Birûc Resûl
Zîhniyeta zilamê desthilardar ya ku 5 hezar sale jinê di nav pençê qirkirinê de fetisandiye. Mejiyê paşverû nahêle ku jin di nava civakê de bibe xwedî rol û pêşeng. Dixwazin ku jin tenê di bin xizmeta mêr de be. tê dîtin ku çawa ev dewletên desthilatdar bi hemî kiryar û nêzîkatiyên qirêj êrişî jinan dikin, Ev rewş nîşan dide ku dewlet ji vê polîtîkayê aciz nîne, berevajî vê yekê piştgiriyê dide polîtîkayeke wiha pûç, zehniyeta ku niha li Sûriyê tê meşandin ji zihniyeta sîstema Esed ne dûr e bi rakirina yek al, yek ol û yek partî. Em ne li dijî kesên ku Sûriyê bi rê ve dibin, em li dijî zihniyeta paşverû ne, zehniyetekî wiha wê nikaribe Sûriyê bi awayekî aştî û demokrasî bi rêve bibe ku heya roja îro komkujî li ser gel, jin û zarokên Sûriyê pêk tîne. Ji ber ku zehniyeta cîhadîst dimeşîne û hewl dide fikra DAIŞ’ê careke din li Sûriyê nûjen bike. Hilweşandina sîstema Baasê piştî şerê 14 salan gavek ji bo Sûriya nû, baş bû. Bi hatina Heyet Tehrîr El Şam li ser desthilatdariyê re, gelek metirsiyan bi xwe re anî. Pêwîste di Sûriyê de sîstema demokratîk were avakirin ku hemû pêkhateyan di nava xwe de bigre û bi taybet ku jin dinav de cih bigre. Rola jinan di cihê biryardayînê de bê pêşxistin. Tiştên ku li Sûriyê niha diqewimin jî beravojî, hêviyên gel in. bêguman jin rewşekî bi vî rengî û sîstemeke wiha paşverû qebûl nakin. Li hemberî vê zehniyeta seqet jin têdikoşin û jin nîşan didin ku bi têkoşîna xwe hene û naxwazin ku êdî xizmetê ji mêr re bikin, ji ber vê yekê hewil didin mejiyê serweriya mêr bişikînin. em dizanin ku cihê jin lê tune be, aştî jî wê dûr e, ya ku aştî bi xwe re tîne jin bi xwe ye.
Bêguman piştî şer û aloziyên li Sûriyê hat destpêkirin şoreşa Rojava ku bi şoreşa jin hat bi navkirin, ji ber ku yê pêşengtiya vê şoreşê kir, jin bû. belê heya roja me ya îro jî dewam dike. Jinê Bakur û Rojhilatê Sûriyê û bi taybetî jinên kurd ku li dijî hemû hêzên ku dixwestin siyaseta xwe ya olparest, netewdewlet, cîhadîst û nîjadparestî li ser civak û jinan bidin meşandin. Bi vê siyasetê û rêbazî dixwestin jiyana jinan bixin tarîtiyê de, da ku nikaribin pêşiya xwe bibîne. Bêguman jinên Rojavayê Kurdistanê di serî de li hemberî siyaseta hegemon a rejîma BAAS’ê serî hildan û li hemberî çete û terorên DAIŞ`ê şer kir û bûn sedem ku jiyana gelek jinan ji metirsiyê xilas bikin. Belê jin xeta sêyem xeta projeya Rêber Apo, projeya Xweseriya Demokratîk da pêşiya xwe û li ser vê esasê têkoşîna xwe da destpêkirin. Heta roja me ya îro ev tekoşîn dewam dike û her diçe asta tekoşîn û berxwedanê bilindtir dike.
Jinên Rojava ne tenê şerê çekdarî dan meşandin, bi îradeyekî pir xurt li hemberî ew hişmendiya ku her jin dide asîmilekirin, tekoşîn kir. Îro jî jin karîbû hişmendî jî bide guhertin. Ji ber vê yekê em dikarin bijin ku şoreşa jinê guherîna jiyanê ye. Ji bo pêşxistina şoreşa jinan, girîng e ku jinên karker, kedkar û bindest ên ji hemû netewe û bawerîyên Kurd, Ereb, Ermenî, Tirkmen, Durzî, Êzîdî, Xiristîyan û Elewî, di têkoşîna li dijî dagirkerî, mêtingeriyê û îstismarê da bibin yek û xwe bi rêxistin bikin.






