexmeqsûd yên Helebê ve çû. Şoreş tenê di Kobanê de asê nema, li gelek deveran jî xwepêşandanên gel çê bûn û daxwaziya rêveberiyekî xweser ku mînaka wê Bakur û Rojhilatê Sûriyê ye, kirin.

Avakirina pergala Rêveberiya Xweser a Demokratîk ku xwe dispêre felsefeya Rêber Apo, ji bo kurdan û tevahiya gele heremê bû cihê kêfxwşî û dilgeşiyê.

Rêveberiya Xweser ji bo cîhanê bû hêvî   

Pergala Rêveberiya Xweseriya Demokratîk ku bi malên gel, komîn û meclisan dest pê kir û hat bi pêşxistin ku gava yekemîn bi avakirina Malên Gel (2012) li herêm, bajar, bajarok û gundên rizgarkirî hat avêtin. Li wan herêman, gel bi rêya civîn û dewreyên perwerdeyê girîngiya birêvebirina xwe bi xwe di hemû aliyan de têgihîşt. Di wê pêvajoyê de mijara girîng û sereke mijara ewlehiyê bû. Li ser vê esasî gel bi avakirina pergaleke xweparastinê yekemîn gavên xwe avêt û komên biçûk ên parastinê ava kirin. Ya girîng jî pêşxistina têkiliyên di navbera pêkhateyên herêmê de yên ku ji ber siyasetên sîstemên desthilatdar hatibûn parçekirin, pêk hat. Di aliyê pêşxistina îradeya jinê û pêşkêşkirina xizmetan de jî gavên destpêkê hatin avêtin.

Piştî ku pergala Rêveberiya Xweser hat damezirandin, Hevpeymana Civakî hat amadekirin. Di hevpeymanê de zimanên Kurdî, Erebî û Suryanî wek zimanên fermî hatin qebûlkirin û rê li pêşiya pêkhateyên din hat vekirin ku zimanê xwe fêr bibin. Li gorî hevpeymanê, rêjeya temsîliyeta jinan di saziyan de herî kêm ji sedî 50 hat diyarkirin û hat gotin ku divê pêkhateyên cûda yên herêmê di pergala Rêveberiya Xweser de cih bigirin.

Nûbûna Hevpeymana Civakî

Bi mezinbûna pergalê re di aliyê civakî, siyasî, aborî û perwerdeyê de jî nûbûn hatin çêkirin. Di 12’ê Kanûna 2023’an de Hevpeyaman Civakî ji nû ve hat nivîsandin û erêkirin. Li gorî hevpeymana nû ku ji 4 beşan û 134 xalan pêk tê, di pergala Rêveberiya Xweser de guhertin hat çêkirin û navê herêmê weke Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyê ya Rêveberiya Xweseriya Demokratîk hat hilbijartin. Dîsa pergala herêman (Cizîr, Firat, Efrîn) hat rakirin, kanton esas hatine girtin. Li gorî vê yekê herêm ji 7 kantonan (Efrîn-Şehba, Cizîr, Kobanê, Minbic, Reqa, Dêrazor, Tebqa) pêk tê. Li gorî Hevpeymana Civakî, qanûna yekîtiya şarêdariyan, qanûna komîseriya bilind a hilbijartinan û qanûna dabeşkirina îdarî hat derxistin.

Êrişê dewleta Tirk ji bo têkbirina şoreşê

Dewletên dagirker li hemberî berfirehbûn û bandora sîstema xweser rasterast êrişî herêmê kirin. Dewleta Tirk a dagirker 20’ê Çileya 2018’an bi komên çeteyan êrişî Efrînê kir. Li dijî dagirkeriyê berxwedaneke dîrokî ya 58 rojan hat nîşandan. Lê mixabin Efrîn 18’ê Adara heman salê hat dagirkirin. Di 9’ê Cotmeha 2019’an de, di salvegera Komploya Navneteweyî ya dijî Rêber Apo pêk hatibû, dewleta Tirk a dagiker vê carê êrişî Serêkaniyê û Girê Spî kir, ew jî bi êrişên hovane dagir kirin. Êrîşên dewleta Tirk ji bo dagirkirina axa Bakûr û Rojhilatê Sûriyê heta roja me ya îro jî  berdewamin dewleta Tirk piştê ku Efrîn û Serê Kaniyê dagirkirin ji vî sûd girtin û ketin nava hewildana êrîşên cur be cûr, ji bo ku tirsekî di nav gel de çêbikin, bi  balafirên şer pêşengên civakê kirin armanç.

