Dîlan Mulhim\Qamişlo
Şoreşa Rojava an jî Şoreşa Jinê ji bo tevahiya jinên cîhanê bû hêvî, ev şoreş li dijî pergala netewe-dewlet ya ku dixwast jinê tune bike, bû mîna volqanekî ku jin hemû mirovahiyê biparêze û bibe hêviya serdemê.
Şoreşa 19’ê Tîrmehê ji bo jinan jiyanek nû afirand û da qazanckirin. Ji ber ku her dem zilm û zordarî li dijî jinan dihat meşandin. Lewra jinên têkoşer bi rengê xwe şoreş xemilandin û her parastina nirxên şoreşê kirin. Rojava 19’ê Tîrmeha 2012’an de, bi pêşengiya jinên Rojava dest pê kir û li tevahiya cîhanê deng veda, di heman demê de ji tevahiya jinên azadîxwaz yên cîhanê re bû mînaka berxwedanê. Li kêlek wê jinên Rojava di hemû qadên jiyanê de, bi rola pêşengtiyê lîstin û xwe pêş xistin.
Derbarê rola jin di şoreşa 19’ê Tîrmehê de, endama Koordîrasyona Kongra Star Bêrîvan Xalid ji Rojnameya me re axivî.

‘Xemlandina şoreşê bi rengê jin’
Bêrîvan Xalid diyar kir ku Şoreşa 19’ê Tîrmehê bi pêşengtiya jinên têkoşer hat afirandin û wiha got: “Jinên Rojava hemû qadên berxwedanê bi rengê xwe xemiland û parastina nirxên şoreşê kirin. Ji bo wê jî Şoreşa 19’ê Tîrmehê ji bo tevahiya gelan roja jîn û vejinê ye. Gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi têkoşîna salan gihaştin 19’ê Tîrmehê. Herwiha Şoreşa Bihara Gelan a ku li Sûriyê dest pê kir, çirûska wê gihaşt warê berxwedanê Kobanê ya Rojavayê Kurdistanê. Tevî ku sîstemên desthildar rê nedidan pêkhateyên Bakur û Rojhilatê Sûriyê, bi taybet jin ku xwe birêxistin bikin. Li civak û jin bi salan bi rengekî dizî xwe birêxistin dikir, hem jî sîstemên xwe ava dikir. Lewra di destpêka şoreşê de, bingehekî gel yê têkoşîn, rêxistinbûyîn û avabûnê hebû. Li ser vê bingehê di sala 2012’an de gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyê xwe birêxistin kirin û barê şoreşê girtin ser milên xwe û “Şoreş” wek gava dîrokî dît. Şoreş jî di xeta sêyemîn de hat diyarkirin, da ku karibe tevahiya gelan di nava xwe de biparêze û hembêz bike, jinê jî rola herî pêşeng û girîng di şoreşê de girt ser milê xwe.”
‘Jin her dem bi kirasê koletiyê hatiye pêçandin’
Bêrîvan Xalid eşkere kir ku Şoreşa Rojava, şoreşa jinê ye û wiha pê de çû: “Pêşengtiya jina Kurd ji Şoreşa Rojava re, bû nimûne ji bo tevahî jinan mîna jinên Ereb, Suryan, Tirkmen, Çerkez û hwd. Jinê ne tenê pêşengtî kir, lê di hemû qadan de jî cihê xwe girt, hem jî gelek guhertin û veguhertin dan avakirin û gavên berbiçav di hemû qadan de kir, bi taybet qada leşkerî û siyasî. Lewma li ser asta cîhanê bû hêvî û sembol. Ji ber dema em li dîorkê vegerin û bi taybet li dîroka dema nêz a desthiladariya mêr meyze bikin, tê xuyakirin ku jin her dem bi kirasê koletiyê hatiye pêçandin û ji hemû mafan bêmaf maye. Lê bi saya ramanên Rêber Apo ev kiras qetand û rêya ber bi azadiyê hilbijart.”
‘Jinê sînorên hişmendiya desthilatdariyê derbas kir’
Bêrîvan Xalid da zanîn ku jinan qad bi qad cih girtin û wiha pê de çû “Li Rojava civak li ser hişmediya sîstemên desthildar hatibû avakirin, ev sîstem jî rê nedidan jinê ku cihê xwe di gelek qadan de bigre, mîna, siyasî, leşkerî, diplomasî û hwd…ji bo wê jî gelek zehmetî di destpêka şoreşê de hatin kişandin. Lê bi perwerdekirinê heta astekê hişmendiya civakê heta guhertin û gav bi gav jin karî cihê xwe di hemû qadan de bigre û sînorên hişmendiya desthilatdariyê derbas bike. Tişta balkêş di îro de jî ew e ku jin ne tenê şoreş birêve dibe, lê şoreş bicih kir û parastina nirxê wê jî dike. Ev yek jî bi cihgirtina jinê di nava sazî, destgeh û hwd… de pêk hat. Destkeftiya herî binirx û pîroz a şoreşê jî ew bû ku jinên Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi pêşengtiya jinên Kurd hêza xwe ya bi navê Hêzên Yekîniyên Parastina Jin YPJ’ê ava kir, her ku diçe jî hêza YPJ’ê mezin dibe û têkoşîna wê di Rojava de, bû mînak ji jinên cîhanî re. Li kêlek wê jin sîstema hevsrokatiyê di komîn, sazî, mecils û hwd li Bakur û Rojhilatê Sûriyê pêş xist û teyisand.”
‘Pêwîst e em asta têkoşînê mezin bikin’
Endama koordînasyona kongra Star Bêrîvan Xalid axaftina xwe wiha bi dawî kir: “Jinên Rojavayê Kurdistanê zagonên xwe afrandin û îro cihê xwe di nava meclisên gelan de girtin e. Herwiha gelek destkeftî bi saya jinên berxwedêr li Bakur û Rojhilatê Sûriyê hatine bidestxistin. Helbet heta roja îro ew destkeftî li hemberî êriş û tunekirinê tên. Ji ber vê yekê jî, ji jinên Bakur û Rojhilatê Sûriyê tê xwestin ku van destkeftî û nirxê şoreşê biparêzin. Parastina van destkeftiyan jî erkekî pir mezin û sereke li ser milê me ye. Ji ber ku di vê demê xeteriyeke mezin li ser destkeftîyên me hene. Hem jî ev hikumeta veguhêz ya Şamê mafê jin bi tu awayî napejrîne û mafê wê paş guh dike. Ji ber vê yekê pêwîst e em asta têkoşîna xwe mezin bikin, da ku em karibin rola xwe di Sûriya nû de bilîzin.”






