Stêrk Mihemed/Qamişlo
Xebatkarê Rojava TV Serkeft Hisên diyar kir ku armanca wan ji avakirina kenala Rojava TV danasîna sîstema pirreng a Rêveberiya Xweser, geşkirina çanda bihevrejiyanê û avakirina welatekî demokratîk e.
Di 19’ê Tîrmeha 2012’an de Şoreşa Rojavayê Kurdistanê dest pê kir di gelek qadan de guhertinên giring pêk anîn, yek ji wan qadan jî qada ragihandinê bû, Yek ji dezgehên ragehandina dengê şoreşê Rojava TV bû. Di 19’ê Tîrmeha 2017’an de kenala Rojava TV li bajarê Amûdê cara yekem dest bi weşana xwe ya zindî kir. Ew bi armanca derxistina dengê rastiyê û pêşkêşkirina şer û berxwedaniya ku li Rojavayê Kurdistanê diqewimîn kar û xebat dida meşand, herwiha di bernameyên xwe de balê dikşîne ser girîngiya şoreşê û pirsgirêkên civakê.
Di vê çarçoneyê de xebatkarê Rojava TV Serkeft Hisên ji Rojnemeya me re axivî.

‘19’ê Tîrmeha 2017’an kenala Rojava TV dest bi weşana xwe kir’
Serkeft destnîşan kir ku di 19’ê Tîrmeha 2017’an de kenala Rojava TV li bajarê Amûdê cara yekem dest bi weşana xwe ya zindî kir û wiha got: “Ev kenal bi komek Rojnemevanên Kurd û Ereb dest bi weşanê kir, armanca me danasîna sîstema pirreng a Rêveberiya Xweser û geşkirina çanda bihevrejiyanê û avakirina welatekî demokratîk e. Di wê çarçoveyê de em xebatên xwe dimeşînin û ji îro û şûn ve em ê xebatên xwe mezintir bikin. Televizyona Rojava TV jî yek ji berhemên şoreşê ye ku xwe di çarçoveya pergala neteweya demokratîk de bi rêxistin kir.
Ji 2017’an de haya roja me ya îro em di çarçoveya xeta sêyemîn ya Rêber Apo, netewa demokratîk, çapemeniya azad û xeta şehîdan de xwe bi rêxistin dikin û li ser wê esasî dimeşin.”
‘Gavên ku em diavêjin tev di çarçoveya xizmeta civakê de ne’
Serkeft diyar kir ku gavên wan avêtine tev di çarçoveya xizmeta civakê de ne û wiha domand: “Di bernameyên xwe de em balê dikêşin ser girîngiya şoreşê û pirsgirêkên civakê. Em dibin weke pirekê ji ber ku armanca me avakirina civakeke zana û perwerdekirî ye. Her wiha em giringiyê didin weşana pirzimanî ku ev jî gaveke mezin e.Projeya neteweya demokratîk weke alternatîfa herî guncav a ji bo çareserkirina pirsgirêkan e. Em jî di bernameyên xwe de balê dikêşin ser girîngiya wê projeyê û civakê teşwîq dikin ku xwe di wê çarçoveyê de perwerde bikin.Tişta herî pîroz ji me re ew e ku em bûn dengê şoreşê, bûn dengê gelê xwe, bûn dengê şehîdan û azadîxwazan, ev ji bo me destkeftiya herî mezin e û em ê her dem wiha jî berdewam bikin. Kar û xebatên me yên sereke mafê jin, danasîn pêkhateyan û belavkirina projeya netewa demokratîk li tevahî cîhanê ye.”
‘Hêza me ji zehmetiyan mezintir e’
Xebatkarê Rojava TV Serkeft Hisên axaftina xwe wiha qedand : “Êrîşên dewleta Tirk û dorpêça li ser herêmê ji zehmetiyên me yê sereke ne, lê em ê bi hêza xwe hemû zehmetiyan ji nav bibin. DewletaTirka dagirker bi hemû cureyan hewil dide ku êrîş bike, li kêlekî şerê çekdarî şerê taybet jî dimeşînin, ev dibe astengî lê em ji bo derxisrina dengê rastiyê ranawestin û ew hemû zehmetî ji bo me dibe hêz ku em karê xwe berdewam bikin.”