Bi têkçûyîna Baas HTŞ’ê hewilda destkeftiyên şoreşê têk bibe

Rejîma Baas di temenê xwe yê ku  60 sal tije kiribû, bi destekdayîna hêzên derve ji aliyê HTŞ’ê ve di nav çend rojan de hat hilweşandin. HTŞ’ bi destekdayîna hêzên derva û Dewleta Tirk xeyal dikir ku destkeftiyên şoreşê têk bibe ku sîstemekî îslamî li Sûriyê û pêrepêre li Bakûr û Rojhilatê Sûriyê bide avakirin. Di sala 13’mîn a şoreşê de pergala Rêveberiya Xweser êdî ketiya rojeva herêm û cîhanê. Li aliyekê bi taybet dewleta Tirkiye plana têkbirina sîstema xweser dike dewrê yê, li aliye din Rêveberiya Xweser li gel hewildanên diplomatîk ji bo naskirina statûya herêmê jî, gavên girîng diavêje. Gelê Bakur û Rojhilatê Sûriyê ji bo parastina destkeftiyên şoreşê cane xwe li hember hemû cûre êrişan kirin mertal. Dewleta Tirk a dagirker ku carekdin bi hemû heza xwe êrîşê Bajarê minbicê kir û di 10 Berfanber a 2024’an de bajarê minbici ji aliyê çeteyên dewleta Tirk ve hat dagirkirin. Dewleta Tirk serkeftina ku di bajarê Minbicê de bi dest xistibû xeyal dikir ku di bendava Tişrîn û Pira Qaraqozaxê de jî bi dest bixe.

Mînaka wî yekê Bendava Tişrînê û Pira Qara Qazax bû ku gelê Bakûr û Rojhilatê Sûriyê bi hemû netewên xwe Kurd, Ereb, Sûryan û hwd.. ku 118 Rojan şev û roj ji bo parastina av ax û enerjiya xwe di nobetê de bûn. gelek pêşengên şoreşa rojava di parastina bendavê de canê xwe kirin mertal û gîhaştin asta şahadetê. Ji 7 heta 70 salî xwedî li destkeftiyên şoreşê derketin. Dewleta Tirk û Çeteyên girêdayî wî li hemberê îrade û berxwedana gelan carekdin  têk çûn.

ShareTweetPin

Herî Dawî

‘Çavê li deriyan, xwelî li seriyan..’
Serbest

Di serdemên pevçûnan de hewildan û însiyatîfa çareseriya demkoratîk

11/07/2026
Welatiyên Dêrikê: Gelê Kurd tayînkirinên perlemantoya Sûriyê red dike
NÛÇE

Welatiyên Dêrikê: Gelê Kurd tayînkirinên perlemantoya Sûriyê red dike

11/07/2026
Çima dewleta Tirk dadgehkirina Îmamoglu li paş dixe?
NÛÇE

Çima dewleta Tirk dadgehkirina Îmamoglu li paş dixe?

11/07/2026
Ji bo bîranîna Şehîd Tofan Dêrik wê pêşbirkek lidar bikeve
ÇAND Û HUNER

Ji bo bîranîna Şehîd Tofan Dêrik wê pêşbirkek lidar bikeve

11/07/2026
Niştecihên Qamişlo li dijî guhertina navê Kobanê xwepêşandan kirin
NÛÇE

Niştecihên Qamişlo li dijî guhertina navê Kobanê xwepêşandan kirin

10/07/2026
Roja Nifûsa Cîhanî
CIVAK Û JIYAN

Roja Nifûsa Cîhanî

10/07/2026
  • HAJMARA PDF
  • Kovara Mizgîn
  • Arşîv

Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
  • العربية

Hemû maf parastî ne.