Wednesday, July 15, 2026
  • العربية
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
Rojnameya Ronahî
No Result
View All Result

Peyama Rêber Apo ji Konferansa Ronakbîriyê ya Şengalê re

19/07/2025
in NÛÇE
A A
Peyama Rêber Apo ji Konferansa Ronakbîriyê ya Şengalê re
Share on FacebookShare on Twitter

Rêber Apo peyameyek ji konferansa Ronakbiriyê ya Şengalê re şand û wiha got Edî Ferman bi dawî bûye”

Nameya Rêber Apo wiha ye.

Beriya her tiştî, ez we li ser navê hevrêyên xwe yên ku li vê derê ne silav dikim, di xebatên we de serkeftinê dixwazim.

Dîrok tenê behsa paşerojê nake; êşên ku hatine jîyîn, berxwedan û heqîqetê jî di nav xwe de dihewîne. Gelê Êzidî, yek ji ragirên herî qedîm û herî bi rûmet ê vê heqîqetê ne. Êzidî ku xwedî yek ji baweriyên destpêkê yên Mezopotamyayê ne, bi hezaran sal in li hemberî zext, koçberkirina bi darê zorê û tine hesibandinê hebûna xwe parastine.

Êzdayetî, ji baweriyek û kevneşopiyek zêdetir e. Jiyana aştiyane ya bi xwezayê re û pîroz dîtina ruhberan ji xwe re esas digire. Ji ber vê ye ku pergalên zordar her dem Êzidiyan ji xwe re xeter dîtine. Ji ber ku Êzidî, şopên jiyana azad û wekhev heya roja me anîne.

Dema bi zilmên mezin re rû bi rû man, Êzidî paş ve gav neavêtin; xwe spartin çiyayên Kurdistanê, xwe bi dîroka xwe û bi baweriya azadiyê ve pêçan. Hate xwestin ku bawerî û zimanê wan were qedexekirin lê wan çanda xwe dan jiyandin. Dema xwestin werin tinekirin jî, ji xweliya xwe ji nû ve ji dayik bûn.

Jinên Êzidî pêşengên esas ên vê têkoşînê ne. Ew bûn hedefa êrîşên herî giran lê ti carî serî netewandin. Bi berxwedana xwe ya li Şengalê, hem ji bo xwe hem ji bo hemû gelan, hêviya jiyaneke bi rûmet ji nû ve ava kirin.

Îro roj têkoşîna ku Êzidî dimeşînin, ji bo me hemûyan rê nîşan dide. Dengê wan, dengê kesên azadîxwaz e. Ji ber vê, parastina gele Êzidî li ser esasê parastina cewherî de, xwedîlêderketina wijdana mirovahiyê ye.

Mafê herî xwezayî ya Êzidiyan e ku ji xwe re pergaleke ava bikin da ku karibin bi azadî, bi nasname û bi baweriya xwe bijîn. Ne dewletên zordar ne jî ferasetên teng ên qewmperestiyê vê mafê nas dikin. Ev encax li ser esasê wekhevî, xwişk û biratiya gelan, bi pergalekê ku karibin xwe birêvebibin mimkûn e.

Pêwîst e herkes vê zanibe; gelê Êzidî ne tenê ye. Ruxmê hemû êşên 73 fermanan, bi berxwedanê xwe gihandine roja me. Bi pêvajoya Aşitî û Civaka Demokratîk a ku em pêşdixin re, êdî wê ferman bi ser wan de neyê. Ferman êdî bi dawî bûne. Hebûna wan, ji bo her kesekî ku li vê coxrafyayê aştî, xwişk û biratiyê dixwaze, mijara rûmetê ye.

Rêber APO

 

ShareTweetPin

Herî Dawî

Ragêşiya Îran û Amerîka piştî lûtkeya NATO’yê zêdetir bû
NÛÇE

Ragêşiya Îran û Amerîka piştî lûtkeya NATO’yê zêdetir bû

14/07/2026
Li Dêrikê Berxwedana 14‘ê Tîrmehê hat bi bîranîn
NÛÇE

Li Dêrikê Berxwedana 14‘ê Tîrmehê hat bi bîranîn

14/07/2026
Li Îranê jin bi hişmendiya îslama radîkal û tundûtûjiya sîstematîk tên kuştin
JIN

Li Îranê jin bi hişmendiya îslama radîkal û tundûtûjiya sîstematîk tên kuştin

14/07/2026
Nameya ku Hayrî Dûrmûş 46 sal berê nivîsî bû hat weşandin
ROJEV

Nameya ku Hayrî Dûrmûş 46 sal berê nivîsî bû hat weşandin

14/07/2026
Berxwedana 14’ê Tîrmehê textê faşîzmê hejand
CIVAK Û JIYAN

Berxwedana 14’ê Tîrmehê textê faşîzmê hejand

13/07/2026
‘Pêwîst e sînorek ji buhabûnê re bê dayîn’
CIVAK Û JIYAN

‘Pêwîst e sînorek ji buhabûnê re bê dayîn’

13/07/2026
  • HAJMARA PDF
  • Kovara Mizgîn
  • Arşîv

Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
  • العربية

Hemû maf parastî ne.