Saturday, July 11, 2026
  • العربية
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
Rojnameya Ronahî
No Result
View All Result

Wê Şehrîbana Kurdî bi stranên şoreşgerî 19’ê Tîrmehê vejîn bike

19/07/2025
in ÇAND Û HUNER
A A
Wê Şehrîbana Kurdî bi stranên şoreşgerî 19’ê Tîrmehê vejîn bike
Share on FacebookShare on Twitter

Lîloz Hisên/Qamişlo

Piştî 31 salan hunermenda Kurd Şehîrbana Kurdî ji bo pîrozbahiyên şoreşa 19’ê Tîrmehê serdana Rojavayê Kurdistanê dike. Şehrîbana Kurdî li ser giringiya parastina hunera kurdî kir tekez kir û ji bo ciwanan wiha got: “Bi zanstî xebata xwe destpê bikin da ku hûn bingeheke xurt ji bo pêşerojeke geş ava bikin.”

Di van kêliyên pîroz û giranbuha de, hunermenda kurdî ya navdar Şehrîbana Kurdî ji beşdarbûna salvegera Şoreşa 19’ê Tîrmehê, piştî 31 salan careke din serdana Rojavayê Kurdistanê dike.

Şehrîbana Kurdî di sala 1973’an de li Îzmîrê ji malbateke Kurd a ji Mêrdînê ji dayik bûye. di ciwantiya xwe de dest bi karê hunerî kir. Şehrîbana Kurdî ji ber ku bi zimanê kurdî strand di sala 90’î de fermana girtinê derheqê wê hate dayîn, ji ber vê yekê neçarî koçberiyê bû. Di sala 91’an de destpêkirina wê ya herî xurt destpê kir bi derxistina kasêta wê ya navdar“Ez keçim keça kurdanim” ku bû semboleke hunerî di dîroka têkoşîna kurdî de.

Bi heyecanake mezin Şehrîbana Kurdî şoreşa 19’ê Tîrmehê pîroz dike

Di hevdîtineke taybet bi rojnameya me re Şehrîbana Kurdî tekez kir ku ew bi hestekî pir bilind serdana Rojavayê Kurdistanê dike bi taybet ji bo vejînkirina boneyeke dîrokî ji bo tevahî gelên herêmê û wiha got: “31 sal ji serdana min a dawî ya li Rojavayê Kurdistanê derbas bûn. Wê demê gelê Kurd di hemû aliyên jiyanê de gelek êş û zordarî dikişand, lê niha em şahidê pêşketin û guhertinên mezin û gelek destkeftiyan in. Îro, Şoreşa Rojava bi saya şehîdan bi tîpên zêrîn hatiye nivîsandin. Ez kêfxweş im û bi heyecanim ku ez ê beşdarî şoreşek bi rûmet û hêja bibim û bi azadî starnên xwe pêşkêş bikim.”

Şehrîbana Kurdî da zanîn ku di nava 13 salan de piştî şoreşa 19’ê Tîrmehê gelek tişt li Rojava hatin guhertin û biserkeftinên mezin deskeftî hatin bidestxistin û wiha got: “Bi çend gotinan ez nikarim kêfxweşiya xwe bînim ziman, sîstemek demokrat hatiye avakirin, wêneyên Rêber Apo û şehîdan li kolanan hatine hildan, piştî ewqas zor û zehmetî, têkoşîn û berxwedanê destkeftiyên mezin hatin bidestxistin û bi rehetî kurd jiyan dikin.”

‘Rojava kaniya hunerê ye’

Şehrîbana Kurdî behsa serdana xwe ya di sala 1994’an kir û wiha berdewam kir: “Rojava kaniya hunerê bû, gelek hunermendên mezin ji vir derketin, niha jî bi destpêkirina şoreşa Rojavayê Kurdistanê heya niha hunermendên nifşên nû pê re derketin û hewil didin ku hunera kurdî bidin xuyanîkirin û tiştên hêjayî şoreşê pêşkêş bikin. Ez di wê baweriyê de me ku wê tiştê pir serkeftî di demên pêş de bêne pêşkêşkirin.”

