Saturday, July 11, 2026
  • العربية
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
Rojnameya Ronahî
No Result
View All Result

Qitlkirina jinan qetilkirina jiyanê ye

19/07/2025
in JIN
A A
Qitlkirina jinan qetilkirina jiyanê ye
Share on FacebookShare on Twitter

Birûc Resûl/Qamişlo

Komên çekdar ên girêdayî HTŞ’ê ya cîhadîst li dijî Elewî û Durziyan komkujiyan pêk tîne. Herwiha di van komkujiyan de jî gelek jin hatin qetilkirin, revandin hikûmeta Sûriyê van komkujiyan weke serkeftinê ji xwe re binav dike.

Sûriya ku bi pirrengiya pêkhate, çand û olan ve tê nasîn. Yek ji daxwazên gelê herêmê ew e ku hemû pêkhate di bin sîwana pergalek demokratîk û nenavendî de bijîn. Ji ber vê yekê ew têdikoşin. Hilweşîna rêjîma Baasê yek ji destkeftiyên gelê Sûriyê bû. Piştî hilweşîna rêjîmê û destserkirina cîhadîstên Heyet Tehrîr El-Şam (HTŞ) bêyî ku nûnertiya gel û pêkhateyên herêmê bike. Ev jî qirîz û pevçûnên Sûriyê kûrtir kir. Di heman demê de êrişên cur bi cur li ser jinan zede kir, ji ber aqilê zilamsalarî û cîhadîstî jinê di nava xwe de wekî rêveber qebûl nake.

Sûc tu carî nayê rewa kirin

kiryarên li hemberî jinan pêk tên exlaq, rêgez, ol, pîvan û hevpeymanên navdewletî binbê dikin û ev bûyer hatine belgekirin ku bi hezaran car bi raya giştî re jî hatine parvekirin. Ev kiryar planek e ji aliyê dewleta tirk ve ye ku bandorê li ser şoreşa jinan dike. Şoreşa jinê ya misogerkirina azadî, maf, nasname û hebûna jinan e, lê tiştên ku li herêmên dagirkirî, beravê û niha li siwêdeyê diqewimin, berovajî armanca tunekirina tevgera jinan ne. Lewre desthiledarê cîhadîstên Heyet Tehrîr El-Şam (HTŞ) hewl didin jinan bikin kole, jinan ji maf û nasnameyê bêpar  bikin. Ji bo vê yekê niha dewleta tirk û çeteyên wî li herêmên dagirkirî, beravê û Siwêdayê bi awayek hovane jinan qetil dikin û heta roja îro êrîşên xwe  didomînin. Sûc tu carî nayê rewa kirin.

Komkujî, revandin û tecawizkirina jinan

Di destpêka ku Colanî li ser ragihandin û ekranê derket, bi dirûşmeya ji bo “pêkanîna aşîtiyê” li Sûriyê her dubare dikir, komkujiyên ku li deverên beravê û niha li Siwêdayê tên kirin û dîtin, rastiya van dirûşmeyan eşkere dike. Ev dirûşme ji bo bidestxistina berjewendiyên xwe yên kesayetî û desthilatdarî ye.

Di bin navê “Bermahiyên rêjîma berê” cîhadîstên Heyet Tehrîr El-Şam ku ji 6’ê Adarê ve li herêmên peravê yê li Sûriyê dest bi kuştin, tundî û komkujiyan kirine. Di heman demê de niha jî aliyê Siwêdayê ev komkujî di derheqê pêkhateyên Durzî pêk tîne, li gor bîlançoyên hatine ragihandin zêdetirî 116 kes hatine kuştin û di nava wan de jî jin û zarok hene, ji bilî kuştinê jî, gelek jin hatin  tecawizkirin û revandin. Lê mirov dikare balbikşîne ser tekoşîn û berxwedaniya jinên Durzî ku li hemberî komên çete yên girêdayê dagirkeriya Tirk û cîhadîstên Heyet Tehrîr El-Şam derketin û serî netewandin.

Jina Durzî Fewziye El Şaranî seknekî bi rûmet nîşan da

Li gundê Eldor a Siwêdayê di encama êriş û şerên dijwar de gelek kesan jiyana xwe ji dest dan û her wiha ji aliyên êrişkaran ve hejmarek jin hatin revandin. Di nava van jinên ku bi êrişekê hovane re rû bi rû tên , dayika Durzî ku bi navê Fewziye Fexredîn El Şaranî seknekî bi rûmet nîşan da. Ji bo li vîn û rûmeta xwe xwedî derbikeve li dijî van çeteyên hov tax û gundê xwe parast. Ev jina şerker û serhildêr di pevçûne de bi hersekê mezin 6 çeteyan dikuje û heya guleya xwe ya dawî li ber xwe dide. Ev sekin ji bo hemû pêkhateyên Sûriyê bi taybetî jin bangekî xweparastinê ye. Bê xweparastina rewa mirov nikare behsa jiyanekê azad û ewle bike. Ew di têkoşîna ji bo Sûriyeya demokratîk de bû rênîşana tevahî jinan.

