Saturday, July 11, 2026
  • العربية
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
Rojnameya Ronahî
No Result
View All Result

Şoreşa 19’ê Tîrmehî hêza jinê vejîn kir

19/07/2025
in JIN
A A
Şoreşa 19’ê Tîrmehî hêza jinê vejîn kir
Share on FacebookShare on Twitter

Ayşa Silêman/ Dêrik

Berdevka Ofîsa jin di Şaredariya bajarê Dêrikê de Fatima Hacî diyar kir ku Şoreşa 19’ê Tîrmehî hêza jinê vejîn kir û bi saya fikir û ramanên Rêber Apo jin bû pêşenga civakê û cihê xwe di hemû qadan de girt.

Di derbarê salvegera Şoreşa 19’ê Tîrmehê û guhertinên ku bi xwe re anî de  Berdefka Ofîsa Jin di Şaredariya bajarê Dêrikê de Fatima Hacî bersiva pirsên Rojnameya me da, hevpeyvîn wiha bû:

13 sal li ser Şoreşa 19’ê Tîrmehê re derbas bûn, şoreşê karîbû çi guhertin û veguhertina bi xwere bîne?

Di serî de ez salvegera  Şoreşa 19 Tîrmehê li hemû gelên azadî xwaz pîroz dikim, bi taybet li malbatên şehîdan ku ji bo serxistina welatek azad canê xwe feda kirin. Şoreşa 19’ê Tîrmehê ya ku bi hêz û vîna gelê Bakur û Rojhilatê Sûriyê û bi îradeya jina azad hat afirandin. di nav 13 salan de Şoreşê gelek guhertin û veguhertinên ber bi çav bi xwe re anîn, mirov çiqasî jî bîne ziman nikarê mafê  şoreşê bidiyê ji ber ku dihat dîtin berî Şoreşê herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi hemû pêkhateyên xwe ve bê hêz, bê îrade û bê maf bû. Lê bi hatina şoreşê xwe bi rêxistin kir bi taybet bi pêşengtiya jina kurd karîbû vê şoreşê bi sîstem bikin. Di heman demê de jinê karî cihê xwe di gelek qadan de bigre mînaka ber biçav çawa ku di hêzên leşkerî de bi hêzeke xurt li dijî DAIŞ’ê şer kir û ew têk bir, ev yek ji tevahî cîhanê re bû cihê serbilindahiyê bi taybet ji bo jina kurd. Em di wê baweriyê de ne ku di sala nû de wê gavên bihêztir werin avêtin, ku bibin bersiv ji bo maf û îradeya gel.

Beriya Şoreşa Rojava jin hatibû teysandin,  lê piştî Şoreşa Rojava li darket bi fikir û felsefya Rêber Apo, jin bû pêşeng di civakê de ne tenê jina kurd, mînaka ber bi çav dayîka bi navê Fewziya li Siwêda hat dîtin ku çawa wê dayîkê Şoreşa Rojava ji bo xwe kir bingeh û karîbû li hember dijimin çekê hilde û rûmeta xwe bi parêze hûn vê yekê çawa dinrxînin?

Şoreşa Rojava  bandorek mezin li ser hemû jinên Sûriyê kir, ji ber ku jinên Sûriyê hêza xwe ji jinên kurd girtin ên ku bi felsefeya Rêber Apo xwe pêşxistine. Êdî wan jî hewil dida ku xwe pêş bêxin û muhra xwe li dîrokê bixin, niha jî li Siwêdayê êriş li ser gelê durzî çêdibe. Jina bi navê Fewziya dît ku çawa jinên kurd li hember zilmê û desthilatdariyê disekinin, ev erk girt ser milê xwe û çek hilgirt û xwedî li rûmeta xwe derket. Şoreşa Rojava li seranserî Sûriyê û li tevahiya cîhanê deng vedaye lewma di dilê her jinekî de heye ku wek jina kurd bibe pêşeng û xwedî hêz û vîn be. Di heman demê de berî Şoreşê dihat dîtin  ku çawa jin rastê gelek binpêkirinan hat taybet bi hatin DAIŞ re, lê jina kurd ji herkesî re isbat kir ku bi saya fikir û ramanên Rêber Apo wê jin bikaribe bibe xwedî îradeyeke xurt û bi vê îradeyê DAIŞ têk birin. ew jina tekoşer bi fikir û îradeya xwe bşye nimûne li cîhanê.

Di nav 13 salên derbasbûyî de gelê Bakûr û Rojhilatê Sûriyê bi gelek zehmetiyan re rû bi rû man , heman demê de gelek berdelên giran jî hatin dayîn ku heta gihaştin roja îro,  ji bo xwedî li derketina wan berdelan  derkevin  û erka ku dikeve ser mile jin çiye, ji bo ku bikaribin   pirojeya Netewa demokratîk di astekî xort de rêxistin  bikin.?

Raste di van 13 salan de gelek zor û zehmetî, qirkirin û êriş li ser herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyê hatin kirin, lê li hember wê berxwedaniyek û têkoşîneke bê hempa hebû. Ev gel layîqê ku êdî jiyaneke bi ewle bijî û piştî evqas sal ji zehmetiyan ku derbas kirin êdî pêwîstî heye ku ew jî bi aramî û rehetî bijîn. Hîn jî em rastî êrişan tên û pirojeya me di nav xeteriyekî deye,  hemû heildanan dikin ku van destkeftiyan biçewisînin û dixwazin pirojeya Netewa Demokratîk bi ser nekeve. Ji bo vê yekê ji me tê xwestin çawa ku me 13 sal bi tekoşînî û bi berxwedanî destkeftiyên xwe birêxistin kirin û avakirin, her wiha sîstema xwe dan rûniştandin. Ev yek îro roj ji jinê tê xwestin wek erk ji ber ku jina Rojava pêşengtiya vê Şoreşê kir û bi navê jinê hat naskirin. Lewma pêwîste jin deha zêdetir asta têkoşîna xwe bilindtir bike û em vê Şoreşê biparêzin û hewil bidin vê pirojeyê li ser asta Sûriyê û Rojhilata Navîn jî belav bikin û bidin rûniştandin.

ShareTweetPin

Herî Dawî

‘Çavê li deriyan, xwelî li seriyan..’
Serbest

Di serdemên pevçûnan de hewildan û însiyatîfa çareseriya demkoratîk

11/07/2026
Welatiyên Dêrikê: Gelê Kurd tayînkirinên perlemantoya Sûriyê red dike
NÛÇE

Welatiyên Dêrikê: Gelê Kurd tayînkirinên perlemantoya Sûriyê red dike

11/07/2026
Çima dewleta Tirk dadgehkirina Îmamoglu li paş dixe?
NÛÇE

Çima dewleta Tirk dadgehkirina Îmamoglu li paş dixe?

11/07/2026
Ji bo bîranîna Şehîd Tofan Dêrik wê pêşbirkek lidar bikeve
ÇAND Û HUNER

Ji bo bîranîna Şehîd Tofan Dêrik wê pêşbirkek lidar bikeve

11/07/2026
Niştecihên Qamişlo li dijî guhertina navê Kobanê xwepêşandan kirin
NÛÇE

Niştecihên Qamişlo li dijî guhertina navê Kobanê xwepêşandan kirin

10/07/2026
Roja Nifûsa Cîhanî
CIVAK Û JIYAN

Roja Nifûsa Cîhanî

10/07/2026
  • HAJMARA PDF
  • Kovara Mizgîn
  • Arşîv

Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
  • العربية

Hemû maf parastî ne.