‘Her stranek nameyekê dide ji bo miletê kurd’

Şehrîbana Kurdî ji bo beşdarbûna di pîrozbahiya 19’ê Tîrmehê de serdana Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê kir, beşdarbûna di van pîrozbahiyan de destpêkirina Rêveberiya Xweseriya Demokratîk li Rojava weke erkek niştimanî kesayetî bi nav kir û wiha diyar kir: “Bi baladarî min stranên ji bo şahiyê hilbijartiye, her stranek ku ez pêşkêş bikim nameyek wê heye û wê bibe mesaj ji bo miletê kurd, yek jê ji bo yekîtiya refa kurdî ye, ji ber ku bê yekîtî em nikarin tu gavên mezin bavêjin. Dema ez difikirim çi bistrêm her dem welat, Kurdistan, şoreşgerî, berxwedan û serhildan tê bîra min, ji ber ku Şehrîbana Kurdî bi vê yekê girêdayî ye, şanaziyeke pir mezin ku ez beşdarî vê şahiya bibim.”

Jin û huner

Şehrîbana Kurd bal kişand li ser destpêkirina tecrûbeya wê di qada hunerê de weke hunermendeke kurd û wiha got: “Gelek zehmetî weke jin min kişand, lê ji ber ku min di nava gelê xwe de jiyan kir, bi israr riya xwe ya hunerî min parast.

Jina kurd li Rojavayê Kurdistanê gihaştiye sekin û asteke pir bilind, bûye xwedî çêkirina biryar ne tenê di warê hunerî de, lê di aliyê leşkerî û siyasî de. Gerek ciwanên kurd bi taybet jin jî ji bo başkirina hunera kurdî zêdtir xebatan bikin, dûrî stranên evînî û hwd bikevin ji ber ku hîn jî gelê kurd bê welat maye, her çiqas parçeyên federal jî çêbibin, lê hîn em bindestin, lewma divê stranên me bi sekneke têkoşîn şoreşgerî bin.”

Şehrîbana Kurdî bang li hunermendên ciwan kir ku zêdetir giringî bidin stranên klasîk, bi zanistî xebata xwe destpê bikin, lêkolînan bikin da ku bingeheke xurt ava bikin ji bo pêşerojeke geş.

Zehmetiyên cîhanî li hember hunera kurdî

Şehrîbana Kurdî ji bo hunera ku li Rojavayê Kurdistanê hatiye avakirin pir bi hêvî bû, tê de enerjiyên ciwanan dît, lê pêwîstiya wan bi piştgirî û perwerdê dît herwiha bal kişand li ser zehmetiyên ku li hember hunera kurdî derdikeve di asta cîhanî de û wiha gotina xwe bi dawî kir: “Hîn jî hunera kurdî ne gihaştiye asata cîhanî, lê ez bawerim wê rojek bê ku cîhan tevî dengê me guhdar bike.”

ShareTweetPin

Herî Dawî

‘Çavê li deriyan, xwelî li seriyan..’
Serbest

Di serdemên pevçûnan de hewildan û însiyatîfa çareseriya demkoratîk

11/07/2026
Welatiyên Dêrikê: Gelê Kurd tayînkirinên perlemantoya Sûriyê red dike
NÛÇE

Welatiyên Dêrikê: Gelê Kurd tayînkirinên perlemantoya Sûriyê red dike

11/07/2026
Çima dewleta Tirk dadgehkirina Îmamoglu li paş dixe?
NÛÇE

Çima dewleta Tirk dadgehkirina Îmamoglu li paş dixe?

11/07/2026
Ji bo bîranîna Şehîd Tofan Dêrik wê pêşbirkek lidar bikeve
ÇAND Û HUNER

Ji bo bîranîna Şehîd Tofan Dêrik wê pêşbirkek lidar bikeve

11/07/2026
Niştecihên Qamişlo li dijî guhertina navê Kobanê xwepêşandan kirin
NÛÇE

Niştecihên Qamişlo li dijî guhertina navê Kobanê xwepêşandan kirin

10/07/2026
Roja Nifûsa Cîhanî
CIVAK Û JIYAN

Roja Nifûsa Cîhanî

10/07/2026
  • HAJMARA PDF
  • Kovara Mizgîn
  • Arşîv

Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
  • العربية

Hemû maf parastî ne.