Argêş Vîyan/Qamişlo
Çalakvana sîyasî Hedîye Yûsif da nîşandan ku şoreşa 19’ê Tîrmehê pergala Rêveberiya Xweser kir modela cîhanî û wiha got: “Şoreşa gelan bû û bû rêveberiya gelerî”
Di derbarê rola rêveberiyê û pergala Rêveberiya Xweser ya şoreşa 19’ê Tîrmehê de, çalakvana sîyasî Hediye Yûsif pirsên rojnameya me bersivandin û naveroka hevpeyvînê wiha bû:
– Li Bakur û Rojhilatê Sûriyê şoreşa 19’ê Tîrmehê çi guhertin û veguhertin xwe re pêş xist?

Destpêkê de ez salvegera 19 Tîrmehê, salvegera vejîn û hebûna pergala demokrasi ya li ser vê xakê pêkhatiye, serî de li avakerê vê felsefê Rêber APO û Malbatên Şehîdan, gelê Kûrd, hemû gelên Bakur, Rojhilatê Sûriyê û tevahî Sûrîyê pîroz dikim û şehîdên me yên Leheng ku canê xwe bê teredud feda kirin bi rêzdarî bibîrtînim, bejna xwe ber lehingiya wan ditewînim. Dîroka 100 salî ya inkar û helandina çanda gelê me de, cara yekem bû ku li Rojavayê Kurdistanê serhildana gel bi şoreşa 19 Tîrmehê re encam girt. Ev qonaxeke gelek girîng bû, ku mirov bi rêzdarî qala wan bike. Welatparêziya ku ruxmî hemû siyaseta inkar, helandin a ku ferz kiri jî, lê bi tekoşîna ku Rêber Apo li Bakurê Kurdîstanê dest pêkirî, şewqa xwe da Rojavayê Kurdistanê jî û ew hes û ruhê welatparêziya kûr de olan da, bû rêxistin, bû hêza civaka rêxistin kirî, ya xwedî nirxên giran bûha, di şexsê şehîdên ku li çiyayê kurdîstan xwîna xwe rijandin bû hebûneke mayind e. Bê guman ruxmî ku rejîma Baas’ê siyaseta inkar, girtin, işkence, dana koçberkirin, feqîrtî, hejartî, û gelek kiryarên failê mechûl kirin jî lê azîmet û israra azadî û jiyana bi rumet nekarîn ji holê rabikin. Bi tekoşînek dom dirêj de û herî dawî bi serxistina şert u mercên welatên derdor de hatîn jiyîn, encam kirina serî hildanekî wekî tê zanîn re jî rê vekir. Şoreşa 19 Tîrmehê di hembêza welatekî xwedî rejîmeke zalim, inkarker de rê li pêşiya guhartineke dîrokî vekir. Bê guman wekî me li jor aniye ziman Şoreşa 19 Tîrmehê ji valetî derneket holê, ew encama ked û tekoşîna 29 salan ya tevgera Azadiya gelê kurd bû ku li Rojavayê Kurdîstan û Sûriyê jî bû bersiv. Jêr zemîna ku vê tekoşînê ava kiribû, her wiha zanista xwe rêxistin kirina civakî, leşkerî, bîrdozî, bo bersiva daxawazên şoreşê. Valahiya siyasî ya ku avabû bi tevlîheviyên ku li Sûriyê jî çêbûn, qelskirina rejîma serdest, pêwîst dikir ku ev gel bi pêşengên xwere biryarekê bistînin û ev biryar hat standin. Li ser wê bingehê şoreşa 19 Tîrmehê hat destpêkirin. bajar bajar hatin rizgar kirin, rejîm ji herêmên me hatin derxistin, rewşek şoreşa ku pêwîste xwe ava bike bi gelek pirsgirêkên cuda cuda derket holê. Pirsek wiha dikeve hişê mirovan, gelo her tişt amadebû ku civak ji hemî milê xwede bi rêvebirin? Herkes ji bo derxistina Rejîma Baas’ê, parastina herêmên hatîn rizgar kirin amadebûn. Bi hezaran keç û xort ketin ser riya şoreşa 19 Tîrmehê. Tevlîbûn ji her milî de misoger bû. Ev rewş li hemî Bakur û Rojhilatê Sûriyê belav bû, lê gelek pirsgirêkên civakî, siyasî, aborî, çandî û her wiha bi xwere hanî, ya herî zehmet jî hişmendiya rejîma desthilatiya mêr ya di şexê feraseta Dewlet Netewe di hiş û zihnê mirovan de. Şoreşa 19 Tîrmehê ji bo van pirsgirêk û vê hişmendiyê bû bersiveke xurt û bi rengekî serkeftî li beramberî hemî zehmetiya hate roja me ya îro jî têkoşîn dike .
– Piştî şoreşa 19’ê Tirmehê, pergala Rêveberiya Xweser hat damezirandin. Bi vê pergalê we şêwaza hevserokatiyê di aliyê jiyana hevpar de çi pêşketin avakirin din av civakê de?