Zihniyeta tundrew û kiryarên hovane li dijî jinan

Ev tevlîheviya ku niha li beravê û Siwêdayê diqewime, ne şer e, lê belê komkujî ne, li dijî mirovên bê guneh hat kirin ku zarok û jinan bi awayekî hovane tên qetilkirin û revandin. Tu ol van kiryaran qebûl nake. Di heman demê de medyaya dijber jî van sûcan paşguh kir û bal nekişand ser êşa civakê ango sûcên ku di derheqê jin û zarokan tê kirin. Zêdetirî deh hezar Elewî bi hovane hatin kuştin û niha jî dest bi pêkhateyên Durzî kirine. Mezhebperestî di nava Sûriyan de tune bû, ew ji aliyê rejîmên otorîter û zordar ve bi zorê li ser wan hatibû ferzkirin. Dihat texmîn kirin ku rewş piştî rejîmê li Sûriyê çêtir û baştir be, lê mixabin rewş dijwartir bû, her wiha ber bi qirîzên nû û mezintir ve diçe.

Jinên pêşeng dibin hedefa desthilatdaran

Ev zext, ne tenê li dijî jinên Elewî û Durzî pêk tên, lê belê li ser hemû jinên Sûriyê û bi taybet jinên pêşeng yên ku serî li hemberî desthilatdariyê natewînin. Lewre hewil didin ramanên xwe yên ku ji aliyê bîrdozî ve diparêzin bixin partîkê. Ev rewş wê pêşî li koçberiya bi zorê, zêdebûna şîdeta li dijî jinan û kuştina jinan veke. Divê were dîtin ku hêzên hegemon hewl didin HTŞ’ê bi awayek erênî nîşan bidin û vê polîtîkayê bi zanebûn dikin. Ji ber vê yekê divê were dîtin ku ev kiriyar û sûcên  tên jiyîn de demokrastî dernakeve.

Aştî li Sûriyê pûçe

Eger rewşa îro ya ku Sûriyê têre derbas dibe û wêneya ku li ber çavên hemû cîhanê xuya dike. Di destpêka rêya cîhadîstên Heyet Tehrîr El-Şam,de ji bilî kuştin, tundî, çewisandin û nepêjirandina pêkhate û mezhebên din tiştekî din nabînin. Ev hemû kiryar jî di pêvajoya ku HTŞ’ê bi pêvajoya avakirinê, pêk tên. Eger bingeh bi komkujî li dijî gel, jin û zarokan li herêmên beravê û Siwêdayê yê Sûriyê dewam bike. Wê Sûriyê ber bi xerabûnê ve biçe û aştî lê nayê domandin.

Bi zehniyeteke wiha, HTŞ`ê wê ber bi helweşînê ve biçe

Li hemberî vê yekê jî gelek ji jinên Sûriyê hene ku li hemberî van planan bêdeng namînin, bi taybetî jî jinên Bakur û Rojhilatê Sûriyê ku têkoşîna xwe ya ji bo azadî, wekhevî û rûmetê berdewam dikin û bi vî ruhî ji bo rizgarkirina herêmên dagirkirî li ber xwe didin. Binpêkirinên ku îro li dijî gelê Sûriyê û bi taybet li ser jinan tên kirin û dabeşkirina Sûriyê di navbera pêkhate, mezheb û ol de, dê nikaribe pirsgirêk û nakokiyên ku gelê Sûriyê pê re dijîn çareser bike.

ShareTweetPin

Herî Dawî

‘Çavê li deriyan, xwelî li seriyan..’
Serbest

Di serdemên pevçûnan de hewildan û însiyatîfa çareseriya demkoratîk

11/07/2026
Welatiyên Dêrikê: Gelê Kurd tayînkirinên perlemantoya Sûriyê red dike
NÛÇE

Welatiyên Dêrikê: Gelê Kurd tayînkirinên perlemantoya Sûriyê red dike

11/07/2026
Çima dewleta Tirk dadgehkirina Îmamoglu li paş dixe?
NÛÇE

Çima dewleta Tirk dadgehkirina Îmamoglu li paş dixe?

11/07/2026
Ji bo bîranîna Şehîd Tofan Dêrik wê pêşbirkek lidar bikeve
ÇAND Û HUNER

Ji bo bîranîna Şehîd Tofan Dêrik wê pêşbirkek lidar bikeve

11/07/2026
Niştecihên Qamişlo li dijî guhertina navê Kobanê xwepêşandan kirin
NÛÇE

Niştecihên Qamişlo li dijî guhertina navê Kobanê xwepêşandan kirin

10/07/2026
Roja Nifûsa Cîhanî
CIVAK Û JIYAN

Roja Nifûsa Cîhanî

10/07/2026
  • HAJMARA PDF
  • Kovara Mizgîn
  • Arşîv

Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
  • العربية

Hemû maf parastî ne.