Lîloz Hisên/Qamişlo
Bi boneya 13’mîn salvegera şoreşa 19’ê Tîrmehê, li parka Azadî ya bajarê Qamişlo ya herêma şahiyeke mezin hate li dar xistin.
Rêveberiya Xweser û Tevgera Çand û Hunera Demokratîk a Mezepotamya (TEV-ÇAND) li baxçeyê Azadî yê li bajarê Qamişlo bi boneya 13`emîn salvegera Şoreşa 19`ê Tîrmehê pîrozbahiyek li dar xist.
Bi hezaran ji gelê herêmê berê xwe dan qada şahiyê da ku bi hev re vê roja dîrokî pîroz bikin.
Pîrozbahî bi dirûşma “Bi rihê Şoreşa 19`ê Tîrmehê, em bi hev re jiyaneke aram û civateke azad û demokratîk ava dikin” hate lidarxitin.
Di şahiyê de endamê Desteya Rêveber a Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) Aldar Xelîl axivî û salvagera şoreşê li tevahî gelan pîroz kir û şehîdên şoreşê bibîr anî.
Aldar Xelîl diyar kir ku gelek destkeftiyên mezin hatin bidestxistin di seranserî 13 salên tijî berxwedan û têkoşîn û wiha got: “Bi saya fikr û ramanên Serok Apo Şoreşa Rojava ji bo pêşxistina netewa demokratîk a xwe dispêre birêxinstbûyîna civakê şoreş berdewam dike. Ev şoreş isbat dike ku dê têkoşîn bidome.”
Aldar Xelîl bal kişand li ser rewşa herêmên yên Sûriyê weke berava Sûriyê û Siwêda û wiha anî ziman: “Li van deveran hîn komkujiyên li dijî mirovahiyê pêk tên. Îsal sala serkeftinê ye, rengê Sûriyê wê bibe rengê netewa demokrat bi beşdarbûna jina azad û civakek demokrat, Sûriyeke bi vî rengî ava bikin.”
Piştre endama Koordînasyona Kongra Star Bêrîvan Xalid axivî û destnîşan kir ku ew îro weke gelê Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, bi hemû pêkhateyên xwe salvegera Şoreşa 19`ê Tîrmehê pîroz dikin.
Bêrîvan Xalid diyar kir ku ev 13 sal li ser şoreşê derbas bû, gelê me bi berxwedaniyek mezin tê tevlî şoreşê bû û wiha got: “Bi pêşengtiya jinên Kurd û hevgirtina jinên Ereb û Suryan şoreşa xwe pêş xistin. Bi îradeya gelê herêmê ev şoreş hate parastin tevî êrişên rojane li dijî destkeftiya ku dihat kirin û hîn jî gef berdewamin.”
Di dawî de Hevseroka Meclisa Rêveber a Rêveberiya Xweser a Kantona Cizîrê Vîviyan Biho hemû şehîdên Şoreşa 19`ê Tîrmehê bi bîr anîn û salvegera şoreşê li hemû gelan pîroz kir.
Vîviyan Biho wiha got: “Rêveberiya Xweser ji Sûriyeyê re nimune ye, tişta dikeve ser milê me ku em bi hev re destkeftiyên şoreşê biparêzin da ku Sûriyeyeke demokratîk avabikin.”
Piştî axaftinan unermed Şehrîbana Kurdî, Şerîfê Omerî, helbestvan Ferhad Merdê stran gotin. Koma Hêva ya stranan û Koma Govendê ya Yersûso ya Suryanî stran gotin û dîlan gerandin.