Şoreş ji şoreşa netewekê bû ya tevahî gelê Sûriyê û modêla Rêveberiya Xweser ya ku pala xwe dide ramanên netewa Demokratîk ya ku Rêber Apo ji mere pêşkêş kirî, bû cihê ezmûnê, her weha nîşaneya gelên herêm û cihanê. Rastiya şoreşa me we ku tê zanîn bi şerê DAIŞ’ê re, asta qehremanî, israra azadiyê, demokrasiyê, jiyana hevbeş de bû xwediyê hebûneke gerdûnî û berê her kesî da şoreşa me. Ji şoreşa mere raya giştî ava kir. Piştgirên tekoşîna me pir bû û hêzên Hevpeymana Nav Dewletî hat Rojava û dengeyên siyasî li hember gelê me da guhartin. Ev jî destkeftiyeke mezin bû. Li ser wê hîmê, rastiyê gelek rehendên me biratîya rêxistinên civakî bi civaka biyanî re ava kirin, di qada perwerdê, dad, şaredarî û hwd. Navê Rojava, yan jî navê Bakûr û Rojhilatê Sûriyê li herderî hat naskirin. Hin hikûmetên we ku Katalonya jî rêveberiya me naskir, li gelek welatên Ewrupî û Ereb nûnertiyên Rêveberiya Xweser hatin vekirin. Her çiqas hîna Şam hûkûmeta wê çiqas demkiye jî hîn rêveberiya me na pejirîne jî lê nûnertiya me û gelek saziyên me li Şam û gelek deverên Sûriyê de jî hatin vekirin, kar û xebatên li hev hatinê û çareser kirinê jî tene rêvebirin. Pejirandina gelê Sûriyê, taybetî piştî komkujiyên Elewiyan zêdetir ketin famkirina rastiya Şoreşa 19 Tîrmehê. Gelek destkeftiyên madî û manewî yên ku em qala wê bikin hene, Ji ber wê yekê pergala hevserokatiyê pergala rêveberina azad û demokrasiye bû. Bi tevahî xebatên şoreşa Rojavayê Kurdistanê bi pergala hevserokatiyê ya ku bi paradigmaya Netewên Demokratîk tê rêvebirin. Ji ber pergala rêveberiyê di cîhanê de wek wê tine ye, gelek serkeftin hatin bi dest xistin. Bi pergala hevserokatiyê nûnerê Kurdan çên Şamê û nûnertiya gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyê kirin. Ji ber wê sedemê ramanên Rêber Apo bû hîmên şoreşa Rojava hûnand. Sîstema şaredariyên demokratîk ya ku bingeh de rengê modêla meye ev çend salê şoreşê ne ku di vê mijarê de jî tekoşîneke mezin tê meşandin. Rûxmê gelek pirsgirêkên ku hîna jî nehatine çareserkirin jî lê dîsa jî em dikarin bêjin bawerî û hişmendiya ku şaredarî wê şêweyî modêla demokrasî misoger bike hatiye ava kirin û pirsgirêkên xizmet gûzariyê û rêxistinkirina pêdiviyên gel û rêxistinkirina hemî mijarên girêdayê jiyan gel ve di asteke mezin de gav hatin avêtin, em dikarin bêjin dewletek ancaq dikare ewqas bibe hêz, ruxmî hemî astengiyên şer me karî jiyanê herikbar bikin û nehêlin gelê me rewşên we ku xezê, yan jî sudan jiyan bikin . afrandin û zindîbûna civaka me li ser lingan hişt.
– Di pergala Rêveberiya Xweser û hevserokatiyê de jinên herêmê şoreşa 19’ê Tîrmehê gelek rola xwe lîst. Pêwîste ev deskeftiyên ku bi pêşengiya jinên Kurd de, hatiye bi destxistin çava bê parastin?
