Ayşa Silêman/ Dêrik
Meclisa jin di Partiya Yekîtiya Demokrat PYD’ê ya bajarê Dêrikê ji bo şermezarkirina êrişên li ser gelê Durzî daxuyaniyek da.
Meclisa jin di Partiya Yekîtiya Demokrat PYD’ê ya bajarê Dêrikê ji bo şermezarkirina êrişên li ser sivîlan li Siwêdayê, li pêşiya navenda xwe ya li bajarê Dêrikê daxuyaniyek da.
Di destpêka daxuyaniyê de bal hat kişandin li ser êrişên êşdar ên ku ji hêla hêzên hikumeta veguhêz a Şamê ve li ser gelê li parêzgeha Siwêdayê ya Sûriyeyê pêk tên, ku jiyana hejmarek ji sivîlan bêguneh kuştin û aştiya sivîla li herêmê di xeteriyê deye, Meclisa Jin di PYD’ê de vê yekê şermezar dike.
Di berdewamiya daxuyaniyê de wiha hat gotin: “Em tekez dikin ku tiştê qewimîne tenê dê israra sivîlan zêde bike ku mafê xwe yê azadî, rûmet û edaletê bixwazin, welatekî ku aştî û wekhevî tê de serdest be ava bikin. Em di rêveberiya partiyê de, pêwîstiya rêzgirtina îradeya gelê Sûriyeyê bi hemû pêkhateyên wê re dubare dikin. Em daxwaza lêpirsîneke zelal li ser vê yekê dikin û kesên bi vê yekê radibin hisab ji wan were xwestin. Di heman demê de divê hemû êrişan li dijî sivîlan rawestînin.”
Di dawiya daxuyaniyê de wiha hatvv got: “Em bang li hemû hêzên neteweyî û demokratîk dikin ku ji bo pêşerojeke demokratîk bixebitin ku rûmet û mafên hemûyan biparêzin û dawî li êşa gelê Sûriyeyê bînin, ku ji deh salan zêdetir berdewam dike. Her wiha em bang li hemû aliyên herêmî û navneteweyî dikin ku berpirsiyariya xwe di parastina sivîlan de bigirin ser xwe û bi baldarî bixebitin da ku êrişan rawestînin û ji bo gelê Siwêda û hemû herêmên din ên Sûriyeyê welatekî ewle û aram peyda bikin.”