Rojeva bingehîn ewê di pêşerojê de bandorê li pêşeroja Sûriyê bike zanebûna civakê ya rastiya vê şoreşê ye û guhartina hişmendiya netewperestiyê ye, jiyana hevbeş ya li Rojava pêş dikeve ye. Hêza leşkerî ya rêxistin kirî, perwerde kirî, nîşaneya hêza hişmendîya zayendî û birdozîye. Rastiya ku vê dawiyê li bendava Tişrîn hate jiyîn vê rastiyê teqez dike. Ketina ferqa hebûnê gelek girînge. Heta mirov nekeve ferqa hebûna xwe, nikare bi xwe bawer be, nikare bibe xwedî siyaset û stratejî. Nikare bibe xwedî dîrok û paşeroj. Pîvanên jiyana bi çand, Exlaq, li ser vê rastiyê pêş dikeve. Ji bo tu hebûn ava bikî, roja xwe, pêşeroj û paşeroja xwe bi rêxistin û parastin bikî gereke hebûna xwe ya leşkerî jî biparêzî we ku mafek rewa biparêzî, zindî bihêlî, zêde bikî . tezmînata pêşerojeke azad ev rastiyeke nebe nabe ye. Hestûyê jiyana bi ewleye. Disa aboriya civakî ya komînal dide avakirin û ji bo ku civak bibe xwedî aboriyeke xweser sistema koparatîfan li pêşve biriye û li pêş dixe. Pirojên ziraet û senayî destek dike û hûnera aboriya civakê pêve dibe. Gelek pirsgirêk hîna divê mijarê de tê jiyin, sermaya kesan û tekelbûnê hîna diyardeyeke berbicav e, lê belê armancameme ewe ku em aboriya civakî ya komînal li pêş bixin û heta niha gavên baş hatine avêtin. Ev jî guhartineke mezine û deskeftiyeke civakîye û gereke li ser wê em bi israr bin, ta ku em renge feqîrtî, perîşaniyê bi temamî ji nav civaka xwe derxînin. Ji bo ev ava bibe li akademiyên rehenda Aboriyê perwerdeya avakirina hişmendiya wê têye kirin. Pêwîste jinên herêmê tevahî yên fikrên cûda jî bên rêxistin kirin û qirkirina zilamên serdest bên parastin.
–Şoreşa 19’ê Tîrmehê bû hemû gelên tevahî Sûriyê çi avakir û ji aliyê hemû pêkhate û gelan de, 19’ê Tîrmehê çava dikare bê nirxandin?
Ji yek deskeftiyên girin jî pêşketina ku di rehenda çand û hûnerê de li herêmên Rêveberiya Xweser de li pêşketine. xwesertiya çand û di heman wextê de di qada perwerdê de bi sere xwe şoreşeke . di wexta şoreşan de ya ku tê zanîn çand û exlaq û pergala perwerdan tê hilweşandin. Lê di şoreşa gelan de ev herdu rehend bi zindîbûneke mezin xwe bi lez rêxistin kir û bû nîşaneya manewiyata gelê me di şerde rolek mezin lîst û gelek hûnermend û şagirtên zanîngehên me û mamostên me şehîd ketin gelek zehmetî hatin jiyiyîn lê belê her çu ev qad xurt bûn û mezin bûn û asta xuluqkariyê derket asta herî jor. Niha fakultên çand û hûnerê hem yê xweser bi jin hem yên giştî , disa zanîngehên me ji diktoran, huquqiyan, muhendisan, mamosteyan … û her wha gihandin civakê û ew niha ji bo avahiyeke ser hîmê neteweya demukratîk bi tendurust ava bibe rol dilîzin. Bi sê zimanên sereke fermiyeta xwe avakir, herkes xwedî mafe ku bi zimanê dayika xwe bixune, ser vî esasî ji refa yek heta sîstema zanîngehan bêyî ku dewlet esas bigre bi hezaran şagirt bi xwendin û kirina xwedî azmon da avakirin. Bûye nîmonek ku nîha sîstema zanîngehên wê li gelek welatan bûye mijara nîqaşan û destek tê dayin. Cara yekeme ku li Sûriyê dibistanên kurdî têne vekirin û zarok bi zimanê dayikê xwendina xwe dikin. Şoreşa 19’ê TÎrmehê şoreşekê gelan bû û hemû zarokên xaka Bakur û Rojhilatê Sûriyê têkoşîn û berdel dan.
Rangihandina azad jî ji yek deskeftiyên maezin vê şoreşê ne, wan ev şoreş, guhartinên ku avakiriye, berxwedaniya mezin, hebûna demukratîk, rastiya sistemên diktator û faşist teşhir krin, terora DAIŞ û berxwedana serkeftî gihandin her derî, weke rehendeke sereke xwedî rol bû û ragihandineke azad, di nav tekoşîna wêde rolek mezin girt û gelek kadroyên hêja feda kir. Xwe di her beşî de rêxistin kir, hemî dezgehên xwe bi rêxistin kir, ev bi sere xwe gaveke gelek mezine. Dengê xwe yê civaka xwe, tekoşîna xwe gihand her derî û di mezinkirina şoreşê de rolek gelek mezin lîst.
Hêjayî gotinê ye ku em balê bikşînin ser ciwanan. Ciwan rola herî dînamîk di vê şoreşê de lîstin, û bedelin gelek mezin dan, ciwan cara yekeme ewqas xwedî rolek rêxistin kirine, û niha bi sedan karê girêdayî ciwanên hemî pêkhatan bi rêve dibe, her weha hêza garantor ya parastina jiyana gelê me, rolek mezin di parastina axlaqê civaka mede listin. Her wiha di heman demê de jî şoreşa Rojava bû şoreşekê gelan û xwe nûve vejîn kir. Bi hemû pêkhetayan mil dan mile hev şerkir û di encam de jî pergala Rêveberiya Xweser rêvebirin.






